Sinifa siyasî dê kingê rastiya xwe û zivistana siyasî ya Bakurê Kurdistanê nas bike…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Min, piştî bernameya Çarpelê ya di derbarê lawazbûna Tevgera Bakurê Kurdistanê hewce dît ku bi vê nivîsa xwe wê rojane bikim û biweşînim. Lewra min dît ku sinifa siyasî ya kurdperwer hîn rastîya Tevgera Bakurê Kurdistanê û rastîya xwe nas nake.

                                       *****

Rewşa Tevgera Bakurê Kurdistanê ji aliyê her kurdekî ve tê qebûl kirin ku ne baş e. Ji wê girîngtir jî ji aliyê gelek kesan de jî tê diyar kirin ku li Bakurê Kurdistanê tevgereke neteweyî ya sosyalojîk û hemû kategoriyên civatê temsîl dike tune ye. Ev yeka jî bi rêza, “Tevgera Bakurê Kurdistanê li hemberî bûyerên mezin bêdeng e”, tê terîf kirin.  Loma jî neteweya kurd li Bakurê Kurdistanê bê xwedî ye û daxwazên netewya kurd nayên ser zimên. Li hemberî Dewleta Kolonyalîst ya Tirk têkoşînek xurt tune ye. Li hemberî projeya dewletê PKKê û xirabiyên wê mixalefet nayê meşandin.

Hîç şik tune ye ku rewşa Tevgera Bakurê Kurdistanbê bê sebep ne di vê ehwalê de ye. Gelek sedemên bingehî û stratejîk yên vê rewşê hene.

Loma jî min di sernivısa xwe de diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê zivistan heye. Ev zivistana jî domdar e.

Ji bona ku em vê rewşê îzah bikin û ji vê rewşê xelas bibin, divê sedemên vê rewşê bê dîyar kirin. Ji bona ku ev sedeman jî ji holê rabin, rê û rêbaz bên dîyar kirin.

Dema ku li Bakurê Kurdistanê rewşa Tevgera Neteweyî bê şirove kirin, em tespît dikin ku tevgera Bakurê Kurdistanê di çend qonaxan re derbas bûye. Li Bakurê Kurdistanbê heta nûha 3 bihar û 3 zivistan hatin jiyandin. Di vê qonaxê de jî zivistan heye.

DI TEVGERA BAKURÊ KURDISTANÊ DE BIHARA YEKEMÎN…

Di Tevgera Bakûrê Kurdistanê de bihara yekemîn, piştî salên 1919an dest pê kir. Dewleta Tirk, piştî ava bû, neteweya kurd tune qebûl kir, mafên wê yên milî bi tevayî xesip kir. Kurdistan dagîr û kolonîze kir.

Loma jî neteweya kurd, rêxistin û pêşengên wê gelek vekirî li dijî siyaseta Dewleta Kolonyalîst a Tirk mixalefet kirin. Daxwazên xwe gelek aşkere anîn ser zimên.  Di destpêkê de riya aşitî û siyasî meşandin. Hezar mixabin dema ku riya siyasî ji bona çareseriyê nebû derman, wê demê li hemberî siyasetên kolonyalîst û nîjadperest yên dewletê; serhildan organîze kirin. Ev serhildanan heta dawiya sala 1938an domand. Serhildanên nerteweyî gelek mewzî jî qezenç kirin. Hezar mixabin dewletê bi awayekî milîter û bi şidetê tevgerên neteweyî yên Kurdistanê şikand. Qetlîam pêk anî. Kurd ji welatê wan dûrxist. Serok û pêşengên wan kûştin.

ZIVISTANA TEVGERA NETEWEYÎ YA BAKURÊ KURDISTANÊ YA YEKEMÎN…

 Piştî ku serhildanên Kurdistanê bi qetlîaman hatin temirandin, Kurdistan hat vala kirin û sirgûna komî pêk hat û serokên Kurdistanê bi awayekî awarte û bê hiqûq hatin darda kirin, li Bakurê Kurdistanê tirseke mezin çêbû. Ji mafên milî yên Kurdistanê nehat qal kirin. Rêxistinkirina gel û mixalefeta milî hat qedexe kirin, bi awayekî tund hat siza kirin. Berdêla bi kurdî qisekirinê gelek giran bû. Kesên kurdî qise dikirin, bi malî û bi hepisê hatin siza kirin.

Li Bakurê Kurdistanê bi her awayî zivistana tevgera neteweyî dest pê kir. Bê dengîyeke kûr hat rojevê.

BIHARA DUYEMÎN YA TEVGERA NETEWEYÎ YA BAKURÊ KURDISTANÊ…

Zivistana tevgera neteweyî ya Bakurê Kurdistanê gelek bi şidet û bi zehmetî domand. Berîya salên 60yî de qeşeya zivistana siyasî ya Bakurê Kurdistanê dest bi helandinê kir.

Kurdên xwendevan di sala 1949an de bi bandora vegera Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetan dest bi livandineke neteweyî kirin. Lê ev livandin û tevgera, temen dirêj nebû. Ew kesên tevdigerîyan hatin hepis kirin.

Lê tevgerandina neteweyî ya kurdan li wir nesekinî. Xendevanên kurd li bajarên Tirkan wek Stenbol û Enqereyê, xebatên rêxistinî yên mehellî, weşanên cûr be cur meşandin. Encama van xebatan di sala 1963an de grûbek xwendevanê kurd hatin hepis kirin. Ew gruba hatibû hepiskirin, bes xwendevanên ji Bakûrê Kurdistanê nebûn, xwendevanên sê beşên Kurdistanê, Beşa Bakur, Rojhelat, Başûr bûn.

Di hemandem de xwendevanên kurd di nav Partîya Karkerên Tirkye`yê (TÎPê) de xebata xwe ya kurdewerî meşandin.

Xwendevanên Kurd, “Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê” veşartî ava kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (PDKT) di sala 1965an de ava bû.

Xwendevanên çep jî rêxistinbûna Tevgera Bakurê Kurdistanê ya serbixwe pejirandin. Loma jî bi nasyonalîstên kurd ve rêxistina hevbeş ava kirin. DDKO, di sala 1969an de pêşî li Enqereyê û Stenbolê, pişt re jî li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê ava bû.

Piştî ku PDKT û DDKO ava bû, bi her awayî Bihara Duyemîn ya Tevgera  Bakurê Kurdistanê dest pê kir û di nav kurdan de geş bû û li Kurdistanê piştgirîyeke kîtlewî/girseyî qezenç kir.

Hezar mixabin vê biharê dirêj neajot bi serde zivistan hat.

ZIVISTANA DUYEMÎN YA TEVGERA NETEWEYÎ YA BAKURÊ KURDISTANÊ…

Zivistana duyemîn a Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê piştî Derbaya Leşkerî ya 12ê Adara 1971an dest pê kir.

Pêşketin û kîtlewîbûna Tevgera Neteweyî; xurtbûna şiûra neteweyî ya kurd, ji bona darebeyê wek hecet hat nîşandan.

Hemû rêxistinên Kurdan hatin qedexe kirin. DDKO hatin girtin. Damezênêr, berpirsiyar, endamên DDKO û PDKT û PDK li Tirkiyeyê hatin hepis kirin, li wan êşkence hat kirin. Ew hatin dadgeh kirin bi awayekî derveyî hiqûqa navneteweyî hatin siza kirin.

Kurdperwerên serbixwe, rewşenbîr û nivîskarên kurd hatin hepis kirin, siza kirin.

Li gel eşkenceyên mezin hatin siza kirin.

Axa, mîr, şêx, serok eşîr, meleyên Kurdistanê hatin hepis kirin û êşkence kirin û siza kirin. Sedema girtina wan jî endametiya DDKO û Partiyên Demokrat a Kurdistanê û ji Tevgera Başûrê Kurdistanê û Serok Mele Mistefa Barzanı re piştgirî bûn.

Lê kurd di vê qonaxê de nesekinîn li hepisxanê û li derveyî hepisxanê xebata xwe domandin. Bi taybetî jî li dadgehan berxwedan û parêznameyên siyasî ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê bû mîlad.

Loma ev zivisatan bêqeşa bû û dirêj jî neajot.

BIHARA SEYEMÎN A TEVGERA NETEWEYÎ YA BAKURÊ KURDISTANÊ

Piştî sala 1974an ji bona Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê Bihara seyemîn dest pê kir. Li Kurdistanê rêxistin û partî ava bûn. Tevgera Rizgarî-Ala Rizgarî, Tevgera Riya Azadî, Tevgera Kawa di demekî kurd de bi awayekî veşartî hatin ava kirin. Di TKDPê de guhertin çêbû, bû PDKT-KUK. Tevgera Şivancîya bi navê DDKDê hat meşandin û nasandin. Rêxistinên milî yên kategoriya cûda yên civata Kurdistanê hatin ava kirin. Wek DDKDê, ASDK-DERê, DHKDê û wekî din rêxistin.

Tevger û rêxistinên Kurdistanê xwediyê kûranîyeke sosyalolojîk nebûn. Bi giranî tevgerên çep bûn û îdeolojiyê bûn. Vê yekê ji bona tevgerê lawazîyek çêdikir.

Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê bi wesîteya van rêxistinan di demekî kurt de geş bû. Ji hemû beşên gel piştgirî girtin. Bi awayekî hîn modern ji bona xwe rê û rêbaz, metod neqandin. Li gelek bajaran bi awayekî siyasî bûn desthilatdar. Li gelek bajaran û bajarokan  şaredarî bi destê kurdperweran hatin meşandin.

Li hemberî ev tevgera neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, dewletê bi gelek awayan êriş kir û enstrumanên nû xiste rojevê. PKKê wek projeyekê li hemberî Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê bi kar anî. Lê di van êrişên xwe de nikarî zora tevgera bakûrê kurdıstanê bıbe. loma jî dı heman dem de darbeya leşkerî organîze kır.

Dı 12ê îlona 1980yî de darbe pêk hat. darbeyê hemû rêxıstınên kurdıstanê qedexe kır. Bı awayekîkîtlewî berpırsıyarên rêxıstın û partıyan û kurdperwer hatın hepsı kırın, êşkence kırın, sıza kırın. Gelekên wan kûştin.

Gelek berpirsaiyar û rêvebirên rêxistin û partiyan bûn penaber. Derketin derveyî welêt.

Di wê merheleyê de tasfiyeke gelek xûrt domand.

jı bona tevgera neteweyî ya kurdıstanê qonaxeke nû û nexweş ya dırêj dest pê kır.                   

ZIVISTANA SEYEMÎN YA DIRÊJ YA TEVGERA BAKÛRÊ KURDISTANÊ DOM DIKE…

Piştî darbeya leşkerî roj bi roj tevgera bakûrê kurdistanê ya ku xwedıyÊ kuranıyeke sosyolojîk nebû, ber bi tasfiyeyê çû. dewlet û pkkê dı xebat û projeya xwe de bı serket. 

Tevgera neteweyî bi awayê sosyaolojîk jı holê rabû, bes dı çarçeweya grÛbên bıçûk de hat hepıs kırın. Van grÛban jî bı pıranî partî ne. lê partî mezin nabine, bi gel re nikarin pêwendiyên xwe yê xurt çêkin; bibin partiyên kîtlewî û bersîva tevgera neteweyî bıdın.

Ev zivistina tevgera neteweyî ya bakurê kurdıstanê dom dıke.

Sedema vê ya girîng jî sinifa sıyasî ya heyî ye.

Sinifa siyasî di dema şerê sar de maye. xwe naguhere. gor demê xwediyê zanyarî nîne. Jı gel re biyanî bûye. di tespîta hewcedariya tevgera neteweyî de hosta nîn ın.

Divê ku sinifa siyasî xwe biguherîne. an jî divê nifşeke nû ya siyasî li bakûrê kurdistanê biqewime.

ew bikarin tevgerek arîstokrat ava bikin.

Loma jî rojeva girîng ya tevgera neteweyî ya bakûrê kurdistanê ya Îro ew e.

Divê her kurdperwer li ser vê mijarê û rojevê  xebat bike.

Sinifa siyasÎ bı berpirsîyarî tevbigere. Xwe ji çav derbas bike.

Sinifa siyasî astengbûna xwe ya pêşiya tevgera neteweyî bibîne.

DiyarbekÎr, 06. 03. 2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir