Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk Li Mêrdîn Axaft:

‘’Teqînên Stenbolê û Qeyserîyê rê ji sîyaseta şowenî, wêrankirin û şerî re xweştir dike’’

Serokê Giştîyê PAKê Mustafa Ozçelîk roja 18.12.2016an li gel endamên Komîteya Bireveberîya Navendî ya PAKê Faîz Eşîn û Abdurahman Ecer û endamê Meclîsa PAKê M.Alî Yilmaz seredana Teşkîlata Mêrdîn a PAKê kirin.

Mustafa Ozçelîk li  gel heyeta li gel wî, li Teşkîlata Mêrdîn , bi endam û rêveberên PAKê  re civînek lidar xistin.

Di vê civînê de  di derbarê xebatên PAKê yên giştî de agahadarî  hate dayin û li ser xebatên PAKê yên Mêrdînê agahdarî hatin wergirtin; herweha ji bo pêşde birin û geş kirina xebatên PAKê yên giştî û yên herêmî, nêrîn û pêşniyarîyên rêveber û endamên Teşkîlata Mêrdîn hate wergirtin. Civîn bi berhemdarî bi dawî hat û nexşerêyeke nû ya xebatê jibo Mêrdîn û der û dora wê hate tesbît kirin.

Serokê Giştî yê PAKê, Mustafa Ozçelîk herweha li Teşkîlata Mêrdînê li gel rêveber, endam, alîgir û dostên PAKê civînek lidar xist.Nûnerên hinek partîyên sîyasî yên ji bakur û rojavayê Kurdistanê jî beşdarî vê civînê bûn. Mustafa Özçelîk di vê civînê de bîr û rayên PAKê yên di derbarê rojeva her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkîyê anî zimanî. Berîya vê civînê , Mustafa Ozçelîk li gel rojnamevan û dezgehên ragehandinê civîneke çapemenîyê lidar xist.

Piştî civîna çapemenîyê Serokê teşkîlata Mêrdîn Bedran Acar kurte axaftinek kir û got ‘’Serokê partîya me di derbarê rojevê de bîr û rayên partîya me bi we re parve bike’’ û Mustafa Ozçelîk dest bi axaftina xwe kir.

Mustafa Ozçelîk, di destpêka  axaftina xwe ya di civîna li gel rewşenbîr û sîyasetvanên Kurd û endam û dostên PAKê de  bal kişand li ser şer û teqînên li Tirkîyê û Kurdistanê. Mustafa Ozçelîk got ‘’Nuha ji alîyekî ve li nav bajaran bi teqînan hem sivîl , hem jî leşker û polis têne kuştin; ji alîyekî ve jî nîjadperestên Tirkan êrîşî  ser baregahên HDPê dikin. Em van hemû êrîşan şermezar dikin.Bi rastî jî me ev fîlma berê jî dîtî bû. Aktorên wê û teknolojîya wê hinekî cuda bin jî, me ev fîlma di berîya darbeya eskerî ya 1980yî jî  dîtî bû.

Dewleta Tirkîyê dixwaze hemû destkeftîyên gelê Kurdistanê û hemû rêyên sîyasî, demokratîk û sîvîl yên têkoşîna doza azadîya Kurdistanê ji holê rabike. Dewleta Tirkîyê ji wê pêla mezin ya serxwebûna Başûrê Kurdistanê ditirse, ji bayê destkeftinên li Rojavayê Kurdistanê ditirse, ji vejîn û hişyarbûna bi milyonan Kurdên Bakurê Kurdistanê ditirse. Ev tirsa çavê Dewleta Tirkîyê kor dike; wekî hespeke hêç wê li vê de û wê de dipengizîne.

Paradîgmaya Dewleta Tirkîyê  ew e ku dibêje  ‘Divê Kurd li tu derên cîhanê tu mafî bidest nexin’. Û ji bo ku Kurd li tu derê tu tiştî bidest nexin, çi ji deste wê tê texsîr nake’’. Ev sîyaseta pûç ya Dewleta Tirkîyê eve 93 sale her berdewam e; û şik tê de tuneye ku  dê Dewleta Tirkîyê di vê siyasetê de bişkê.

Em careke din bangî Dewleta Tirkîyê dikin, ‘Êdî bes e. Bi şer û kuştin û girtinan ne miletê Kurd, ne jî doza azadîya Kurdistanê ji holê radibe. Şerî rawestînin û li gel hemû partîyên Kurdan pêvajoya çareserîya sîyasî ya rasteqîn destpê bikin’’.

Mustafa Ozçelîk got  ‘’Teqînên Stenbolê û Qeyserîyê rê ji sîyaseta şowenî, wêrankirin û şerî re xweştir dike. Ev teqînan , van êrîşan destê Dewleta Tirkîyê xurtir dike ku êrîşên xwe li ser gelê me zêdetir bike. Ewên ku van êrîşan lidar dixin û piştgirên wan kî dibe bila bibe, bi çi armancê dikin bila bikin; her di encamê de ji şowenîstan, ji faşîstan, ji dijminên miletê kurd, ji dijminên destkeftiyên Kurdan re rê xweştir dikin. Bi taybetî jî divê PKK demildest dest ji van çalakîyan berde.Mafê tu kesî tune ye ku bi van sîyasetên xelet û xeter, zeraê bide doza miletê me, pêşeroja miletê me têk bidin’’.

Mustafa Ozçelîk di berdewamîya axaftina xwe de got ‘Divê hemû Kurdên ku li himberî vî şerî ne , helwesteke zelal bigirin û bêjin ‘milete Kurd bi qirkirina  ji holê ranabe, ev şer û tûnd û tûjî dê nikaribe rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire. Şerê PKKê zerarê dide gelê Kurdistanê.Tu plan û projeyên  Dewleta Tirk yên dixwaze miletê me bişkîne, dê bisernekeve.

PAK stargehek e, hêvîyek e, rêbereke ji bo şikandina proje û planên xêrnexwazên miletê Kurd . Divê hemû hêzên millî, azadîxwaz, demokrat Kurdistanî bibin yek; heger îro ev pêk neyê jî, divê em PAKê xurtir bikin da ku em bikaribin pêşewanîyeke rast û zelal ji gelê Kurdistanê re bihûnin’.

Mustafa Ozçelîk wekî nirxekî netewî pêwîstîya lêxwedî derketina ala Kurdistanê anî zimanî û got ‘PAK di roja Ala Kurdistanê de li 5 bajarên bakurê Kurdistanê û li 2 bajarên Tirkîyê Roja Ala Kurdistanê bi semîner û panalen pîroz kir. Eve ji bo PAKê cîhê şanazî û serbilindîyê ye’.

Di berdewamîya axaftina xwe de Mustafa Ozçelîk  careke din dubare kir ku ‘Serxwebûna başûrê Kurdistanê êdî zerûrîyetek e û dê tu kes nikaribe rê li ber bigire’.

Mustafa Ozçelîk di derbarê hevkarî û tifaqên netewî, yekitîya sîyasî , guhertinên Destûra Tirkîyê û Sîstema Serokatîyê, rewşa Rojava û Rojhilatê  Kurdistanê û sîyaseta Serokê  nû yê Emerîkayê Donald Tramp de bîr û bawerîyên xwe anî zimanî.

Civîna li Teşkîlata PAKê hate lidarxistin, bi pirs û gotarên beşdaran û bi bersîvên Mustafa Ozçelîk bidawî hat. Civîn di atmosfereke berhemdar de derbas bû.

19.12.2016

Buroya Çapemenî û Ragehandinê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *