Sûdanî li Washingtonê axivî: Hêzeke şerker a ji Iraqê vekişe tune ye!

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku serdana xwe ya Amerîkayê didomîne, li Washingtonê di civîneke rojnamevanî de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Sûdanî li ser êrîşên ji welatên cîran di nav sînorên Iraq-Herêma Kurdistanê de got: “Iraq ne welatekî ji her kesî re vekirî ye. Em ê ji bo parastina erda xwe ji her cûre êrîşan hemû mafên xwe yên yasayî û dîplomatîk bikar bînin.”

Li ser bidawîkirina erka Hevpeymaniya Navdewletî ya Diji DAIŞê li Iraqê jî Sûdanî diyar kir ku ji ber DAIŞ ti devereke Iraqê bi awayê leşkerî kontrol nake ti hinceta mayîna koalîsyonê li nav erda Iraqê nemaye.

Herwiha Sûdanî li ser pirsa hebûna hêzên şerker ên Amerîkayê li Iraqê got, “Li Iraqê ti hêzeke şerker a vekişe tune ye. Iraqa 2024an ji Iraqa ku sala 2014an Hêzên Hevpeymaniyê dest kar kiribû gelekî cuda ye.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *