ŞÊX SEÎD rûmeta me ye!

Ji raya giştî re!

Em TDK-TEVGER, zimandirêjîya nîjadperestê tirk û faşîstê navdar Umit Özdag û heqareta li Şêx Seîd kirîye bi tundî şermezar dikin.

Şêx Seîd Efendî, serok û rêvebirê tevgera netweyî ya1925an e. Şêx Seîd û hevrêyên xwe serbilindayî û rûmeta miletê me ye. Ew şehîd û pakrewanên doza Kurdistanê ne û ew dê ebedîyen di dil û mejîyê me de bijîn.

Miletê Kurd dê gotinên nîjadperestê tirk, helwest û bêdengîya dadwerîya tirk bi xebat û tekoşîna ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk bersîv bide.

Hevkarî û yekrêzîya siyasetmedar, rewşenbîr û neteweperwerên kurd, di bûyer û helwestên weha yên li dijî miletê Kurd û kurdistanîyan de,  îro ji her demê bêtir derdikeve pêş.

Baroya Amedê û Komeleya Şêx Seîd bi malbata pakrewanê Kurdistanê Şêx Seîd re, li dijî nîjadperestê tirk dawe vekirine. Daweyê, wek daweya 5 qurişî pênase dikin. Ev tê watwya ku nirxê nîjadperestê tirk û gotinên wî biqasî 5 qurişên tirkan jî pere nake.

Em TDK-TEVGER, palpişt û alîgirê Baroya Amedê û Komeleya Şêx Seîd in!

Bimre dagîrkerî, bimre nîjadperestî, bijî serbilindî û rûmeta pakrewanên Kurdistanê!

Bijî tekoşîna ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk!

TDK-TEVGER

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *