Serok Barzanî: Tawanên li dijî gelê Kurdistanê ji encama zihniyeta şovenîst a desthilatdarên berê yên Iraqê

Serok Barzanî di 41emîn salvegera jenosîda Barzaniyan de ragihand, “Ew tawanên ku li dijî gelê Kurd hatine kirin, hemû jî ji encama zihniyeta şovenîst, xwesepîn û nemirovane ya desthilatdarên berê yên Iraqê bûne.”

Peyama Serok Mesûd Barzanî:

Rejîma berê ya Îraqê bi kiryareke nerewa û bêwijdane, 8 hezar Barzaniyên ciwan û pîr ji temenê neh heta neh salî û heta nod salî girtin, tenê ji ber ku Barzanî û Kurd bûn, li çolên başûrê Iraqê bi awayekî nemirovane komkujî kirin. Ev tawan beşek bû ji destpêka zincîreya tawanên ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve ji bo jinavbirina gelê Kurdistanê hatiye kirin, destpêkê ji windakirina 12 hezar ciwanên Feylî û heta Enfal, kîmyabarana li seranserê Kurdistanê, erebkirin, koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografiya Kurdistanê.

Di 41 saliya Enfala Barzaniyan de, em silav li giyanê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê dikin. Her wiha spasiya gelê bi emek ê Kurdistanê, bi taybetî xelkê deşta Hewlêr, Herîr û Soranê dikin ku di wê dema tehl de hevsozê Barzanîyan bûne û alîkarîya wan kirin. Em spasiya kesûkarên qurbaniyên Enfalê, bi taybetî dayîk û jinên Barzaniyan yên ku bûne mînakên xweragirî û qehremaniyê bûn û azar bendewariyê, dûrbûn û wendakirina kesûkarên xwe dîtine, dikin.

Ew tawanên ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin, hemû jî ji encama zihniyeta şovenîst, xwesepîn û nemirovane ya desthilatdarên berê yên Iraqê bûne. Ev zîhniyet ji bo hemû gelên Iraq û herêmê, bûye sedema sereke ya paşketin, êş û karesatê.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *