Paralementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê ragihand ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatiye kirin.
Aydenîzê bi rêya hesabê xwe yê Xê got:
“Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin ku piştî 8 salan bi îradeya gel hatibû standin.
Tayîkirina li şûna kesên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin li derveyî hiqûq, exlaq û demokrasiyê ye.
Rastiya ku ev desthilat bi salan e vîna gel nas nake bi polîtîkaya faşîst a qeyûman şênber bûye.
Em qeyûm qebûl nakin, em dê destûrê nedin xespê.”
Li hêla din, divê were gotin ku vê sibehê li Mêrdînê “10 roj qedexe” hat ragihandin.
Her wiha tê îdiakirin ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê jî hatiye kirin.