Rûsîya û Meramên Dîktatorî! 

Serokê Rûsîya Pûtîn, Li ser navê Rûsîya, meram û hedefên xwe îlan kir û dest bi dagirkarîya Ukrayna kir. Di nîyeta dagirkarîya Ukrayna û îlankirina şer de Pûtîn, dixwaze ku Rûsîya li dîroka xwe a kolonyalîst vegere û carek din wan welatên ku ji Rûsîya veqetîyane û bûne xwedî dewlet, dîsa vegerîne bin nîrê Rûsîya, ku hukumdarîya Rûsîya îlan bike.

Helbet demokrasî û modernîta Ewrûpa, şaristanîya Ewrûpa, rê nade vê sîyaseta şerxwaz û dagirkar a Rûsîya. Di xwestinên xwe de û di armancên xwe de serokê Rûsîya Pûtîn, zelale. Vekirî dibêje:

“Helwesta me ya li hember şaristanîya Rojava ya bêexlaq armanca me ye!”

Di virde Serokê Rûsîya Pûtîn, helwesta xwe a li henber demokrasîya lîberal û modela sîyasî a Ewrûpa dîyar dike. Serokê Rûsîyayê Pûtîn, hin ji hêla siyasî, hin ji hêla aborî û hin jî ji hêla îdeolojî û çandî dinirxîne û eşkere dike ku ev helwesta sîyasî a Ewrûpa ji nirx û pirensîbên rûsan dûr“ e.

Li gor serokê Rûsîyayê Pûtîn, nirx û pirensîbên Rûsan ewe ku, carek din wan welatên ku di sala 1991 an de ji Sovyet Rûsîya vegetîyane û bûne dewlet, (hinek ji wan bûne endamên NATO, hinek ji wan bûne endamên Yekitîya Ewrûpa-YE); azadîya wan welatan bipaşde bigire û wan welatan carek din dagir bike û têxe bin nîrê xwe.

Di van daxûyanîyên serokê Rûsîyayê de derdikeve ber me, ku dagirkarîya Ukrayna, ne tenê pirsgirêkên aborî û endamtîya NATO, an jî Rûsên ku li Ukrayna ne. Serokê Rûsîyayê Pûtîn, seranserê xaka „Dîktatorîya Yekitîya Sovyet rûsyaya ya berê wek xaka xwe“ dibîne û doza Împaratorîya Yekitîya Sovyetê dike. Rûsîyayê, di sala 2008 an de xaka Abhazya û Osetya dagirkir. Di sala 2014an de herêma Kirimê ji Ukrayna veqetand û bi xwe ve girêda. Yanî dagirkir. Berî ku dest bi dagirkirina Ukrayna bike, li ser axa Ukrayna du dewletên serbixwe îlan kir. Ev yek bi yek, armanc û hedefên serokê Rûsîyayê Pûtîn eşkere dike. Ji ber van armancên xwe Rûsîya xwe amadeyî şerekî navnetewî dike. Di vî şerî de ya gelên Rûsîyayê wê pêşî li Pûtîn bigirin, an jî wê Rûsîya têkeve nav têkçûnek mezin.

Piştî hilweşandina Sîstema dîktatorîya Yekitîya Sovyetê, bi dehan netew azad bûn û dewletên xwe yên netewî ava kirin. Dawî li „şerê sar“ hat. Nirx û helwestên îdeolojîk jikestin xwerin û ew hêz û partîyên çep, komunîst, ku wek ofîsên karên îstîhbaratî yên Rûsîyayê dixebitîn, yek bi yek têk çûn. Rûsîyayê, bi rêka van partî û rêxistinan xebatên sîxurî û xurtkirina ajansa îstîhbarata xwe jî birêve dibir. Bi hilweşandina vê sîstemê re, Rûsîya hikûmdarîya xwe jî a li ser van rêxistin û partîyan-welatan wenda kir. Niha dîsa dixwaze wê hikûmdarîyê bidest bixe.

Gelo ev mumkûne?

Yekitîya Ewrûya, Birîtanya, Japonya û Emerîka ev stratejîya serokê Rûsîya Pûtîn rast nirxandin. Cara yekem di qada navdewletî de hemahengîyek bi vî rengî xurt û hevgirtî derxistin henber daxwaz, şervanî û dagirkarîya Rûsîyayê: Pakêtek berfireh a sezayan pejirandin. Saha hawayî ji belafirên Rûsîya re girtin. Di Konseya Ewrûpa de emdantîya Rûsîya bidawî anîn. Sîstema bankê, firotina gaz û neftê ket bin bandorek xerab û dewletên endamê NATO ketin dewrê. Bi çek û alîkarîya lojîstîk xwedî li Ukrayna derketin. Ev jî têt maneya ku, wê şer dirêj bibe. Dirêjbûna şer, hesabê Rûsîya û Pûtîn ser û bin kir. Ev şer, li ser axa Ukrayna, ku dirêj bibe, dikare Rûsîya derbek mezin bixwe û têk here.

Rûsîya, ji pêvajoka salên 1990î û virde di hewlên xwe de ne serkeftîye. Piştî hilweşandina sîstema dîktatorî a yekitîya Sovyetê, Rûsîyayê xwest ku di cîhana sermîyandarî de cîhê xwe bigire û vê modela cîhanê kopî bike. Di van salan de armancek Rûsîya jî ew bû ku bibe endamê Rêxistina Aborî ya Cîhanê. Di wan salan de daxwaza endamtîya NATO jî bi şiklekî veşartî wek ajenda li ber destê Kiremlînê bû.

Lê Rûsîya metodek mafyawarî ji xwe re hilbijart. Bi vê rêka ne meşrû xwestin Rûsîyayê bihêz bikin. Vê helwestê jî Rûsîya ji Ewrûpa dûrxist. Berê wê da Çîn û rasmalîyek olîgarşîk derxist holê. Rûsîyayê, ji dêlva sîstemek a rasmalîyek medenî,lîberal, rêka mafyatîyê û gendelîyê da ber xwe.

Pûtîn, yekî ku lingekî wî di nav tevgera mafîya Rûsî de, şagirdê dezgeha sîxûrîyê a KGBê bû. Bi nav Vladimir Pûtîn e. Bi hatina ser hikûm re rêxistinên civakî ji Rûsîyayê qewrand û dîktatorîya xwe saz kir. Raya giştî ya Rûsîyayê bi metodên mafyayî dîzayn kir. Niha jî bi dagirkarîya xwe a li ser Ukrayna û bi helwesta xwînrijandina xwe, bi metodên mafyayî li Rûsîyayê xwe meşrû dike û yên ku li henber van kiryaran derdikevin bi „mohra xîyanetê“ sucdar dike. Cîhanê bi karanîna Çeka Atomê tehdît dike.

Rûsîya hatîye dorpêçkirin, şensê wê ku vî şerî qezenc bike nemaye.

28.02.2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *