Serok Barzanî: Careke din ji pişt ve xencerek li gelê Kudistanê dan

Mesûd BARZANÎ

Serok Barzanî derbarê pesendkirina projeyasaya deynên navxwe ya Iraqê peyamek belav kir û di wê daxuyaniyê de Serok Barzanî da zanîn careke din aliyên siyasî yên Iraqê careke din ji pişt ve xencer li gelê Kurdistanê dan.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Gelek mixabin careke din aliyên siyasiyên Iraqê bi şîe û sunne ve li Encûmena Nûnerên Iraqê xencer li pişta gelê Kurdistanê dan, budçe û rizqê xelkê Kurdistanê wekî kartek ji bo guvaş xistina li ser Herêma Kurdistanê bi karanîn.

Eve di demek daye ku di dema derbasbûyî de çendîn car rêkeftin li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de hatiye îmza kirin, lê belê rêkeftin nehatine bi cîhkirin.

Em wê yasaya Encûmena Nûnerên Iraqê ku bi bêyî ber çavgirtina bingehên hevbeşî û rêkeftinan derxistîye, bi babeteke siyasî û ji bo guvaş xistina li ser Herêma Kurdistanê û sizadana xelkê Kurdistanê dibînîn ku berevajiya bingehên hevbeşî û li hevkirin û hevsengîya di navbera pêkhatên Iraqe û cûreyeke ji tengavkirin û şerfiroşîyê.

Derket holê jî ku wan pêşwext biryara xwe ya li ser dijayetîkirina Herêma Kurdistanê daye û herdem bi wê lojîkê muamele li gel destûr û rêkeftinan û maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê dikin.

Li vir da pêzanînên min ji bo yekdengiya Nûnerên Kurdistanê li Bexda heye ku bi helwesteke hevbeş dijî wê yasaya Encûmena Nûnerên Iraqê rawestan û ew helwesta wan cihê spasî û destxweşiye.

Daxwazê ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Parlementoyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku li gel Nûnerên Kurdistanê li Bexda û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê, pêkve li ser vê babetê kombibin û bigihin biryareke hevbeş. Biryarek bidin ku li asta berpirsiyariyê be, ji bo çareserkirina kêşeyan û li heman demê de jî kerameta mîlletê me bê parastin û tixûbek ji bo wan reftaran deynin ku mebesta wan sizadana gelê Kurdistanê ye.

https://www.basnews.com/kr/babat/648119

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *