SEROKÊ KURDİSTANÊ MESÛD BARZANÎ DI MIJARA AVAKIRINA DEVLETA SERBİXWE DE HEQ Û RAST E.

SEROKÊ KURDİSTANÊ MESÛD BARZANÎ DI MIJARA AVAKIRINA DEVLETA SERBİXWE DE HEQ Û RAST E. DIVÊ HER KURDEK PIŞTGIRIYA WÎ BIKE. LÊKOLÎN JÎ DIYAR DIKIN KU MİLETÊ KURD Jİ PROJEYA SEROKÊ KURDISTANÊ RE PİŞTGIR E. HEGER EV DERFETA DEWLETBÛNÊ BI KAR NAYÊ MILETÊ KURD ŞANSÊ XWE YÊ DEWLETBûNÊ WENDA DIKE… 

PIRS: Devera Rojhilata Naverast ber bi guhertinên mezin diçe û divê demê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatên xwe yên ji bo encamdana referandumê û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanî çir kirine. Gelo helwesta we li hember pirojeyê serokê Kurdistanê, avakirina dewletek serbixwe çiye?  Hûn xebatên serok Barzanî yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê çewa dinirxînin?” 

BERSÎV: Miletê kurd li Rojhelata Navîn, miletekî qedîm û herêmî/runiştî ye. Ji aliyê aliyê serhejmar da, piştî miletê ereb miletê duyemîn e.  Li Rojhelata Navîn şaristaniyek pêk aniye. Gelek dewletên mezin jî avakirine. Hezar mixabin girêdayî gelek sedeman di qedera kurdan de gûhertinek gelek bêbext çê dibe, kurd ji dewletê bêpar dimînin. 

Hezar mixabin miletê kurd piştî ku ji dewletê bêpar ma, welatê wan Kurdistan, di sala 1639-an de encama Peymana Qesrî Şîrînê bû du parçe û ket bin desthilatdariya Împeratoriya Farisî û Osmanî. Di sedsala 20-an de jî piştî Şerê Cîhanêî Yê Yekemîn encama Peymana Lozanê bû çar parçe. Encama parçebûna Kurdistanê miletê me jî bû çar parçe. 

Gelek miletan derfet dîtin ku bibin dewlet. Miletê me dewleta xwe nikarî ava bike. 

Miletê me ji hemû mafên xwe yên milî bêpar ma û mafên milî yên miletê me hatin xesip kirin. Kurdistan hat dagir kirin û li Kurdistanê statuyeke gelek xerab ji statuya Kolonyalîst ya Klasîk xerabtir çêbû. 

Li hemberî vê statuyê ji bona ku miletê me mafên xwe yên milî qezenç bike, li welatê xwe desthilatdar û rêvebir be, dest bi têkoşîneke bê hempa kir. Ev têkoşîna li hemû parçeyan dom kir. Lê parçeya Başûrê Kurdistanê pêşî di saya Barzaniyan de pişt re jî di saya PDKê û YNKê de xebat û têkoşîn domdar bû. Encam hat girtin. 

Tevgera Milî ya li Başûrê Kurdistanê di bin serokatiya Serok Mele Mistefa Barzanî de hat meşandin, pişt re di bin serokatiya Mesûd Barzanî de dom kir, ji hemû parçayan re rênîşandar bû. Ji tevgera milî ya hemû parçeyên Kurdistanê re derfet çêkir. 

Tevgera Başûrê Kurdistanê ya milî, ji derveyî Komara Kurdistanê ya Mehabadê, ji aliyê desthilardariya miletê me de û qezençkirina statuya siyası ya serbixwe de  encamgirtî bû. 

Piştî Serok Barzanî û hevalên xwe di sala 1958-an de vegeriyan Kurdistanê û Iraqê, hikûmeta navendî ya Iraqê makezagonek nû qebûl kir. Di wê makezagonê de hat qebûl kirin ku li Iraqê du milet hene. Ew miletan jî, Kurd û ereb in. Dîsa di makezagonê de hat pejirandin ku Kurd, li Kurdistanê rêvebir û desthilatdar bin. 

Pişt re ev projeya nemeşiya. 

Wek tê zanîn Encama Şoreşa îlona di sala 1961-an de dest pê kir. Encama vê şoreşê hikûmeta merkezî bi taybetî jî cûntaya Baasiyan qebûl kirin ku li Kurdistanê otonomî ava bibe.Peymana 11ê Adra 1970yî ya pîroz pêk hat. Miletê kurd li welatê xwe desthilatdar bû. Li Kurdistanê desthilatdariyek gelek xûrt çÊbû. Ev desthilatdariya xwediyê 100 hezar pêşmerge û 100 hezar milîs bû. Hezar mixabin piştî şerê Kerkukê ya sala 1974-an Otonomiya Kurdistan hat hilweşandin. 

Lê li Başûr xebat û têkoşîna milî ranewestiya. Piştî Şerê Kendavê (Korfezê), li Başûrê Kurdistanê miletê me dîsa derfet dît ku bibe desthilatdar. Meclîsê û hikûmeta xwe ava kirin. 

Di wê qonaxê de pêşî PDKê di bin serokatiya Mesûd Barzanî de biryara federalîzmê girt. Pişt re jî YNKê ev biryara girt. Pişt re jî Meclîsa Kurdistanê biryar da ku Iraq bibe dewletek federal. Kurdistan heta sala 2003-an wek dewletek federe tevgeriya. Bi dinyayê re pêwendî çêkir.. Avayiyên xwe pêk anî. 

Emerîka û hevalbendê wê biryar dan ku rejîma baaasê ya dîktatorî û faşist ji holê rakin. Ji bona miletê me  derfetên nû derketin. Rejîma Baasê di sala 2003-an de hat hilweşandin. 

Piştî hilweşandina rejîma Baaasê, li Iraqê modela nû ya dewletê hat rojevê. 

Wê demê du model, modela federalî û modela eyalatan dihat niqaşe kirin. Hezar mixabin giranî li ser modela eyaletê bû. Celal Talabanî jî bi Emerîkayan re li ser modela eyaletê li hev kiribûn. Celal Talabanî biryara Meclîsa Kurdistanê dabû aliyekî. Gorî wê modelê Iraq dê bibûya 18 eyalatan. Ev jî dihat wê wateyê ku Kurdistan ji nûve dê parçe bibe. 

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xûrtî li dijî meodela dewleta eyaletê derket. Di bîrûreyên xwe de jî bi serket. Di encamê de li Iraqê Dewleta Federal di sala 2005an de encama referandûmê hat pejirandin. 

Avabûna dewleta federal li Iraqê û dewleta federe li Kurdistanê esera Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ye. 

Kurdan bi tevayî,rêxistinên Kurdistanê û bi taybetî jî Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bona ku dewleta federal bijî û xwe ava bike, hewildeneke xûrt nîşan dan. 

Hezar mixabin nîjadperestiya Malîkî û terefên din yên ereb rê li pêşiya dewleta federal girtin. 

Loma jî Serokê Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê biryar dan ku dewleta serbixwe ya Kurdistanê û dewleta konfederal ava bikin. 

Ji bona vê yekê jî gelek hazirî hatine kirin. Referandûma dewleta serbixwe ya Kurdistanê di rojevê de ye. 

Gorî baweriya min ji bona îlankirina dewleta Kurdistanê referandûm jî ne hewce ye. 

Miletê kurd jî wek her miletekî mafdar e ku dewleta xwe ava bike. 

Li Başûrê Kurdistanê şertên avakirina dewleta serbixwe pêk hatine. 

Bi tesîra îranê Dijbûna Goranê û beşek YNKê û PKKê, li Kurdistanê nikare van şertên êrinî ji holê rake. 

Miletê kurd pişgiriya dewleta serbixe dike. Li bajarê Sileymaniyê jî, miletê me ji % 76 piştgirê dewleta serbixwe ye. 

Ez di encam de dibêjim ku: SEROKÊ KURDİSTANÊ MESÛD BARZANÎ DI MIJARA AVAKIRINA DEVLETA SERBİXWE DE HEQ Û RAST E. DIVÊ HER KURDEK PIŞTGIRIYA WÎ BIKIN. LÊKOLÎN JÎ DIYAR DIKIN KU MİLETÊ KURD Jİ PROJEYA SEROKÊ KURDISTANÊ RE PİŞTGIR E. HEGER EV DERFETA DEWLETBÛNÊ BI KAR NAYÊ, MILETÊ KURD ŞANSÊ XWE YÊ DEWLETBÛNÊ BI TEVAYî WENDA DIKE. 

Amed, 25. 09. 2016 

Îbrahîm GUÇLU

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir