Xelatên 1emîn Festîvala Fîlmên Kurdî a Dusseldorfê hatin dayin

Xelatên 1emîn Festîvala Fîlmên Kurdî a Dusseldorfê hatin dayin

1emîn Festîvala Fîlmên Kurdî a Dusseldorfa Almanyayê bi merasîma dayîna xelatan bi dawî bû.

Di roja dawî ya festîvalê de fîlma “Cîran” a Mano Khelîl hêjayî Xelata Fîlma Yilmaz Guney, dokûmantera “Eren” a Marîa Bînler jî hêjayî Xelata Mafên Mirovan hate dîtin.

 

Fîlma “Gava Şitil Mezin Dibin” a Rêger Azad Kaya jî hêjayî Xelata Sînema ya Berxwedêr a Xelîl Dag hate dîtin.

Dokûmantera “Hêza” ya bi derhêneriya Derya Denîzê “Xelata Jîna Emînî” wergirt.

Di beşa fîlmên kurt de jî çar xelat li festîvalê hatin dayin.

Fîlmên ku xelat wergirtin 

Fîlm û derhênerên ku xelat wergirtin ev in:

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di beşa Bakur de Bêrîvan Sarûhan bi fîlmê xwe yê bi navê “Stêrka li ser xetê” xelat wergirt.

Di beşa Rojava de Gulê Welat bi fîlmê “Xewn”, di beşa Başûr de Azhîn Kawa bi fîlmê “Paths” û di beşa Rojhilat de jî Seyed Payam Hosseînî bi fîlmê “Rûssîan Vodka” xelat wergirtin.

‘Berbû’ di dawiya festivalê de hat nişandan

Beriya merasîma xelatdayinê fîlma “Berbû” weke fîlma herî dawî di festîvalê de hate nîşandan. Sînemahezan bi baldarî li fîlmê temaşe kirin. Derhênera fîlm Sevînaz Evdikê ji rojavayê tev li festîvalê bû.

bianet

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *