Salvegera 91.mîn darvekirina Şêx Seîdê Pîran

Ferha Ekberî

BasNews – Ez serbilindim ku ji ber kurdîniyê tême darvekirin. Lê tenê tîka dikim li newiyên me yên pêşerojê li hember dijminan serê xwe ne tewînin (Şêx Seîdê Pîran)

Roja çarşemê 29.06.1925ê ku îro 91 sal li ser darvekirina Şêx Seîdê Pîran û 46 hevalên wî ya li qada bajarê Amedê li Bakûrê Kurdistanê re derbas dibe.

Bê guman şoreşa Şêx Seîd efendî, berdewama şoreşên netewî bû ku di destpêka sedsala 19.mîn û li şoreşa paşayê mezin û di serdema mîrên gelê kurd a çarçoveya împaratoriya Osmaniyan de serî rakiribû û piştre jî bi têgîna siyasî û mezhebî ya Şêx Ubeydulah heta naha berdewam dike.

Piştî pêvajoya serhildanên mîrên kurd, di bin guwaşa welatên rojava yên derdora Osmaniyan de tengtir dibû, di encamê de di sala 1878ê li gor peymana Berlînê, ku di berjewendiya Ermenan de bû û li ser hesabê kurdan çend mercek li ser desthilatiya Osmaniyan de hatin ferz kirin. Ew jî metirsiyeke cidî bû li ser xaka Kurdsitanê û ji ber vê jî Şêx Ubeydullah rabû û di çarçoveya yekitiya kurdan de serok eşîrên kurdan rêkxist û bi taybet ragehand, amadeye ku berevaniyê li xaka Kurdistanê bike û ji bo wê jî jinan jî pirçek bike. Serhildana Şêx Ubeydullah sînorê navbera Osmaniyan û Safeviyan têk da û li her dû beşan de jî pêşket.

Sultan Ebdulhemîdê Osmanî tirseke zêde jiyan kir û bo kontrolkirina kurd û betalkirina wê wûzeya(enerjî) siyasî û mezhebî destpêkir bi pêkanîna yekîneyên Hemîdiyê, ku li serok eşîrên gelê kurd ên sunne pêkhatibûn û pêgehekî siyasî û civakî û herwaha metirsiyeke wê jî, bo sultan tunebû. Lê yek pirsgirêkeke serekî avakir, ku di navbera kurdên Elevî û Sunne de. Ji ber komkirina wan serok eşîrane di bin sîbera siyaseta panîslamîzma sultan de bû, ku diyare kurdên Elevî dihatin piştguhkirin.

Şêx Seîdê Pîran piştî hilweşandina peymana sevr û pêkanîna peymana Lozanê, ku bi wê peymanê hemû mafên gelên kurd hatibûn binpêkirin, wek endamekî herî xwedî zimanê zelal bû (Komîteya Azadî) û pêgirê temamî li serxwebûna Kurdistanê dikir. Ji bo wê jî bixwe li gel hevalên xwe destbi amadekariya serhildanê kir. Lê hîn amadekarî temam nebibûn, desthilatdarên dagirkeriya tirk aşkera bû 2 kes ji rêveberên serhildanê darve kirin.

Serhildan bi hêzekî nêzîk 15.000 kesî ve destpê kir. Tirk ji aliyekê bi hemû hêza xwe ve bi dana hin bertêlan ve xwestin pêşî li beşdarbûna serhildanê bigrin û çend serok eşîrek nehiştin beşdarî serhildanê bibin, ji aliyê din ve jî sûdekî mezin ji nakokiyên navxweyî vergirtin, ku di dema yekîneyên Hemîdiye de di navbera kurdên Sunne û Elevî de bixwe ava kiribûn. Di encamê de karîn Şêx Seîdê Pîran bigrin û serhildanê bi tepisînin.

Şêx Seîd û hevalên wî di dadgeheke formalîte de û bê qewl û sozên ku dabûn, piraniya endamên dadgehê anîn ser wê baweriyê ku behsa naveroka siyasî ya serhildanê neyê kirin û tenê behsa wê bikin ku xwestine xîlafetê zindî bikin, ku tu kesek neyê ceza kirin û ceza sivik bibin û pir zû jî bêne azadkirin. Lê li gor mercên wê serdemê û bi taybet bi dîtina rojava û Yekitiya Sovyet a di derbarê Xilafeta Osmanî de, ew lîstoka baş ji aliyê hemû cîhanê ve jî, ji nedîtî ve dihatin û lîstoka xwe jî waha bi serxistin. Her ji ber vê jî di piraniya belge û nameyên welatên mezin ên wê demê de şoreşa Şêx Seîdê Pîran wek şoreşekî kevneperest tê pênase kirin, lê ev yek ji rastiyê dûr e.

Ji ber ku wek bi kurtî amaje pê hate kirin Şêx Seîd pêgehekî siyasî û mezhebiye û tu baweriyekî û giringiyekî bi xilafeta Osmaniyan jî ne dida. Serhildan jî bi temamî serhildaneke rût û tezî ya netewî ya kurd bû.

Di salvegera 91.mîn a darvekirina Şêx Seîdê Pîranê de, bi piştrastî ve dibêjim, ruhê wî şade, ku newiyên wî ne wekû tenê serê xwe ji dijmin re ne tewandin, xebatekî wek agir a netewî li her çar aliyên Kurdistanê dimeşînin û di vê xebatê de heta asoya bidestxistina ew armancê wî (Şêx Seîd) yê ku li ser çû ber sitûna darvekirinê, ew armanc her diçe geş dibe û wê geştir bibe.

http://www.basnews.com/index.php/kr/reports/284482

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir