Şoreşa Milî ya Îlonê û Referandûma Serxwebûna Kurdistanê…


Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di jîyana neteweya kurd de, di meha îlonê de jî bûyerên gelek girîng û dîrokî qewimîne. Ez dixwazim li ser du bûyerên dîrokî rawestim. Ev her du bûyerên dîrokî bi hev ve girêdayî ne. Bûyerek ya din diafirîne.

ŞOREŞA MILÎ YA ÎLONÊ: ENCAMA SERHILDANÊN MILÎ YÊN KURDİSTANÊ NE…

Neteweya kurd, 200 sal e ku ji bona çarenivîsa xwe û dewleta xwe ava bike xebat û têkoşîna millî dimeşîne. Dema ku Şoreşa milî ya Îlonê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, 150 sal bû ku têkoşîna neteweya kurd ji bona çarenivîsa xwe dom dikir.

Şoreşa Milî ya îlonê, di sala 1961an de li ser bingeh û ceribandinên serhildan û têkoşînên milî yên Kurdistanê qewimî.

Di Şoreşa Milî ya Îlonê de, nefesa Serhildana Şêx Ubeydullah Nehrî, Mîrê Botan, Simko Axayê Şikakî, serhildana 1925an a di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî û Şêx Seîd Efendiyê Pîranî de hatiye meşandin, Serhildana Agriyê ya ku di bin serokatiya Îhsan Nûrî Paşa de hatiye meşandin, heye.

Şoreşa Milî ya Îlonê, ji van hemû tevgerên milî û serhildanên milî sûd wergirt.
Şoreşa Milî ya Îlonê encama ceribandin, çanda Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê ye.

Şoreşa Milî ya Îlonê çewa ku encama xebat û têkoşîneke dîrokî û dirêj e; di heman dem de encama amadekariyeke mezin e jî.

Ji bona Şoreşa Milî ya Îlonê amadekariyeke mezin hebû. Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, li Yekîtiya Sovyetan û di qada navneteweyî de xebatek xûrt û bi plan meşandin.

Şoreşa Milî ya Îlonê, ji şoreş û serhildanên Kurdistanê yên beriya wê, ji aliyê pêşengiyê de jî xwediyê ferqeke mezin bû.

Şoreşa Milî ya Îlonê, di pêşengiya Serok Mele Mistefa Barzanî de hat meşandin. Ew serokekî demê nebû. Ew serokê hemû deman bû. Ew di gelek şoreş û di avakirina Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê de hatibû pijandin û bibû xwediyê ceribandin. Ew beriya Şoreşa Milî ya Îlonê jî, her dem li pêş bû û serok bû.

Serok Mele Mistefa Barzanî, serokatîya xwe piştî Şoreşa Milî ya Îlonê jî domand.

Loma jî Şoreşa milî ya Îlonê bi pêşengîya Serok Mele Mistefa Barzanî xwediyê şanseke mezin bû. Wê şansê bi serkeftinê û zora dijmin birinê û bi avakirina Otonomiya Kurdistanê xwe diyar kir.

Şoreşa Milî ya Îlonê, ji şoreşên din yên Kurdistanê ji aliyê rêxistinî de jî xwediyê şans û ferqeke mezin bû. Yekemîn car bû ku şoreşeke milî ya Kurdistanê di pêşengîya partîyekê (PDKê) de hat meşandin.

Pêşengîya partîyê, serokatîya Şoreşa Milî ya Îlonê guhert. Bi wasîtaya PDKê pêşengîya Şoreşa Milî ya Îlonê li Kurdistanê ji hemû berpirsîyarên beşên civatê teşkîl kir.

Hemû şoreşên milî û serhildanên Kurdistanê, li hemberî Împeratorî û dewletên kolonyalîst serkeftî nebûn. Li hemberî dewletan şikest xwarin.

Lê Şoreşa Milî ya Îlonê, di vê mijara stratejîk de qedera neteweya kurd guhert. Li hemberî dewletê serkeftî bû, zora dewletê û dostên wan Yekîtiya Sovyetê bir.

Dewleta Iraqê û desthilatdarîya Baasê mecbûr bûn ku bi Şoreşa Milî ya Îlonê û Serok Mele Barzanî û PDKê re Peymana Otonomîya Kurdistanê di 11ê Adara 1970yî de bipejirîne.

Şoreşa Milî ya Îlonê, bi her awayî îradeya gelê Kurdistanê temsîl dikir.

Loma jî xwediyê taybetiyeke dîrokî bû.

Şoreşa Milî ya îlonê, şoreşeke civakî û gelemper bû. Hemû beşên kurdan; mîr, şêx, axa, serokeşir, mele, gundî, karker, rewşenbîr, jin, mêr, ciwan û kal, beşdar û piştgirê Şoreşa Milî ya Îlonê bûn.

Loma jî şoreşeke gelek demokrat bû.

Şoreşa Milî ya Îlonê domand, ji şoreşa milî ya gulanê re derfet çêkir û bingeha Dewleta Federe ya Kurdistanê ava kir.

                                       *****

REFENDÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ SÎGORTAYA DEWLETA KURDISTANÊ YE Û SILAV JI WÊ RE…

Li Başûrê Kurdistanê, piştî Hikûmeta Mezhebî ya Iraqê, destpêkir makezagonê îxlal bike, dewleta federal tasfiye bike, ber bi dewleta milî ya otorîter biçe; di navbeyna Dewleta Federe ya Kurdistanê û Hikûmeta Mezhebî de pirsgirêkan dest pê kir. Bi taybetî jî di dema Hikûmeta Malîkî de tasarrûfên nîjadperestî zêde bûn, pirsgirêk û nekokî jî zêde bûn.

Dema ku referandûma Kerkukê bi zanatî nehat çêkirin, nekokî û pirsgirêk hatin merheleyeke gelek xeter.

Serok û desthilatdarên Kurdistanê, hewil dan ku pêşîya van pirsgirêkan û nekokîyan bigrin; dewleta federal gorî makezagona federalî bê meşandin. Dewleta federal bibe dewleteke hevbeş ya kurdan û ereban û kêmneteweyên din.

Hezar mixabin ew hewildana serok û desthilatdarên Kurdistanê encam neda, her ku çû rewş xerabtir bû. Dewleta Federal, ji dewleta federal derket û bû dewleteke unîter ku erebên şîa xwedîyê dewletê ne.

Dezgehên Dewleta Federal, gorî qerektera dewleta federal nehat meşandin. Hêjayiyên ne ereb bê qiymet bûn. Li Meclîsê bes zimanê erebî bi kar hat. Li dezgehên dewletê yên din jî zimanê erebî bi kar hat. Ala Dewleta Federe ya Kurdistanê jî bilind nebû.

Serok û desthilatdarên Kurdistanê, dema ku dîtin ku xeterî mezin dibe, ji bona çareseriyê li projeyên bingehî û radîqal geriyan.

Piştî demekê du pêşniyar kirin.

Pêşniyara yekemîn ew bû: Dewleta Federal bersîv nade hewcwdarîyan, divê dewlet wek dewleteke konfederal ava bibe.

Pêşniyara duyemîn jî ew bû ku “dewleta Kurdistanê ava bibe. Dewleta Ereban û Dewleta Kurdistanê bibin du cîranên baş û hevkar.

Hezar mixabin, terefê ereban ji van pêşnîyaran re bersîveke wan nebû û bêdeng man. Lê dewleta federal, ji bona ku federalî hîn zêdetir dûr bê xistin, hewildana wan dom kir.

Wê demê serokê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûna Kurdistanê anî rojevê. Ji bona referandûma serxwebûna Kurdistanê jî, li dinyayê û li Kurdistanê dest bi xebatê kir. Dîplomasîyeke gelek xûrt meşand.

Gelek dewletan jî piştgirîya xwe ji bona referandûma serxwebûna Kurdistanê nîşan dan. Hezar mixabin li Kurdistanê, girêdayî partîyên Kurdistanê pirsgirêk derketin holê. Bi taybetî jî Îranê li ser partiyên Kurdistanê xebateke gelek xûrt meşand. Demeke dirêj jî di xebata xwe de serkeftî bûn.

Lê dîrayet û xebata serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di demeke dirêj de dîmen û rewşa partîyên Kurdistanê de gûhertinek çêkir. Dema ku YNKê biryar da ku ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re piştgirî bike û referandûmê bike mijara xwe ya stratejîk, di referandûma serxwebûna Kurdistanê de gavên mezin hatin avêtin. Piştî biryara YNKê, Partîya Yekgirtî ya Îslamî ya Kurdistanê jî biryara xwe zelal kir.

Wek tê zanîn, îradeya damezrênêr ya Dewleta Kurdistana Federe, PDKê û YNKê ne. Loma jî dema ku her du partîyan biryar girtin ku piştgirî ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re bikin, her mijarek zelal bû.

Partiyên ji derveyî Goran û Komelaya Îslamî ya Kurdistanê, piştgiriya xwe ji referandûmê re nîşan dan.

Wê demê, gelek hêz û dewletan xwestin ku pêşîya biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê bigrin, bi her awayî hewil dan. Lê serkeftî nebûn. Îradeya milî serkeft. Di wê qonaxê de, serokê Kurdistanê, bi partîyên Kurdistanê re civîn çêkir, biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê di 7ê Hezîrana 2017an de wergirtin.

Vê biryarê li her beşên Kurdistanê û di nav 50 mîlyon kurdên li dinyayê de hêvîyek mezin çêkir. Hemû kurdan diyar kirin ku referandûma serxwebûna Kurdistanê, dê qedera hemû kurdan biguhere. Loma jî hemû kurdên çar parçeyan û kurdên dinyayê piştgirîya xwe vekirî ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re nîşan dan.

Wê demê dewlet û hêzên dijminên referandûma serxwebûna Kurdistanê, ji bona ku biryar ji holê rabe xebat kirin. Di vê xebatê de jî dijminên referandûma serxwebûna Kurdistanê serkeftî nebûn.

Dewlet û hêzên li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê, dema ku dîtin nikarin bi serkevin, ew car dostên kurdan kirin navbeyncî.

Di dawiyê de, heyeta di serokatîya Emerîkayê de, ji Serokê Kurdistanê daxwaz kir ku referandûma serxwebûna Kurdistanê paşve bixin.

Serokê Kurdistanê û partiyên siyasî du alternatîf pêşkêşî heyetê kir. Gotin ku ya dewleta Iraqê dê bibe dewleta konfederal. An jî dema referandûm paşve hat xistin, di wê tarîxêde dema referandûm çêbû û erê derket; divê hûn dewleta Kurdistanê bixin bin garantiya Neteweyên Yekbûyî û nas bikin.

Iraqê ev yeka nepejirand. Loma jî di referandûma serxwebûna Kurdistanê de gav paşve nehat avêtin.

Di encamê de, Eencumana Bilind ya Referandûmê, di bin serokatîya serok Barzanî de civîn li dar xist û biryar da ku referandûmê di 25ê îlona 2017an de pêk bê.

Ew roja pîroz dema ku hat, referandûma serxwebûna Kurdistanê li dar ket. Di encama referandûma serxwebûna Kurdistanê de Kurdistanîyan ji %93 deng dan ku dewleta Kurdistanê ava bibe.

Ev hîç şik tune bû ku ew encameke gelek pîroz bû.

Îradeya kurdistanîyan gelek bi xurtî diyar kir ku hemû beşên civakê û kêmneteweyên Kurdistanê dewleta Kurdistanê dixwazin.

Dewletên kolonyalîst û dewletên emperyal yên dinyayê ji serokatîya Kurdistanê xwestin ku dest ji encama referandûmê berdin. Serokatîya Kurdistanê paşve gav navêt.

Hezar mixabin, loma li dijî Kurdistanê xiyanetek hat rêxistin. Di 18ê meha Oktobrê de Kurdistan, bi grûbeke xiyanetkar ya YNKê ve rû bi rû bû. Kerkûk û gelek deverên din hatin îşgal kirin.

Lê li hemberî referandûma serxwebûna Kurdistanê çi xirabî çê bibe jî ew mifte û sîgortaya dewleta Kurdistanê ye.

Ew li Kurdistanê şoreşeke milî ya civakî ya mezin e.

Ew şoreşeke deomokrat e.

Dema ku encama referandumê derket holê, ji bona hemû Kurd û Kurdistanîyên li dinyayê, bû rojeke pîroz. Her kurdekî û kurdistanîyek wê rojê li ser piya bûn.

Ew rojek dîrokî û pîroz kirin.

Ew pîrozbayî ya dom dike.

Silav ji refarndûma serxwebûna Kurdistanê re.

Amed, 27. 09. 2019


Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir