ŞÊX ADÎ NE AFİRANDERÊ ÊZDÎTİYÊ YE Û TEOLOGİYA EZDAHÎTİYÊ GELEKÎ BERİYA DEMA KU ADEM BÊYE AFİRANDİN DE JÎ HEBÛ YE

Li goriya ku ez ji mîtolojiya Ezdahîtiyê fahm dikim, Ezdahî((olperestên ku qet cûdetiyê  naxe nava tu netew û olnên li ser ruyê cîhanê hene) vêga hêjî di zargotina xwe de dibêjin, Xwedê(binêren li Şîrova Xwedê û Qewlê Padşayê çavk.: 1- û 4) pêşîn  Tawisî Melek ji sir û kerametên xwe û dipeyra jî Milyaketên xwedanên  heft tebeqên erd û esman afirandin e. Xwedê nasîn, yanî dînê Ezdahîtiyê gelekî beriya dema ku qalibê Adem bêye afirandin de û hinga Şêx Adî hinek sed – hedên Ezdahîtiyê diguhêze anjî nûjen kirin de jî hebû ye.

Bi dîtina min, tu ewliya, pêxember, xas, qelender, derwêş, mîtolog anjî oldarî Xwedê û Milyaket bi çavên xwe ne dîtine û kesek jî nikare behsa sema,cîhê Xwedê û Milyaketên ku hemû ins û cins afirandine bike anjî bibêje, mala van afîrenderan li filan cîh û deverê ye.

Lê belê, di mîtolojiya Ezdahîtiyê de û bi taybetî jî di şîrova gelek qewl, efsane, diha û stranên ku Ezdahî îmana xwe vêga hêjî  pê nasdikin de mythên meznaya Xwedê, Milyaket û Xwedanan ku di dema beriya afirandina Adem de hebûn e pir eşkere têne xwanê kirin. Dîsa weke ku ez ji Ezdahîtiyê fahm dikim, pêwendiyên di navbêna Xwedê, Milyaket, Xwedan, Horî, Perî û Qelenderan de gelek zelal têne diyarkirin(*2).

Vêca, keremkin ka em li şîrova teolojî û bitaybetî jî li çend sebeqên Qewlên ku Ezdahî îmana xwe vêga hêjî pê nasdikin binêrin. Di temamiya van Qewl û dihayên li xwarê de reseniya baweriya bi Milyaket û Xwedayên Ezdahiyan yên av, agir(roj), hewa û ax(erd)ê di tevayî ya mîtolojî, efsane û stranên Êzdiyatiyê de zelal xwanê dibe.

Keremkin binêrin, di vî “Qewlê Tawisî Melek” de xwanê dibe ku, milyaketan meznaya Xwedê pejirandine û gotine:

Qewl dibêje:

“ Ya Rebî tu hakimê şîfayî
Ya Rebî tu rehmî, keremî, emînî
Ya Rebîtuyî El-semedî, em çû nînîn

Ya Rebî her tuyî hey û tu xuday
Her tu layiqî medih û senay

Ya Rebî tu xaliqî em mexlûqîn
Tu mirazî em daxwazîn“ (*3)

Her wisa keremkin dîsa li şîrova van çend sebeqên Qewlê Padşayî „  jî binêrin.

 

Qewl dibêje:

„Padşê min sir li sem a
Xwedanê şev û roj û dem a
Ji ba wî tê tim kerem a.

Padşê min rebê milyaket e
Rebê her heft sirê bi taqet e
Her heft mêrên bi taqet e.

Padşê min qinyat ava kir ji dir û cewher e
Sipartibû her heft sirên her û her e
Tawisî Melek kire serwer e. “  (*4)

 

Çavk.:19

 

Afirandina Milyaketan(*5)

 Di vê “Diha êvarê” de, ya kû divê her Êzîdîyek her roj berî rojavayê bike, navê her heft Milyaketan têne gotin :

 Diha dibêje:

“Ya Xwedê!

Tu me bidî xatira Ezrayîl, Cibrayîl, Mikayîl, Derdayîl, Şemqayîl, Ezazîl û Esrafîl

Ew in her heft Melikên kibir

Berî Xas, çendî bedîl

Di destan de mifte û kilîl

Ew jî wan e li ber hizreta Melkê Celîl.”(*6)

Her wisa em binêren di vî “Qewlê Şêx û Aqûb” de tê gotin ku, Milyaket ji nûra Xwedê hatine efrandin:

 Qewl dibêje:

„Ew bûn melekên sekinîne
Ji nûra Îlahîne
Xwarina wan El-hemidillla û şukrîne” (*7)

Em  li ber ronahiya temamiya „Qewlê Mûsa Pêxember“(*8), „Qewlê Seremergê“(*9), „Qewlê Tasî-Melek“(*3),  „Diha Êvarê“(*6) û hîna gelekên mîna van de jî dibînin ku, her heft Milyaketên mezin ji nûr û bi rîza Xwedê çêbûne û yek jî ne şirîkê Xwedê ye. Dûre Milyaketan jî, dîsa bi reza Xwedê û ji batiniyên xwe veguhastinên xwezayî, rihilber(jîndar), ins, cins û hemû Xwedanên wan yên li esman û xwezayê afirandine.

Keremkin em li şîrova van çend sebeqên “Qewlê erd û esman„ binêrin.

Qewl dibêje:

„ Ev qewle qewlekî xas e
Esman bi erdî diketin behs e
Erdo tu e‏kerî ez xas e

Erdo tu e‏kerî ez çakim
Ez ne ji jengim û ne ji xakim
Ez ji cewherekî pakim

Erd di bêjtê:

Esmano eslê min û te ji derekî
Em nijarkirîn ji cewherekî
şefeqe li me dikete derekî

şefeqe li me dikete cebêr e
Em xuliqîn li hêr e
Ser min peydabûn naz û ne´met û xêre “(*10)

Her wisa dîsa keremkin binêrin li şîrova van çend sebeqên Qewlê Xwdanan„.

Qewl dibêje:

„Padşê min e
Padşe çêkiriye çiya û deşt e
Neqaşê hemû neqş e.

Padşê min efûkar e
Ji ba wî timtê biryar e
Ji bo dinya û her çar kenar e.

Padşê min dinya çêkir
Bi hed û sed lêkir
Benî Adem tê de xenê kir.“ (*11)

Afirandina Adem (*12)

Weke ku em ji van çend sebeqên „Qewlê afirandina dinyayê“ fahm dikin, Tawisî Melek bi reza û fermanê Xwedê nijada Adem diafirîne.

Qewl dibêje:

Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim ji me re danî
Pê dilovan Adem nijinî

Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim li rûyê dinê danî
Yek ave,yek nûre
Yek axe,yek jî Agire

Xwedawendê me bi rehm e
Diyar kir şaz û qidum e
Hêvênê Adem hevsûr zor tixûm e
Hevsûr geriya,hat hindave
“ (*13)

Ji xwe gava meriv li temamiya Qewlê “Afirandina dinya“(*13) yê, „Şêx Aqub“(*7) û yê „Zebûnî Meksûr“(*14) binêre, eşkere dibe ku Tawisî Melek bi reza tevaya Milyaketan û bi fermanê Xwedê nijada Adem afirandiye.

Qewl dibêje:

„Xwedawendê me înê kir esas e
şemiyê biriye kiras e
Çarşemê kir xilas e“ (*14)

Destpêka şaristaniyê û bawerî anîna bi hêzên Xwezayê (*15)

Weke ku me di ronaya hinek qewl, efsane û dihayên Ezdahîtiyê de dît, ji dema Tawisî Melek nijada Adem û Hawa afirandiye û pêve, êdî hêja zarok û nebiyên Adem li ser axa Mezopotamiya yê dest bi şaristaniyê û bawerî anîna hêzên Xwezayê yên ji xwe mezintir kirine û ew dûre jî li nav dinya yê bela bûne. 

       

Xwedanê rojê Şêşims e ( Wêneyekî mînak:  Çavk.:20)

Belê gava lêkolîner, zane û mîtologên ku li rastiya afirandina şaristaniyê digerin awrieke xwe baş bidine ser dîroka çande û mîtolojiya hemû gel û olên ( yên weke : Amurru, Martu, Subartî, Subarî, Akadî, Azaza, Azuzu, Sumerî, Hurrî, Hattî, Kizzuwatna, Katmuhi, Hîtîta, Sutehî, Gotî, Mîtanî, Îndoî, Naîrî, Arî, Amortî, Lulî, Luwîa, Marî, Kassitî, Arzawa, Urartî, Sassanî, Medî, Heberî, Babilî, Elamita, Keldanî-Asûrî, Şamanî, Kardukî, Kaldahî, Mecûsî, Mazdayî, Sabî, Zerdeştî, Yewnanî; Taoîstî, Çînî, Misrî, Konfuzî, Budhîstî, Belucî, Mongolî, Japonî, Eskandinavî, Kaukasî, Mervanî, Frankî, Friqî, Manî, Farizî, Tatarî, Kazakî, Meksîkî, Litvanî, Yahudî, Byzanzî, Mekedonî, Kapakodî, Romî, Xirîstiyan, Misilman, Hindu, Sikhismî, Bahaî, Elewî, Kakayî, Şebek, Yarsanîyan û hwd.) hene, ewê bivînin ku Xwedê nasîna di dînê Ezdahîtiyê di beriya ya van hemû gel û olên li ser cîhanê hebuye.

            

Wêneyekî mînak: Çavk.:18                                                                    Wênê çavk.:21

Vêca, gava gumana kî li ser vê nirxandina min hebe, bila ew jî rabin wan ceng, rev, kul, îşkence, zilm, nakokî, koçberî, bêtifaqî û hemû fermanên ku dagirkerên Kurdistanê li serê civaka me Êzdiyan kirine şîrovebikin. Bila keremkin hinek ji wan binêrin ku dîroknas û nivîskarên wekî Şaraf xan Bidlisi, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî, Hacî Qadirê Koyî, Cegerxwîn, Muhemmed Emîn Zekî, Osman Sebrî, Seyda Tîrêj, gelek rizgarîxwazên Kurdistanê dinê ku ez nikarim navên wan tevan birêzbikim, û herweha hemû nivîskarên Êzdî yên ku li Yekîtîya Sovyeta berê (Prof.Dr.Qenatê Kurdo, Prof. Dr.Celîlê Celîl, Prof. Dr. Şekroyê Xudo Mihoyî, Prof.Dr. Zerê Yosif, Prof.Dr Celilê Celîl, Erebê Şemo, Tosinê Reşîd, Wezîrê Eşo, Dr. Eskerê Boyîk) hwd.  di berhemên xwe da û bi taybetî jî gelekên di Hewariya(Çavk.:22) Prof û Dr.ê mezin Haciyê Cindî de hatine xwanê kirin,  derman bikin. Anjî derfetên wan hebe, bila ji kerema xwe ra herin mîna Dr. Mehmet Demirtaş(Çavk.:21) li ser wan motifên di nav şikeftên bajarê xerabe, yên ku di nav herêma bajarê Xelat(Ahlat) ê  de hene lêkolîn bikin.

Eger qet jî nikaribin, bila ji kerema xwe re werin li mîtolojî, efsane û stranên Êzdiyatiya yên vêga hêjî zindîne têne şopandin binêrinin. Em bawermendên Ezdahîtiyê vêga hêjî ji Xwedayên esmanî û yên xwezayê(av, agir(roj), hewa(nûrê) û erdê) ra îbadet dikin û di nav zargotina xwe de  vêga hêjî gelek Xwdanan diparêzin û dibêjin:

“ Xwedanê rojê Şêşims e, Xwedanê hîvê melik Fexredîn e, Xwedanê bayê Şêxmûs e, Xwedanê baranê  pîr Mehemed Reşan e, Xwedanê zayinê Xatûna Fexra ye, Xwedanê birûsiyê Şêx Ebrûs e, Xwedanê mirinê Nasirdîn e, Xwedanê pezî Memê Şivan e, Xwedanê marê Şêx Mend e, Xwedanê dûpişkê pîr Cerwan e, Xwedanê Cinan Sexrî Cin e, Xwedanê Qelemê melik Şêxisin e, Xwedanê Leyî û Tofanê Pîra Fate, Xwedanê Dewaran Gavanê Zerav e , Xwedanê hezkirinê, pîrê kiryarê xêr û şerî, xêr û bereketê, şev û rojê û hwd. “ (*16)

Ez hercar li goriya lêkolîn û Êzdînasîna xwe dibêjim, teologiya Ezdahîtiyê bi hezarê salan beriya dema ku Adem bêye afirandin de û  Şêx Adî, yê ku Xwedan – afirenderê hinek sed û hedên Êzdîtiyê ye, hebû ye.

Hêvîdarim rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên dezgeh, mal, komel, ol, çande, partî û rêxistinên Kurdî, zanîn û agedariyên xwe di der heqê dîroka hemû olên li Kurdistanê û bi taybetî jî yên li ser baweriya Kurden resen zêde bikin. Ew jî mîna gelek pispor, zane, ilimdar, nivîskar, rewşenbîr, lêkolînvan û ramanvanên dagirkerên welatê me, mîtolojiya afirandina dinyayê û bingeha mirovatiyê ji bo berjivendiyên civat, ol, dezgeh, rêxistin û kesayeta xwe ne guhêzin. Em bikaribin bi hevre ji vê resenî, heqî û wekheviya di mîtolojiya  HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA YÊ Û BI TAYBETÎ JÎ XIZNA NASNAMA GELÊN KURD E (*17)  re xwedî derkevin.

Kemal Tolan

*Çavkanî

1 – Kemal Tolan – BAWERIYA ÊZÎDIYA YE BI XWEDA

http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/baweriya-ezdiyan-bi-xweda.html

2 – Berdewama vî babetî di , Nasandina Kevneşopên Êzîdiyatiyê, Rûp.:147-190 de ye.

3-Berdewama vî “Qewlê Tawisî Melek“ di: http://yeziden.de/310.0.html?&no_cache=1&sword_list[]=Qewl%EA&sword_list[]=Tawis%EE&sword_list[]=Melek de ye.

4 – Berdewama vî “Qewlê Padşayî „ di Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Rûp.: 22-28.  de ye.     

5 – Berdewama vî  babetî  di Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Rûp.: 38-50 de ye.       

6 – Berdewama vê “Diha Êvarêdi Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Rûp.: 68-70 de ye. 

7 – Berdewama vî Qewlê Şêx û Aqub „ di http://lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=58 de ye.

8- Berdewama vî „Qewlê Mûsa Pêxember“di Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Rûp.:44-48 de ye.     

9- Berdewama vî „Qewlê Seremergê“di Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Rûp.:214- 223 de ye.  

10 – Berdewama vî „Qewlê erd û esman “di Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Rûp.:28- 31 de ye.  

11 – Berdewama vî „Qewlê Xwedanan“di Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Rûp.:184- 189 de ye.           

12 – Berdewama vî  babetî  „Afirandina Adem “di Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Rûp.: 196-212 de ye û binêrin li : http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/afirandina-adem-hewa-u-ezidiyatiye.html

13 – Berdewama vî „Qewlê afirandina dinyayê di Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Rûp.: 15 -21 de ye û binêrin li,  Mîtolojî û dirokaKurdên resenwenda nabe

14 – Berdewama vî „Qewlê Zebûnî Meksûrdi Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Rûp.: 197 -201 de ye

15 – Berdewama vî  babetî  di Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Rûp.: 201-212 de ye.       

16 – Berdewama vî  babetî  di Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Rûp.: 184-190 de ye.       

17 – http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-haveyn.html

18 http://www.cosmiq.de/static/popup_image.php?file=http%3A%2F%2Fstatic.cosmiq.de%2Fdata%2Fde%2Fa5d%2Fc1%2Fa5dc13777e27da2e2cf79f63c1193a9a_1_orig.jpg

  • Motifê Kemal Tolan u şêwekar Muhsen Ali 30.11.09 Oldenburg

20      http://de.academic.ru/dic.nsf/dewiki/1303770

21      Dr. Mehmet Demirtaş, lêkolîna : http://toplumvetarih.blogcu.com/ , http://www.ahlat.gov.tr/default.asp?id=70

22  Heciyê Cindî- HEWARI – Çileyê Paşîn 1999 Stockholm/ Sweden

 

 

Ev babet di K.Tolan, Nasandina Kevneșopên Êzdîtiyê II.izmir 2020, rûp.179-186 de hatiye weșandin

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *