Koçkirina ji gund û bajaran a ku ew sed sal in li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo bajarên mezin berdewam dikir, êdî berovajî bûye.
Him ji ber pêşketina jiyanê û him jî ji ber şert û mercên welêt, heta niha xelkê ku li gund û çiyan û navçeyan dijîn, berê xwe didan bajarên mezin.
Bajarên mezin ku derfetên kar lê hebûn û bi milyon kesî her sal berê xwe didayê êdî hatine wê merhaleyê ku debarkirin lê ne pêkan e.
Ji ber sedemên aborî ji bajarên mezin yên Tirkiye xelkê dest pê kiriye vegere gund û bajarên xwe.
Li gorî amarên ku têne parvekirin rêjeya koçkirina ji bajarên mezin salane berv 3 milyon kesan diçe.
Bi taybetî Stenbol û çend bajarên din yên mezin nişteciyên xwe ji dest didin.
Xelk ji ber debarê berê xwe dide gundan yan jî bajar û navçeyên biçûk ku jiyan lê asantir e.
Koçkirina ji gund û bajaran a ku ew sed sal in li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo bajarên mezin berdewam dikir, êdî berovajî bûye.
Qeyrana aborî û çend sedemên din dikin ku her sal bi sed hezaran kes careke din li war û bajarên xwe vegerin û terka bajarên mezin ên wekî Stenbol, Îzmîr û Enqereyê bikin.
Li gorî amarên TUÎKê sala çuyî zêdeyî 500 hezar kesî ji Stenbolê koç kiriye.
“Ên ku zevî hene vedigerin”
Abulah Gurbet got, “Weleh zahf zehmet e li vir. Ger tu neşixulî tu birçî dimînî, ji bo şixul jî kar nîn e.
Tiştek nîn e. Ez sê sal in bê kar im. Milet zahf vedigere.
Ên ku bexçe hebin û zevî hebin tev vedigerin. Ew der xweştir e. Av belaş e û dikarî erzantir bijî.”
“Gelek kes vedigerin”
Ertekîn Tamen wiha anî ziman, “Erê zahf ên ku vedigerin hene.
Hinekên Êlihî ku seyareyên wan hebûn digotin em diçin û ez zanim ku gelek çûne.
Weleh dilê me jî heye lê ne vê gavê.”
Ne tenê Stenbol lê Îzmîr û Enqere jî di van 5 salên dawîn de ji bo xelkê ku derfetên wan kêm in bûne ew bajar ku jiyan lê zehmet bûye.
“Di 4 salan de 2 milyon kes ji Stenbolê derketine”
Sedema sereke ya ku xelk ji van bajaran bar dike giranbûna kirêyan, bihayên ku her roj zêde dibin ango qeyrana aborî ye.
Di nava 4 salên dawîn de 2 milyon û 182 hezar kes ji Stenbolê derketine. Ên mayî jî beşeke wan di fikra çûyînê de ne.
Ertugrul Ozdemir wiha axivî, “Ez bixwe ji ber nexweşiyê nikarim herim.
Binêrin halê min e. Di nava 12 salan de ez 24 salan emeliyat bûme.
Gundê me dûrî navçeyê ye. Navbera gund û Tokatê 130 kîlometre ye. Ez çawa bikim.
Ji neçarî ez naçim ji ber ku li vir 15 rojan carê ez diçim doxtor.”
“Em niha di dora xwerinên erzan de ne”
Umran Milkay got, Em niha di dora xwerinên erzan de ne.
Helbet ji kêfan em neketine vê dorê. Ji ber ku em neçar in.
Ez mezûn im ji zanîngehê û ew 12 sal in ku ez nayême erkdarkirin wekî memûr.
Ya ku ji destê me tê em dikin lê êdî em elimîne bihabûnê jî.”
Digel qeyrana aborî metirsiya erdhêjê jî sedemeke din e ku nişteciyên Stenbolê jê bar dikin.
Herwiha mûçeya malnişînan ku têra wan nake jî dike ku xanenişîn ji bajêr biçin.
Herwiha piştgiriyên çandiniyê û xaniyên prafeabrîk jî rêya koçkirina ji bajarên mizin bu xelkê hêsantir dike.”
Rûdaw