Karektera kolonyalîzma Tirk û yekîtîya hêza Kurd
Piştî Şerê Cîhanê I. ku dewleta Osmanî têkçû û teslîmî Îngîlîz û Fransizan bû, ji alî Komara tirk ku li şûna wê ava bû, Kurdistan ji nuh de hat dagîrkirin û parvekirin.
Wê gavê rêvebirîya tirk, li gor berjewendîyên xwe, bi emperyalîstên Ewropî re li hevkirin û bi alîkarîya wan, dewletek nîjadperest ya netewî avakir; ji bo ku li Anadol û Kurdistanê neteweyek tirk tunebû, bi piştgirî û alîkarîya Îngîlîz û Fransizan Enedol û Kurdistan ji nuh de dagîr kir û dest bi avakirina “neteweya Tirk” kir.
Leşker û brokratên xwe tirk didîtin û dewleta tirk avakirin, du armancên asasî dan ber xwe û gotin: “divê em neteweyek tirk biafirînin; loma kesên di nava sînorê Mîsak-i Mîllî de dijîn, ya emê wan bikin tirk û Musluman yan jî emê wan tune bikin!”
Yanî ji roja pêşî de, stratejîya rêvebirîya tirk ya Kemalîst, afirandina neteweya tirk, li ser ya tirk-kirin yan tunekirina neteweya Kurd û gelên Anadol û Kurdistênê ava bû. Ev bû regez û armancek stratejîk û polîtîk ya dewleta tirk.
Dagîrkerên tirk, pêşî bi peymana Lozanê, li qada navnetewî hebûn û mafê gelê Kurd binpê kirin û mirandin û hemû cîhan bi taybetî emperyalîstên Ewropî, bi zanîn çavê xwe ji vê zordarîyê re girtin û alîkarîya rêvebirên tirk kirin. Ne tenê çavgirtin û alîkarîya sîyasî, lê dema dewleta tirk bi qetlîam û koçkirin, ji nuh de Kurdistan dagîr kir û dijî vêya, gelê Kurd doza mafê xwe yê sîyasî û çandî kir û berxwe da, emperyalîstên Ewropî bi hemû hêza xwe ya aborî û leşkerî jî alîkarî da dewleta tirk.
Bi rêya Mahkemeyên Îstîklalê ku nûnerên gelê Kurd tevlî mebûsên Kurd hatin darvekirin, mebûsên tirk yên ji alî dîktatorî û mêtinkarîya Kemalîst hatibûn hilbijartin jî qaşo li “Meclîsa Mezin ya Milet”, bi rêya qanûna esasî, ji alîkî de dest bi damezrandina neteweyek tirk kirin û ji alî din jî hebûna gelê Kurd tevlî ziman, çand, dîrok û hemû rûmetên wî yê netewî înkar û qedexe kirin.
Neteweya Kurd, pirr eşkere, li ser xaka xwe bû hêsîr û kole. Ji bo ku mirovên Kurd ji kesayet, aîdîyet û nasnameya xwe dûr bikeve, ziman, çand, dîrok, medrese, cil û bergên Kurdî qedexe kirin û qanûna cezakirina yê bi tirkî nepeyive û mecbûrîyeta girtina piştnavên tirkî derxistin. Dema Kurdên li dijî van qedexe û qanûnên nîjadperest derketin jî bi îşkence, zîndan û mirinê hatin ceza kirin.
Hetta, Kurdên ku dewletê nikarîbû bikira tirk, yan di berxwedanek passîf de bû jî dewleta tirk, bi rêya hêzên xwe yên mîlîter û paramîlîter, bi rêya provokasyon û sabotajan, bi rêya mecbûrkirina serhildanê, bi rêya gund û bajar şewitandinê, ew Kurdên bi zimanê xwe dipeyivîn û bi urf û edetê xwe dijîyan qetil kirin, koçber kirin û ji hev bela-wela kirin.
Ji peymana Lozanê de, ji dagîrkirin, parçekirin û parvekirina Kurdistanê de, her Kurdekî bi xîret, bi şêweyekî li Kurdbûna xwe xwedî derketîye û doza mafê xwe yê çandî û netewî kirîye.
Ji alî bav û kalên me de, ev tekoşîn û hişmendîya dîrokî, çandî, civatî û netewî bi gelek awayî hatîye parastin û meşandin.
Lê dewleta tirk, bi metodên qirêj û hovane, ev tekoşîn heta îro terorîze kirîye û bêencam hîştîye. Lê ji wê rojê û heta îro, di rewşa statuya Kurd û Kurdistanê de tu guhertin çênebûye. Loma di stratejî û armanca gelê Kurd de jî tu guhertin çênebûye.
Ji bo gelê Kurd nikaribe mafê xwe yê civatî, çandî û netewî bi dest bixe, dewleta tirk siyaseta înkar, qedexe, kuştin, girtin, koçber kirin, parçekirin û bera-hev-dan meşandîye.
Berê bi rêyên eşîret, ol û mezheb, bi rêyên herêm û zarav civata Kurd bera ber hev didan, niha jî bi rêya îdeolojî, rêxistin û partîyên sîyasî me ji hev parçe dike û beraberhev dide.
Ji bo em lîstikên dagîrkerên zordar û nîjadperest vala derxin, ji bo di doza rizgarîya netewî de em bi serkevin, divê em partî û rêxistinên Kurd Kurdistanî li dor armancên netewî bibin yek.
Di bingeha yekbûna PAK û TDK-Tevgerê de ev rastîyên dîrokî û civakî hene!