Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Desteya Serokatiya ENKSê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 7ê Gulana 2024an, pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên siyasî li Sûriye û navçeyê hatin gotûbêjkirin û herwiha behsa rewş û jiyana welatiyên Kurd û astengî û pirsgirêkên li pêşiya aliyên siyasî û welatiyên Kurd li Sûriyeyê hatin kirin.

Paşeroja Kurdan li Sûriyeyê û hevkêşeya siyasî û navdewletî yên bandorê li ser rewşa Sûriyeyê, mijareke din a hevdîtinê bû.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *