Şingalî dixwazin vegerin ser cih û warên xwe lê nikarin -Video

 

Jiyana koçberên Şingalê yên li kampan ku li benda asayîbûna rewşa bajarê xwe û vegera wan bo malên xwe ne, gihiştiye asteke wisa ku êdî hêviya wan a vegerê nemaye, ji ber vê yekê, ew mayîna li kampan, ji vegera bo bajarekî wêrankirî ku bûye leşkergeh, ewletir dibînin.

Koçberê Şingalî Şakir Heyalî ji K24ê re got: “Jiyana koçberan li kamp û bajaran di zehmetiyê de ye. Ji aliyekî din ve, beşek ji keç û jinên Şingalê di bin destê DAIŞê de mane, eger tîmeke taybet ava bibûya, dikarîbû beşek ji wan keçên Êzidî ji destê DAIŞê rizgar bibûna. Koçberên di kampan de zêde guh bi wan nayê dayîn, divê hikûmeta Iraqê zêdetir û baştir xema koçberên Şingalê bixwe.”

Jiyan û çarenivîsa koçberan, bûye mijareke germ a konferanseke hevbeş a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û şandeke Rêxistina Navdewletî ya Koçberan (IOM) li Iraq û Kurdistanê. Di gotûbêjan de bal hat kişandin ser dayîna alîkariyên zêdetir û şayeste ji bo koçberan.

Rêvebirê Şaxa IOM’ê ya Iraq û Herêma Kurdistanê George Gikauri got: “Em bêguman dixebitin ku aramî li herêmê vegere û koçber vegerin malên xwe. Ji ber ku pêwîstiya wan bi aramî û xizmetguzariyên baştir heye, heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sîngeke berfireh û helwesteke mirovî alîkariya wan dike.”

Rêveberê Zanyarî û Pêwendiyan yê Navenda Hevbeş a Krîzê ya Wezareta Navxwe jî Elî Seîd got, kampên koçberan bi awayekî rasthatinî nayên girtin, kamp dê berdewam bin. Ev jî bû sedema betalkirina biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ya girtina kampan di 30ê Tîrmehê de.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev 10 sal in ji bo çareserkirina pirsgirêkên xelkê û koçberên Şingalê û vegera bo warên xwe, hevahengî ligel hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî kiriye.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *