Wezareta Derve ya Îtalyayê dibêje, “Wezîrên Derve yên Îtalya, Almanya, Fransa, Brîtanya û Amerîkayê di derheqa Sûriyeyê de dicivin.”
Wezareta Derve ya Îtalyayê îro (Sêşem, 07.01.2025) di ragehandonekê de amaje da, “Wezîrên Derve yên Îtalya, Almanya, Fransa, Brîtanya û Amerîkayê di vê heftiyê de ji bo danûstandinên li ser Sûriyeyê dicivin.”
Wezareta Derve ya Îtalyayê amaje jî da, “Ew civîn li roja Pêncşemê, 09.01.2025, bi serperiştiya Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani tê kirin.”
Li dû ragehandina Wezareta Derve yê Îtalyayê, Tajani di wê civînê de bizavê dike ku rewşa Sûriyeyê ya piştî mehekê ji nemana Rijêma Esed helsengîne.
Herwesa di wê civînê de danûstandin li ser rêkarên Hikûmeta Veguhêz û qebxwaziyên di rêya kongireya diyaloga niştîmanî û danana reşnivîsa destûrê nû yê wî welatî û vejandina aborê Sûriyeyê de tên kirin.
K24