Serok Barzanî: Em rê nadin ku mijarên xerîb li ser Kurdên Êzidî werin ferzkirin

Serok Barzanî diyar kir, ew rê nadin ku “mijarên xerîb” li ser Kurdên Êzidî werin ferzkirin û piştevaniya xwe ya ji bo wan dupat kir.

Serok Mesûd Barzanî îro li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Mîrê Kurdên Êzidî Hazim Tehsîn Beg û şandeyeke pê re pêşwazî kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Barzanî di hevdîtinê de behsa hewlên hin aliyan a destnîşankirina mîrekî Êzîdiyan li Bexdayê û destwerdana di karûbarên Kurdên Êzidî de kir û got:

“Em bi hemû hêza xwe piştgiriya xwişk û birayên xwe yên Êzidî dikin û rê nadin ku mijarên xerîb bi ser wan de werin ferzkirin.”

Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku Kurdên Êzidî “beşeke ezîz a gelê Kurdistanê ne.”

Serok Barzanî ji Kurdên Êzidî xwest ku li urf û adetên xwe xwedî derkevin û nehêlin dengên xerîb bandorê li civaka Êzidiyan bikin.

Mîrê Kurdên Êzidî Hazim Tehsîn Beg û şandeya pê re ji bo palpiştiya Êzidiyan û dilgiraniya xwe ya ji bo aramî û pêkvejiyan û yekrêziya di navbera Kurdên Êzidî de spasiya Serok Barzanî kir.

Şandeyê herwiha daxwaz ji Serok Barzanî kir ku di piştgîriya daxwazên wan de berdewam be û rê li hemû hewldanên parçekirina Kurdên Êzidî bigire.

Li Bexdayê 15ê Nîsanê Selîm Necman Beg ku ji malbata mîrektiyên Kurdên Êzidî ye, wek mîr hat naskirin û merasîmek ji bo wî hat lidarxistin lê vê yekê karvedan bi xwe re anîn.

Cîgirê Mîrê Kurdên Êzidî li Cîhanê Cewher Elî Beg ji Rûdawê re got:

“Em ji bilî Mîr Hazim nîşankirina kesekî wek mîr red dikin.

Ji ber ku di dema xwe de piraniya malbatên mîrektiyên Kurdên Êzidî razî bûn ku Mîr Hazim bibe mîr û nûnerê malbata ew kesê ku niha xwe wek mîr dide naskirin jî razî bûbû.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *