Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan: Reform berdewam dikin

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Korgeneral Bextiyar Mihemed got, “Herçend pêvajo giran be jî reformên di bin banê Wezareta Pêşergeyan de berdewam dikin.”

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Korgeneral Bextiyar Mihemed li ser yekkirina Pêşmergeyan û reformên Pêşmergeyan ji nûçegihanê Rûdawê re axivî.

“Bi Amerîkayê re peymana me heye”

Bextiyar Mihemed da zanîn ku bernameya Reforman a Wezareta Pêşmergeyan berdewam dike û got:

“Bi Amerîkayê re peymana me ya lihevkirinê heye.

Herçend asteng li pêşiya me hebin û pêvajo giran be jî reformên di bin banê Wezareta Pêşergeyan de berdewam dikin.”

Çima reform hêdî ne?

Korgeneral Bextiyar Mihemed li ser sedemên giranbûna ferorman jî da zanîn:

“Sedemên sereke yên giranbûna pêvajoya reforman ev in: Şerê bi DAIŞê re, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pirsgirêka budceyê û aloziyên siyasî yên nevxweyî.”

Wezareta Parastinê ya Îraqê û Wezareta Pêşmergeyan biryar dabû li herêmên hevpar lîwayên hevpar damezirînin.

Bextiyar Mihemed li ser wan lîwayên hevpar got, “Wan lîwayan hîn dest bi pêywîra xwe nekiriye. Me divê em hejmara wan zêde bikin.”

“Hevkarî kêm nebûye”

Bextiyar Mihemed diyar kir, alîkariya ku Amerîka dide Pêşmergeyan bi rêja ji sedî 25an daketiye lê ev nayê wê wateyê ku hevkariya bi hêzên hevpeyman re kêm bûye.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Korgeneral Bextiyar Mihemed li ser alîkariyên Amerîkayê got:

“Piştî ku peymana me û Amerîkayê bi dawî bû dibe ku peymaneke din were rojevê.

Me bihîstiye ku dê Amerîka sala 2025an alîkariyên aborî zêde bike.”

Amerîka ji bo têkoşîna bi DAIŞê re her sal alîkariya aborî dide Pêşmerge, hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Rêvebiriya Joe Biden dixwaze ji budceya sala 2025an a Wezareta Parastinê 380 milyon û 758 hezar dolaran bide Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Îraqê û 147 milyon û 941 hezar dolaran bide HSDyê.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *