Wezîrê Navxwe: Pêdaçûn ji bo biryara Hikûmeta Îraqê ya li ser daxistina kempan tê kirin

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Lijneyeke hevpar a Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekgirtî pêdaçûnê ji bo biryara daxistina kempên awareyan li Herêma Kurdistanê dike.”

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro (Duşem, 08.07.2024) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Tiştê ku li ser milên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê wê bû, di deh salên borî de li bernaberî aware û penaberan bi zêdehî ve û bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî û rêkxistinên din ên Civaka Navdewletî bi cih aniye; tevî arêşeyên darayî, aborî û ewlehiyê.”

Li dû gotina Rêber Ehmed, biryara Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ji bo daxistina kempan bê şêwirmendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekgirtî û awareyan bi xwe bûye, ev jî bûye sedema nîgeraniya aware û penaberên şêniyên kempan,” Herwesa got, “Tiştê ji hemiyan nexweştir ew e ku, ew biryar bê peydakirina derfeta vegeriyanê, dabînkirina xizmetkariyan, tenahî û parastina xelkî di dema vegerandinê de, hatiye dan.”

Wekî ku Rêber Ehmed behs kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vegeriyana bi serbilindî û dilxwazane ya awareyên kempan ji bo deverên wan re e, ev jî bi nivîsara fermî arasteyî Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kiriye.

Navbirî amaje jî da, “Lijneyeke hevpar di navbra Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekgirtî de tê pêkanîn, bi merema pêdaçûnê ji bo biryara Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê li ser daxistina kempên awareyan li Herêma Kurdistanê.” Herwesa ron jî kir, “Biryara pêkanîna wê lijneyê piştî arastekirina wê nivîsarê ji bo Nivîsîngeha Sûpdanî hatiye derxistin.”

Rêber Ehmed tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî hêsankariyan pêşkêş, dike ji bo ku ew lijne bi zûtirîn dem dest bi karên xwe bike, da ku baştirîn çareserî ji bo pirsa vegeriyana awareyan bi awayekî dilxwazane ji bo deverên wan peyda bike.”

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *