Rojekê ji roja, zelamekî yexteyar, rîsipî, rû bi nûr, kincni sipî lê dikeve dikana yê zerkir, silavê lê dike û xwe naskirin didi, rûdinê û dibê:
Ez , xêr û sewabê te me!
Zêrkir, lê dinheri û dimizici:
Wele tu mirovekî rû bi nûr e,
“lê ez sewabê teme” çi tişti, qet nebawerim.
Di vê kelîyê de, xort û qîzek dikevin hundurê dikanê û dibên:
Em hazirîya zewacê dikin, zêr ji mer lazime.
Li zêra dinerin, hina diecibînin û dibên vana ji mere biwezinîni û paket bike.
Di vê navberê de qîzik diçi di himbêza şêx de rûdinê.
Yê zêrkir, matmayî dimîni û ji qîzikê re dibê:
Çima tu çû di himbêza şex de rûnişt , ma ne şerme?
Qîzik bi wechekî şaşmayi û bixeyd dibê:
Şêxê çi, himbêza çi?
Rewşa te başe, tu ne nexweşe ne wisa?
Zêrkir şaşo paşo dibe, bi lez bez zêrê wan pakêt dike, parê xwe distîni.
Qîz û xort, zêrê xwe radihêlêni û ji dikanê derdikevin, diçin.
Piştî wan , xort û qîzek din ketin dikkanê û heman tişt gotin:
Wele em hazirîya zewacê dikin, zêr ji mere lazimi.
Hinek zêr ecibandin û gotin:
Evana biwezinîni û paketbike.
Heta ku zêrkir zêr wezinand û paket kir , qîzik jî çû di himbêza şêx de rûnişt.
Zêrkir vêcarê tiştek ji qîzikê re negot.
Dixwest zêrê wan zû bi zû bide wan û ji vê rewşa efsûnî xelas be.
Zêrkir edî bi tevahî ji dest çûbû û şaaaş mabû.
Piştî ku ev qîz û xortê din jî çûn ,
Şex ji zêrkir re got:
Ji te pêve kes min nabîne .
Bes mirovê weke te , dil pakij, xwedî teqwe û îmana temam dikarin min bibînin.
Min ji ter got , ez sewabê teme û ez tişkî ji te naxwazim.
Eva ez diçim , bo rizqê te zêdebibi hatim ba te.
Berî şêx ku ji derê dikanê derkeve destmalek sipî ji bêrîka xwe derxist û dirêjî zêrkir kir.
Heger tu dixwazi sewab û rizqê te zêde bibi , vê destmalê di rûkê xwe bide û hilmbiki.
Çer ku şêx derdikevi , zêrkir destmalê di rûyê xwe dide û hilmeke kûr dikişîne.
Wê gavê , ji ser hişê xwe diçi û dikevi.
Şêx, xort û qîzik vedigerin dikevin dikkanê , zêr û perê heye, hemuya didinhev û diçin.
Di ser bûyerê re çar sal derbasdibe.
Yê zêrkir cardin karê xweyî berê dike.
Rojekê lê dineri ku şêx , qîz û xort û du polîs bi wan re ketin dikanê.
Kêfa yê zêrkir tê û di hundirê xwede dibê , “Waye polisa wan girtîye , xwedê heqê min ji wanre nehişt”
Polis ji herdû alîya daxwaza bahsa bûyerê dike , dibê ka bêjin bûyer çawa pêkhat ?
Her dû alî jî , bûyer çawa qewimîbû , wisa ji polisa re dibejin.
Polis vê carê dibê:
Ger em vê bûyerê tetbîq bikin da ku em zeptê temam bikin.
Bûyerè weke ku pêkhatibû tetbîq dikin .
Û di axirê de şêx destmalê dide destê zêrkir, zêrkir weke cara berê desmalê di wechê xwe dide, hilmdiki û carekdin ji ser hişê xwe deri , bêhiş dikevi.
Şêx, herdû polis, qîz û xort çi zêr û perê li dikkanê hene berhevdikin û diçin.
Encam:
Her ji çar sala carekê hilbijartin pêktên.
Weke hercar hin kes kincê şêxa li xwedikin , diz û keleşa didin dora xwe û heman hîla li me dikin, me dixapînin.
Lê mixabin hîn jî hişê me nehatîye serê me
MERİVNO, ÇEND ROJÊN PÊŞÎYA ME HİLBİJARTİN HEYE,
LI ZÊR Û PERÊ XWE MiQATEBİN!
ŞÎRETEK ŞAMAN WİSA DİBÊ:
DERS , HETA KU TU FÊR BiBE DİDOME !
KURD JÎ DIBÊN:
PEYVA TEMAM Jİ EHMEQARE YE!
Nîşe: Ev çîrok jêgirte û ji tirkî hatiye wergerandin. M.B.