Serok Barzanî: Leyla Qasim mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya Kurdan e

Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 12.05.2025) di salvegera 51ê ya sêdaredana Leyla Qasim û hevalên wê de peyamek li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê parve kir.

Ev jî peyama Serok Barzanî ye:

Leyla Qasim mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurd e. Ew li ber singê stemkaran rawestiya û pişta xwe da jiyanê û şehîd bû lê bindestî qebûl nekir.

Di salvegera pêncî û yekê ya sêdaredan û şehîdkirina Leyla Qasim û hevalên wê de, em bi hezaran silavan ji bo canê wan ê pakij û canê tevaya şehîdên rêya azadiyê dişînin. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *