TIRKIYE – Hinardeya ji Îraq û Herêma Kurdistanê re ji sedî 33 zêde bû

Amarên hinerdeya Tirkiyeyê ya ji Îraq û Herêma Kurdistanê re diyar bûn.

Li gorî amarên Meclîsa Hinardekarên Tirkiyeyê, Tirkiyeyê di navbera 1ê Kanûna Paşîn û 31ê Adarê de bi bihayê 5 milyar û 948 milyon û 129 hezar dolaran kelûpel firotine Îraq, Bulgaristan, Yunanistan, Gurcistan, Îran, Sûriye, Ermenistan û Herêma Kurdistanê.

Hinardeya Tirkiyeyê di sê mehên destpêkê yên îsal de li gorî heman mehên sala borî ji sedî 16,7 zêde bûye.

Îraq û Herêma Kurdistanê

Nêzîkî nîvê hinardeyê ji Îraq û Herêma Kurdistanê re hatiye kirin.

Hinerdeya Tirkiyeyê ya hinerdeya Tirkiyeyê ya ji Îraq û Herêma Kurdistanê re, di sê mehên destpêkê yên îsal de ji sedî 33,90 zêde bûye û gihiştiye 2 milyar û 731 milyon û 317 hezar dolaran.

Tirkiyeyê sê mehên destpêkê yên par bi 2 milyar û 39 milyon û 782 hezar dolaran tişt firotibûn Îraq û Herêma Kurdistanê.

Ermenistan

Tirkiyeyê bi 124 hezar dolaran jî kelûpel hinardeyî Ermenistanê kirine ku di nav cîranan de rêjeya herî kêm a hinardeyê ye.

Tirkiyeyê sala borî jî bi bihayê 111 hezar dolaran kelûpel firotibûn Ermenîstanê.

Tirkiyê herî zêde bi 828 milyon û 360 hezar dolaran berhemên dexlûdan û baqliyatan hinardeyî welatên cîran kirine.

Herwiha bi 802 milyon û 670 hezar dolaran berhemên kîmyayî û bi 497 milyon û 473 hezar dolaran jî berhemên mobîlya, kaxiz û daristanan hinarde kirine.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *