Serok Barzanî: Em hêvîdar in di sala nû de aştî û pêkvejiyan li navçeya me pêk were

Serok Mesûd Barzanî îro bi boneya hatina serê sala nû peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got: “Bi boneya serê sala nû, germtirîn pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyan dixwazim.”

Derbarê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de Serok Barzanî got: “Cihê xweşhaliyeke mezine hilbijartina Parlemena Kurdistanê li cotmeha derbasbûyî bi serkeftî hate encam dan û li vê hilbijartinê da gelê Kurdistanê peyam û daxwaza xwe bi zelalî gihand. Her li ser vê bingehê jî divê bersîva deng û daxwaziyên xelkê Kurdistanê bê dayîn. Ewe jî li rêya zûtir pêkanîna kabîneya dehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ji bo ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan û bernameyên xwe yên ji bo xizmetkirina xelkê Kurdistanê bi cîh bike.”

Li ser rewşa Sûriyeyê jî got: “Rûdan û guhertinên Sûriye ji bilî wê yekê bandorê li ser rewşa navçeya me û hevkêşeyan dike, li heman demê de jî derfeteke nû ye ji bo gelên Sûriye ku li rêya diyalog û hevdû têgihiştinê da bingeheke bi hêz ji bo pêkvejiyan û aştî û aramiyê ava bikin.”

Deqa peyama Serok Barzanî ya bi boneya serê sala nû ya zayînî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya zayînî, germtirîn pîrozbahiyê li welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Cihê xweşhaliyeke mezine hilbijartina Parlemena Kurdistanê li cotmeha derbasbûyî bi serkeftî hate encam dan û li vê hilbijartinê da gelê Kurdistanê peyam û daxwaza xwe bi zelalî gihand. Her li ser vê bingehê jî divê bersîva deng û daxwaziyên xelkê Kurdistanê bê dayîn. Ewe jî li rêya zûtir pêkanîna kabîneya dehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ji bo ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan û bernameyên xwe yên ji bo xizmetkirina xelkê Kurdistanê bi cîh bike.

Tekez li wê yekê jî dikîn ku pêwîste li çarçêweya destûr û rêkeftinan û li rêya diyalog û hemahengiya di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kêşeyên di navbera her du aliyan bêne çareser kirin û êdî astengiyan ji bo mafên xelkê Kurdistanê neyên dirust kirin.

Di demek da ber bi destpêka sala nû diçîn ku navçeya me li rewşeke hestiyar da derbas dibe. Rûdan û guhertinên Sûriye ji bilî wê yekê bandorê li ser rewşa navçeya me û hevkêşeyan dike, li heman demê de jî derfeteke nû ye ji bo gelên Sûriye ku li rêya diyalog û hevdû têgihiştinê da bingeheke bi hêz ji bo pêkvejiyan û aştî û aramiyê ava bikin. Navçeya me êdî nikare li hember kêşe û tundî û teror û nearamiyê raweste, ji bo wê yekê pêwîste hemû aliyek pişta xwe bi zimanê diyalog û hevdû têgihiştinê girêbidin û înkarî û bişavtina neteweyî û olî dûr bikevîn. Divê hemû aliyek bizanin xwesepandin encama xwe nabe.

Hêvîdar în li sala nû da aştî û pêkvejiyan xwe li ser navçeya me da bikêşê. Ji xwedayê mezin hêvîdarim gelê me ji hemû cûre nexweşî û êş û karesatan bi dûr bixe.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *