Şandek TDK-Tevger, bi egera êrîşa mûşekî li paytextê Kurdistana Federal Hewlêr û navenda Kurdistan24 ji alî dewleta Îran, li Amedê sardana nîvîsgeha TV ya Kurdistan24 kir.
Nûnerên TDK-Tevger, êrîşa Îran wek êrîşek terorîstî bi nav kir û dewleta Îran bi tundî şermezar kir. Bi hevkarî û hestîyarîya biratî ya neteweyî piştgirîya xwe ji bo gelê Başûr, Hukumeta Herêma Kurdistan û Kurdistan24 bi lêvkirin. Lanet li hemû dagîrker û neyarê gelê Kurd anîn.
Berpirsê nivîsgeha Televîzyona Kurdistan24 Hasan Kosen, ji bo serdan û piştgirîya Televîzyona Kurdistan24 ji şanda TDK-Tevger spas kir!