Serokê Giştî yê PAKê li Wanê axaft!

“Xurtkirina hişmendîya PAKê dê yekkirina potansîyela milî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî hêsantir bike”

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, li gel Cîhgirê Serokê Giştî Nurullah Timur û rêveberê Teşkîlata Amedê Suleyman Alış, roja 15.05.2017an seredana Teşkîlata Wanê ya PAKê kir. Li vê derê, endamên Meclîsê, rêveber, endam û dostên PAKê yê Wanê pêşewazîya wan kirin. Gelek sîyasetmedar, rewşenbîrên Wanê jî beşdarî civînê bûn.

Civîn bi xwendina sirûda netewî  “Ey Raqîp” û bi rêzgirtina ji bo Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê destpê bû.

Mustafa Özçelik di destpêka axaftinê xwe de  roja hemû dayîkan pîroz kir û got ku:

“Heta niha tu mêzîn çênebûye ku bikaribe qiymeta ked û hezkirina dayîkan biwezinîne”.

Paşê Mustafa Özçelik  gul radestî her dayîkeke ku beşdarî civînê bûye kir û roja dayîkan li wan pîroz kir.

Mustafa Özçelik di axaftina  xwe de giringî û rola komxebata PAKê ya ku li 7ê Gulana 2017an de li Amedê lidarketibû anî ziman û got:

“Divê em Kongreya xwe ya yasayî ya ku di payîza 2017an de emê li Enqereyê li dar bixin jî  bi van hestê neteweyî û girseyî li dar bixin.”

Mustafa Özçelik di axaftina xwe de balkişand ser pêwîstîya xebata piralî ya sîyasî ya li Bakurê Kurdistanê û got:

“Wek partîyeke sîyasî divê em xwe bi rê, rêbaz û fikrên teng sinûrdar nekin, doza miletê xwe bes di rengên ‘’reş an spî’’yê de nefetisînin. Divê em di her warê jîyanê de xebata xwe bimeşînin. Divê em jibo daxwazeka xwe ya herî biçuk heta bidestxistina azadîya welatê xwe em giringîya hemû destkeftinan bizanibin”.

Di derbarê serxwebûna Başûrê Kurdistanê de jî  Mustafa Özçelik wiha got:

“Em piştgirîya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin. Serxwebûna Başûrê Kurdistanê êdî wek pêwîstîyeke berdewamkirina jîyana gelê me yê Başûrê Kurdistanê di rojevêde ye. Gelê me li Başûrê Kurdistanê bi aborîya xwe, bi hêza Pêşmerge, bi rêvebirina xwe ya dezgehên dewletî li gel hemû kêmahî û pirsgirêkên xwe jî dikare wek dewletekê xwe îdare bike”.

Mustafa Özçelik girîngîya xurtkirin, geşkirin û pêşdebirina PAKê de wiha anî ziman:

“PAK bi xebat, bi hişmendî û bi fedakarîyên xwe nîşan daye ku di dilê gelê me de hêdî hêdî cihê xwe digire. Bi girseyîbûnê û bi vê hişmendîya xwe PAK dê rêya yekkirina potansîyela milî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî ya li Bakurê Kurdistanê xurttir û hêsantir bike.”

Jibo hevkarî û tifaqên netewî yên li Bakurê Kurdistanê jî Mustafa Özçelik got:

“PAK heykeleke esasî ya hûnandina tifaq û hevkarîyên neteweyî û ruhê Kurdistanî ye. Em di vê meşê de amade nin. Ji gavên biçuk heta yên mezin tifaq û hevkarîyên netewî de  em amade ne rolek esasî bilehîzin.”

Civîna Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ya li Wanê bi pirs û bersivan û axaftînên beşdaran di atmosfereke berhemdar de bidawî  hat. Di dawîya civînê de endamên PAKê yên Wanê bi pasteyekê rojbûna Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik pîroz kirin. Mustafa Özçelik jî got:

“Spas jibo vê dilsozîya we. Ez gelek hestîyar bûm. Hêvî dikim di doza azadîya Kurdistanê de her bi van hestan emê bi hevdu re bimeşin û bigihîjin aramanca xwe.”

14.05.2017

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *