Lokman POLAT
Romana Îdrîs Erenç ya i navê ”Sîwad” romaneke qalind e, ebada wê mezin e, naveroka wê berfereh e. Roman 480 rûpel e. Di nav weşanên ”Sîtav”ê de li bajarê Wanê derketiye. Roman bi helbesteke helbestvanê netewî, şaîrê merşa netewî a netewa kurd ”Ey Reqîb” helbestvanê nemir Dildar dest pê dike.
Lehengê romanê navê wî Rewend e. Çend keçên lehengê romanê jî hene. Yek ji wan navî Dilja ye, yên din Zozan e, Mizgîn e, Nêrgiz e û hwd. Ev navana navên xweş yên keç û jinên kurd in, navên xwerû bi kurdî ne. Li bakurê Kurdistanê navê Rewend ewqas tune, lê ev jî navekî xweş ê kurdî ye.
Pêşî ka Sîwad çiye? Peyva Sîwad tê çi maneyê? Min bi xwe peyva Sîwad nebihîstibû. Sîwad ronahiya di nav şev û rojê de ye. Ronahiya tarîtî û berbanga sibê de. Ji wê re Sîwad dibêjin. Dibe ku peyveke kurdî a herêmî be. Xwezî navê romanê di şûna Sîwad de Berbang bana. Berbang di kurdî de naveke runiştiye û di lîteratura kurdî de tam cih girtiye.
Nivîskarê romanê Îdrîs Erenç kurdekî ji Hekariyê/Çolemergê ye. Dema ew mamosteyê dibîstanê bûye dev ji mamostetiyê berdaye û çek hildaye, çûye çiya ketiye nav refên şerwanan, bûye gerîlla. Piştî jiyana 7 salan a gerîlatiyê, derbasê rojhilatê Kurdistanê bûye û dawî li bajarê Urmiyê di encama îxbarekî de hatiye girtin. Di zîndanên dewleta Ayetulahên xwînxwar de şkence dîtiye û paşê wî radestê dewleta komara kemalîst a tirkan kirine. Dadgeha tirkan de cezayê heta heta razanê dane pê û ev 23 salin ku ew li hepisxaneya dewleta tirkan de radize. Wî li hepisxaneyê 3 pirtûkên edebî/wêjeyî nivîsiye û weşandiye. Pirtûka wî a yekem helbest in, herduyê din roman in. Piştî kurteagahdariya derbarê nivîskar de em vegerin naveroka romanê.
Rewend 7 salin ku di nav hêza çekdaran de şervan e, gerîlla ye. Ew piştî çek hildana 7 salan li çiya mayin, biryara xwe dide ku ji rêxistinê veqete ku di lîteratura rêxistinê de navê vî tiştî rev e. Di dema ku rêxistin bi yek alî şer radiwestîne, stratejiya xwe ji bînî ve digehurîne, dev ji têkoşîna ji bo serxwebûnê berdide, ji bo kuran pêwîstiya dewleteke kurdan nabîne û bi konsepteke nû a siyasî rengekî nû dide xwe û hest û ramanên tirkiyecîtiyê derdixe pêş, ji bo demokrasiya tirkan têdikoşe, Rewnd û gelek şervan û kadirên siyasî yên endamê rêxistinê vediqetin û heryek dikeve ser rêyeke nû.
Di vê riya nû de di pêvajoya revê û rêveçûnê de gelek tişt têne serê Rewend. Rev û rêveçûneke bi kelecan dest pê dike û bi pêkanîna gelek bûyeran naveroka romanê berfereh dibe û xwendevan dikşîne nav xwe.
Di nav Rewend û Dilja de hezkirineke nependî, dizî heye, (di nav rêxistinê de evîn, ji hevûdu hezkirin jî qedexe ye) loma jî Rewend ji Dilja re dibêje ku ew dê here. Dilja jê re dibêje; ”Ev rev e. Tu direvî.” Herdu bi hevre gelek sohbet dikin, diaxifin. Lê Dilja naçe giliya wî ji hevalên xwe re nake, ango nabêje ku dê Rewend bireve. Dilja bi komek gerîlla re diçe Xakurkê. Rewend û komek şerger, şervan li wargeha xwe dimînin û bişev Rewend ji wargeha çekdaran direve.
Di wê demê de û paşê jî gelek çekdarên ku ji rêxistinê vediqetiyan berê xwe didan alî cihê ku Pêşmerge li wir in û xwe radestî Pêşmergeyan dikir, lê Rewend bi alî Pêşmergeyan ve naçe, ew dixwaze here rojhilatê Kurdistanê, bajarê Şino.
Rewend diçe gundek kurdên rojhilatê. Li wir bi navê Miho rêberekî dê wî bibe. Erebeya wî a Landrover heye. Mihê rêber pê xayintî dike wî dibe ku bibe qereqola Pasdarên Îranê. Nêzîkê qereqolê Rewend xwe ji arebeyê davêje xwarê û baz dide, direve. Pasdar gule bera wî didin, ew jî narîncek/bombeya destan diavêje pasdaran, lêbelê ew bi xwe birîndar dibe, bi hale birîndariyê direve diçe gundek din.
Bi Rewend re deftera rojnivîskê heye. Car caran wê dixwîne. Rojnivîsên di defterê de wî bi xwe nivîsiye. Tê de behsa şerê Gerîla û Pêşmergan dike. Ew ji wê şerî re nabêje şerê birakujiyê. Bi mentalîteya dîtina fermi a rêxistinê nivîsiye. Lêbelê tê zanîn ku ew şer di esasê xwe de şerê birakûjiyê bû, şerê xwekûjiyê bû, şerekî naletî bû.
Rewend bi alîkariya Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ango Pêşmergeyên PDKÎ ku partiya nemir Qazî Mihamed û Qasimlo ye diçe Pîranşehrê. Li wir dibe mêvanê kalepîrekî 95 salî. Ev kalepîr bi salan pêşmergetî kiriye. Navê wî Sofî Xanemîr e. Ew bi rewend re gelek sohbet dike û Dawî weha dibêje : ”Îro kurd hevûdu dikujin, xwîna hev dirêjin. Welatek ku birakujî lê hebe li wê derê serfîrazî û azadî nabe. ” Rûpel ? 86.
Rewend û Pêşmergeyê ku pê re hatiye û wî aniye Pîranşehrê, ji Pîranşehrê dixwazin herin Şino, lê li derdora Şino kontrola Pasdaran heye, loma jî nikarin biçin Şino. Derin Mêrgewerê. Li wir dibine mêvanê kurdekî Zerdeştî. Ev kurd nemisilman e, bi ola Zerdeşt bawer dike. Di navbera Rewend û kurdê Zerdeştî de li ser ola Zerdeşt sohbetek baş û balkêş tê kirin. Ev axaftina li ser ola Zerdeştiyê ya di romanê de ye, hêjayê xwendinê ye.
Ji Pîranşehrê diçine Urmiyê. Navê vî bajarî berê Rizaye bû. Navê Şah Riza Pehlewî lê danîbûn. Piştî têkçûna desthilatdariya Şah û serketina Ayetulahan, meleyan nave bajar guhertin. Ev bajareke kurdan e, piraniya runiştvanên bajêr kurd in, lê bajar di av eyaleta Xwedêgiravî Azerbeycana rojava de ye..
Li Urmiyê dibine mêvanê bijîjkekî ermenî. Rewend û bijîjkê ermenî li ser qetlîama ermeniyan diaxifin. Ev mijar jî mijareke balkêş e ku di nav rûpelên romanê de cih girtiye. Di romanê de behsa şerekî di navbera gerîla û leşkerên artêşa tirk de tê qal kirin. Hêza artêşa tirk bi helîkopteran li her çar aliyên ku gerîla li wir in leşker datînin. Helîkopterên şer jî têne beşdarê şer dibin. Fermandarê hêza gerîla bi bêtêla xwe frekansên bêtêlên leşkeran xirab dike û ew dikeve qenala bêtêla pîlotên helîkopterê û kordînatên şaş dide pilot û berê wî dide cihê ku leşkerên tirkan li wir in. Helîkoptera şer dere cihê ku leşkerên tirk li wir in bombe û gulebaran dike, gelek leşker dikuje. Ew dibêje qey gerîla li wir in. Gerîla jî bi saya vî fermandarê jîr, bieqil, şareza û zanîstê teknîkê ji wê çembera hêzên artêşa tirk xilas dibin. Vebêjê romanê ango nivîskar nav yan jî kodnavê vî fermandarê jîr ê gerîla nade, nabêje ew kîjan fermandar bûye. Dive vebêj di qalkirina vî şerî de nave wî fermandarê bieqil, jîr û zana bigota. Lehengên weha di nav rûpelên romanê/pirtûkê de bêne nav kirin û bêne nasîn hîn baştir e.
Romana Îdrîs Erenç ya bi navê ”Sîwad” romaneke li gor realîzma civakî hatiye afirandin. Roman ji serborî û serpêhatiyên nivîskar pêk tê. Ji xwe di kurtejiyana nivîskar de weke ku tê gotin, ew di sala 1994an de tevlî refê gerîla dibe, 7 sal di çiyan de şervanî dike, di sala 2001ê de li rojhilatê Kurdistanê ji alî dewleta Îranê ve tê girtin. Dewleta Ayetullahan wî radestê dewleta kemalîst a Tirkiyê dikin. Ji xwe tê zanîn ku li hemberê kurdan dewleta komara îdamê û dewleta kemalîst a nîjadperest bi hevre hevkar in. Li dijê kurdan in, destbirakên hev in. Dadgeha komara kemalîst a tirk hetahetayê cezayê giran dide nivîskar. Dema romana wî tê weşandin, ev 23 sal in ku ew li hepisxaneyê ye. Hetanî 30 salên wî li hepisxaneyê temam bibe dive li hepisxaneyê be.
Di romanê de tiştên ku têne qalkirin, têkiliyên însanan, rewşa cerdewanan, jiyana şervanan li çiyayan û gelek tiştên din li gorî felsefeya dualîzma Zerdeştiyê ango bingeha dîtin û ramanên ola Zerdeştî de hene tê rave kirin. Wek tê zanîn di felsefeya ramanên Zerdeştî de başî û xirabî hene. Dualîzma li ser bingeha başî û xirabiyê di naveroka romanê de tê qal kirin. Di rave kirina bûyeran û qalkirina tiştan de ev raman xwe dide nîşandan. Bala min kişand, cerdewanên gundan yên baş û nebaş hene. Ango cerdewanên ku dixwazin gerîlayên şerker, çekdar bikujin û yên ku bi wan re alîkarî dikin hene, kurdên baş û xirab hene.
Rewend bi alîkariya kurdên rojhilat diçe Urmiyê. Li wir gelek tişt têne serê wî. Îxbara wî dikin, pasdar û îtlaat(navê kin ê îstîxbarata dewleta komara îdamê/Îranê ye. Weke Mîta dewleta Kemalîst a nîjadperest e.) diavêjin ser mala ku Rewend li wir e, lê ew di malê de nayê girtin, direve. Lêbelê paşê tê girtin, wî dikine zîndanê.
Di zindanê de çend kesên ku bi îngilîzî diaxifin hene. Ew jî girtî ne. Zilamên Îtlaatê tên wî ji menzela girtiyan derdixin dibine lêpirsînê û paşê jî wî dibine menzela şekcexaneyê û pê şkence dikin. Ajanên Îtlaatê derbarê Rewend de hinek tişt dizanin, lê dixwazin bi devê wî pê bidine gotin. Rewend tu tawanbariyek wan qebûl nake, neaxife. Ew tenê dibêje ku ew kurdê ji başurê Kurdistanê, ji Diyalayê ye. Ango nabêje û qebûl nake ku ew kurdê bakurê Kurdistanê ye.
Di romanê de, di derbarê kongreya 6an a rêxistinê û serîhildana keç û jinên şervan yên di kongreyê de agahdariyên balkêş hene. Kesên ku ji siyasetê hez dikin û bixwazin derbarê wê kongreya 6 de agahdar bibin, dikarin wê beşê bi baldarî bixwînin. Ev agahdariyên derbarê kongreyê de di rojnivîsa Rewend de ne. Dema ew dikeve nav xem , xewn û xeyalan ji bûyerên berê û gerîlatiya wî ya ku 7 sal kiribû, têne ber çavên wî. Wî di rojnivîsa xwe de xem û xeyalên xwe nivîsiye û di nav rûpelên romanê de reşandiye û cih bi cih wan dixwîne, herweha wan pêşkêşê xwendevanan dike.
Di romanê de tişteke ku bala min kişan jî di zîndanê de diyaloga di nav Rewend û kalekî girtî de ye. Ez ê gotinên wî kalî bigrim vir û pêşkêşê xwendevanên ku vê nivîsa min dixwînin/bixwînin bikim. Kurdekî rojhilatê Kurdistanê ku ji alî Îtlaat/îstixbarata Îranê ve hatiye girtin, di zindanê de di menzela ku Rewend tê de ye. Rewnd û kesên girtî ji vî kalepîrî re Xalo dibêjin. Ev kalepîr ango Xalo gotinên gelek balkêş, girîng û rasteqîn dibêje.
”Xalo dipirse: ”neteweyek bi çi tê naskirin?” û bersîva pirsa xwe dide. ”Yek, stran; du, dîlan; sê ziman. Heke em strana xwe bistrên, dîlana xwe bigirin, zimanê xwe bipeyivin û çîroka xwe vebêjin tu hêz nikarin me bişikînin lê heke me strana xwe negot, dîlana xwe negirt û zimanê xwe jibîr kir hewceyî bi êrişên dujminan namîne, em ê bi sirûştî xwe tune bikin, tune bibin.”
Vegotinên Xalo wî/Rewend dide fikrandin. Lewre Xalo sedemên hebûnê ji wî baştir vedibêje; stran, dîlan, ziman. Strana xwe bêje, dîlana xwe bigire, zimanê xwe bipeyive. Sê gotin, sê peyv, sê têgeh. Gerîla strana xwe dibêje, dîlana xwe dilîze lê bi kurdî napeyive. Bi giştî tirkî dipeyive. Tirkî zimanê jiyanê, zimanê perwerde û nivîsînê, zimanê rêxistin û hevdu fêmkirinê ye.
Xalo dibêje: ”Ziman mirov dişibîne xwe, tu bi kîjan zimanî bipeyivî, ew ziman wê te bikêşe nav pencên xwe, tu zimanê kê biaxifî, tu yê mîna wî bifikirî, hestên te, gotinên te, daxwazên te, heta xewn û xeyalên tew ê ber bi wî ve biherikin, tu yê bikevî ser rêya wî êdî ew te ber bi ku ve bibe.”
Gotinên Xalo, rexne û gotinên Îsmaîl Beşîkçî Xoce tine bîra wî; ew jî dibêje; xwe ji zimanê mêtînger û dagirkeran veqetînin, bi zimanê xwe bipeyîvin, biaxifin û bistrên.” Rûpel 334 – 335.
Piştî ku hefteyek bi Rewend şkence dikin wî derdixin dadgeha înqilabê û dadger çend pirs jê dike û ew dişînin hepisxaneyê. Di hepisxaneyê de gelek girtiyên kurd yên endamê partî û rêxistinên rojhilatê Kurdistanê hene. Di nav wan de 3 kurdên bakurî ên ku gerîla bûne jî hene. Ew hersê Rewend nas dikin.
Cara duyem Rewend dibine dadgeha înqilabê. Dadgêr ji bo bê destûr, bê îcaze sînor derbas kiriye, jê re dibêje : ”Te sînor bê destûr derbas kiriye, loma dive tu herî dadgeha Umumiyê.” Dadgeha Umumiyê biryara wî ji Îranê derxistin û di deriyê Hecî Umran de teslîmê dewleta federe a başurê Kurdistanê bikin. Lêbelê îstîxbarata Îranî Îtlaat wî teslîmê dewleta tirk dikin. Dewleta farisên parsekçiyên Ayatullahên hov û yên berê dema Şah de jî hertim bêbext bûne, qeleş bûne. Bi kurdan bêbextî, qeleşî kirine. Dewleta Kemalîst a tirk jî wek wan e. Komara T.C. li ser bingeha dijayetiya kurdan û înkara kurdan bi destê Îngilîzan û bi alîkariya rusan li hemberê kurdan hatiye damezrandin û herdem kurdan qetil kirine, kuştine. Rewendê kurd êdî di destê Jîtema xwînxwar de ye. Fermandarê cendirman ji Jîtemê ye. Ji xwe ew bi devê xwe dibêje ku ew Jît e. Êdî Rewend di destê Jîtemê de ye û roman dixede.
Bi min ev romaneke nîvco ye. Yan jî mirov dikare bibêje ev cîlda yekem a romana serborî û serpêhatiyên Rewend e. Ji teslîmkirina wî a dewleta tirk û piştre çibû? Çi dibe, çi tê serê Rewend, li hepisxaneyên tirkan rewş çawa ye? Tehda, zilm û, lêdan û şkenceyên ku li hepisxaneyan hene? Berxwedan û grevên birçîbûnê yên li hepisxaneyan…Û hwd, divê di berdewama vê romanê de ango di cîlda duyem de binivîse.
Çend gotinên dawî.
Sîwad li gorê hunera romanê romaneke baş e. Naveroka wê xurt e û herweha naverokeke balkêş e. Zimanê wê digel hinek peyvên herêmî, li gor standartên lîteratura kurdî zimanekî baş e, hunerî ye, bi şêweya rastnivîsîna kurdî û qaîdeyên gramatîk hatiye nivîsîn. Li hevûdu hunandina bûyeran, girêdayiya di navbera beşan de, teknîka vegotinê, şîroveyên tiştên gelemperî de û pêşkêşiya raman û hestên netewî, ruhê welatparêziyeke kurdayetî di nav rûpelên romanê de hatine rave kirin.
Di naveroka romanê de gelek tiştên balkêş hene, pêwîst nake ez yekoyek behsa hemû tiştan bikim. Lê, çend tiştên balkêş bala min kişand in. Ew jî ev in: Yek; mirov/xwendevan di serborî û serpêhatiyên Rewend yên di nav cîhana romanê de dibîne ku gerîlayên ku xwedêgiravî gerîla ne, ne li gor normên gerîlatiyê ne, ne perwerdeyeke ku bi rastî, rasteqînî gerîlatî çiye? Gerîlla çawa tevdigere? Jiyana gerîlatiyê divê çawa be? Yanî bi gotineke kin û kurt tevgerên çekdaran, ji bo ji cihek herine cihek din li arebe û otomobîlan siwar bûn, gera wan a li gundan û gelek tiştên wan selepatiye, sportane ye, bê serûber,bê plan û bêduzen e, ne şêweyên gerîlatiyê ye. Ji xwe heger weha nebana 50 hezar gerîla, çekdarên xort û keçên ciwan nedihatin kuştin, şehîd nediketin.
Ya duyem; têkiliyên çekdaran/gerîlan bi cerdewanan re. Ji naveroka romanê diyar dibe ku hinek cerdewan bi gerîlan re alîkarî dikin. Nameya ku Rewend ji Axayê gund re dişîne gelek girîng e. Xwezî rêxistin bi gelemperî bi vê hest û ruhê ku di nameya Rewend de hatiye nivîsîn biparêzta û nêzîkayiya cerdewanan bibana, û bi wan re têkilî daniyana ne ku weke li hinek cihan û bi taybetî li Botanê cerdewanan bi jin û zarokên wan ve bikujta. Li Botanê kurê axayê aşîretek kuştin, tevahiya aşîretê bûn cerdewan. Ev nameya Rewend ji Axa re bi hest û ruhê kurdayetiyê hatiye nivîsîn û bi zimanekî zelal rastiyê pêşberê Axa dike û ew îqna dike.
A sêyem; Zilamekî ji bo azdiya gel, rizgariya welat, ji bo doza netewa kurd û serxwebûna Kurdistanê canê xwe dike feda, çek hildide û dere çiya. Heft sal di nav refê çekdaran de li çiya dimîne, li hemberê leşkerên artêşa tirkên dagirker şer dike, lê paşê ji ber sedemên curbecur ji rêxistinê vediqete û çi tê serê wî? Li Îranê tê girtin ango îxbara wî tê kirin û ew digrin, Îran wî teslîmê komara Tirkiyê dike û dadgeha tirkan cezayê heta heta didinê. Mesela kî îxbara wî kir, kî ew da girtin jî di romanê de bi vekirî nayê gotin lê mirov texmîn dike, ji hinekan guman dike ku ew wî bidine girtin.
Ez wek xwendevanekî hezkirê romanên kurdî vê bibêjim; Îdrîs Erenç gelek baş kiriye ku vê romana serborî û serpêhatiyên xwe nivîsiye. Destê wî xweş. Wî bi vê berhema xwe ya edebî digel 7 salên xwe yên şervaniyê ve ji doza netewa kurd û Kurdistanê re, ji çand, ziman û wêjeya kurdî re xizmetên baş û hêja kiriye. Ez hêvîdarim ku ew li hepisxaneyê romannivîseriya xwe bidomîne, helbestên xwe birêsîne û bi berhemên xwe yên edebî refên pirtûkxaneya kurdî dewlemend bike.