Rojnama KURDİSTAN (Misir-Swisre-Britanya 22.04.1898- 01.04.1902)

Siddik BOZARSLAN

Di dîroka neteweyê kurd da Rojnameya Ewil Kurdistan e û ew ji alîyê Mîqdad Mîdhet Bedirxan ve hatîye derxistin. Rojname di salên 1898-1902´an da jîyana xwe domandîye. Di dîroka gelê me da M. Mîdhet Bedirxan jî rojnamevanê pêşîn e. Bêguman bi derketina Rojnama Kurdistan ve di jîyana gelê kurd da  rûpeleka nû vebûye. Ev rûpel, rûpela rojnamegerî û çapemenîyê ye.

Jimareya pêşîn ya rojnama Kurdistan, roja pêşemê di tarîxa 22´yê nîsana 1898´an da derketîye. Rojname li Misrê dest bi derketinê kirîye û sê jimareyên wê yên pêşîn di ”Çapxana El-Hîlal” da hatine çapkirin. Jimareyên 4 û 5´an jî dîsa li Misrê, di ”Çapxana Cerîdeya Kurdistan” da hatine çapkirin. Hingê Misir di binê nifûza Îngilistanê da bû; lê di eslê xwe da eyaletek ji eyaletên Dewleta Osmanî bû û hukmê Padîşahê Osmanî li wir jî dimeşîya (direwîya) û bi qasî ku rê li derketina rojnameyek bigire yan weşandina wê biwestîne (bisekinîne) hukmê wê li wir hebû. Sultan Evdilhemîdê 2´yan jî wisa kirîye û nehiştîye ku rojnama Kurdistan li Misrê weşandina xwe bidomîne. Sazkar û xwedîyê rojnamê Mîqdad Mîdhet Bedirxan, hem ji ber zordestîya rejima Evdilhemîd û rêgirtina wî ya li domandina derketina rojnamê li Misrê; hem jî ji ber nexweşîya xwe, kargêrîya rojnamê sipartîye birayê xwe Evdirehman Bedirxan û vegerîyaye Stanbolê. Ew yek ji nivîsara Evdirehman Bedirxan ya bi tirkî tê zanîn ku di serê jimareya 6´an da derketîye (Kurdistan jimare 6, r.1-2).

1.Bedirxan di jimareya 6´an da û ji wê pê ve kargêrîya rojnamê girtîye destê xwe û rojname ji Misrê guhastîye (neqil kirîye) bajarê Cenewreyê li Swisrayê (Switzerland). Ji jimareya 6´an pê ve rojname di ”Çapxana Komela Hevgirtin û Qencîya Musulmanan” da hatîye çapkirin. Lê di jimareya 20´î da û ji wê pêve rojname dîsa vegerîyaye Misrê. Ji jimareya 24´an pê ve rojname careka dî hatîye guhastin û vê carê çûye Îngilistanê û navnîşana wê li Londrayê hatîye nîşandan; lê li Londrayê tenê yek jimareyek derketîye ku ew jî jimareya 24´an e. Ji jimareya 25´an pê ve rojname careka dî hatîye guhastin û vêca çûye jêrê Îngilistanê û li bajarê Folkstone derketîye. Li wir jî rojname heta jimareya 29´an hatîye weşandin û paşê dîsa vegerîyaye Cenewreyê û jimareyên 30 û 31´ê li wir derketine ku jimareya dawîyê 31 bûye. Mixabin di derbarê rawestandina rojnama Kurdistanê da tu haydarî li ber dest tune û em pê nizanin çima weşana wê hatîye sekinandin.

Hemî jimareyên rojnama Kurdistanê ji 4 rûpelan pêkhatine. Sê jimareyên pêşîn tenê bi Kurdî hatine çapkirin. Di jimareya 4´an da û ji wê pê ve, hin nivîsarên bi zimanê Tirkî jî di rûpelên rojnamê da cî girtine. Ew nivîsarên Tirkî, di jimareyên 4, 5, 6 û 7´an da bi awayê daxwaznameyan ji Sultan Evdilhemîdê 2´yan ra hatine nivîsîn. Piştî van jimareyan, jimareyên 8, 9, 11, 15 û 16´an dîsa tenê bi kurdî derketine. Di jimareyên dî da nivîsarên kurdî û tirkî pêkve cî girtine. Di hemî nivîsarên tirkî da rexneyên dijwar li rejima Evdilhemîd hatine xistin û dijwarîya wan rexneyan hin bi hin zêdetir bûye.

Kurdîya Kurdistanê ne kurdîya xwerû ye, gelek peyvikên erebî û farisî di nivîsarên kurdî da hatine karanîn ku wê demê di nav rewşenbîrên kurd da ew bûye wek adetek. Tirkîya wê jî Tirkîya Osmanî bûye ku ew ji zimanên tirkî, kurdî, erebî û farisî pêkhatibû. Di rojnamê da du nameyên erebî jî derketine. Yek ji wan nameyan ji Mêrdînê, ji alîyê Elîyê kurê Huseynê Amedî ve hatîye şandin û ew di jimareya 8an da derketîye. Nameya dî jî ji Lubnanê, ji bajarê Trablusê, ji alîyê Şêx Hesen ve hatîye şandin û di jimareya 16an da derketîye.

Di derheqê jimareyên rojnama Kurdistan da û jimareyên wê yên kêm da ez dixwazim jêder ji mamostayê hêja M. Emîn Bozarslan werbigrim; ji ber ku Seydayê Bozarslan kedeka mezin li ser wergerandina rojnama Kurdistanê xerc kirîye û wê kirîye kurdîya xwerû û tirkîya îroyîn. Xwendevanên ku di destê wan da rojnama Kurdistan hebin, ew dikarin li pêşkêşîya Bozarslan binêrin ku di rûpelên 7-53yan da ye. Di amadekirina haydarîyên derbarê rojnama Kurdistanê da min jî pêşkêşîya Bozarslan esas girt. Di rûpelên 52-53yê pêşkêşîyê da M. Emîn Bozarslan weha nivîsîye:

”Ji rojnameya ”Kurdistan” di hemî cîhanê da tenê yek berhevokek gîhaye dema me. Ew berhevok jî li Almanyayê li bajarê Marburg di Pirtûkxana Dewletê da ye, ku bi zimanê Almanî jê ra tê gotin ”Statsbibliothek”. Bi qasê ku em dizanin ji bil wê berhevokê çu jimareyên ”Kurdistan”ê li çu cîyekî dî tunin.

Aha ew jimareyên ku di wê berhevokê da ne, me hûrfîlmên (mîkrofîlm) wan giştan girtin û anîn ser kaxid û em li ser wan xebitîn, me gişt wergerandin tîpên Latînî. Ji bil vê wergerandinê, me jimareyên orîjînal ên bi tîpên Erebî jî ji wan fîlman ji nû ve çap kirin. Bi wî awayî, wergeranên rojnama ”Kurdistan” ên ku me wergerandin tîpên Latînî û jimareyên wê yên orîjînal ên bi tîpên Erebî li rexê hev tên weşandin.

Di wê berhevokê da 26 jimare hene. Jimareya paşîn a ku di wê berhevokê da ye, jimareya 31´ê ye. Lê belê gelek mixabin ku pênc jimare kêm in. Jimareyên kêm ev in: 10, 12, 17, 18, 19. Me salixê van jimareyan li çu cîyek negirt. Wek ku me got, jimareya paşîn a di berhevoka Pirtûkxana Dewletê ya Marburgê da jimareya 31´ê ye. Li vir pirsek tê aqilê mirov, ew jî ev e: Gelo rojnama ”Kurdistan” ew qas derketîye?

Gelek mixabin ku bersiva vê pirsê nayê dîtin. Lewra di heqê zelalkirina vê şolê da di destê me da çu belgeyek, wesîqeyek tune. Mirov texmîn dike ku rojnama ”Kurdistan” piştê jimareya 31´ê jî jîyana xwe domandîye. Lewra di jimareya 31´ê da di heqê girtina rojnamê da tiştek nehatîye nivîsîn. Eger xwedîyê rojnamê biryara westandina weşandina wê bida û piştê jimareya 31´ê êdî ew dernexista, bê guman dê di jimareya paşîn da yanê di jimareya 31´ê da ew biryar eşkera bikira û bi xwendevanên xwe bida zanîn. Nayê texmînkirin ku wî hema ji nîşka ve bê ku xwendevanên xwe haydar bike, rojnama xwe girtîye û dûwayî li weşandina wê anîye. Eger rojname piştê jimareya 31´ê derketibe, gelek mixabin ku jimareyên wê yên piştê 31´ê winda bûne û negîhane dewra me, neketine destê me. Îhtîmaleka dî jî tê aqilê mirov, ew jî ev e: Dibe ku piştê jimareya 31´ê hin alûzî û rêgirên ne di hesab da derketibin pêşîya Evdirehman Bedirxan û rê li domandina wî ya weşandina ”Kurdistan”ê girtibin. Eger mirov li ser vê îhtîmalê bifikire, hingê mirov dikare bêje ku ew li ser domandina rojnamê biryardar bûye, loma di heqê westandina wê da di jimareya 31´ê da tiştek nenivîsîye; lê belê piştê jimareya 31´ê neşîyaye weşandina wê bidomîne, êdî mecala ragihandina girtina rojnamê jî jê ra nemaye, bi wî awayî weşandina rojnamê ji nîşka ve westîyaye, rê lê hatîye girtin û dûwayî lê hatîye.

Her çi dibe û çawa dibe bila bibe, rojnama ”Kurdistan”;  wek rojnama Kurdî ya pêşîn di dîroika neteweyê Kurd da cîyê xwe yê bişeref girtîye; di asîmanê Kurd û Kurdistanê da wek stêrek çar sal biriqîye, paşê jî wek stêreka ku dibizde û ji ber çavan winda dibe, ji ber çavan winda bûye çûye, lê belê şopeka ronî û zelal li pey xwe hiştîye. Divê em li ber bîranîna wê û bîranîna her du xwedîyên wê Mîqdad Mîdhet Bedirxan û Evdirehman Bedirxan bî rêzdarî serê xwe bitewînin, tim û tim bi sipas û qencî û minetkarî wan bi bîr bînin.” (Kurdistan, Cild I, Weşanxana Deng, çirîya paşîn, 1991, Uppsala/Swed, Wergêr ji tîpên erebî bo tîpên latînî: M. Emîn Bozarslan, r. 52-53)

Di jimareya pêşîn da li binê navê rojnamê, bi zimanê tirkî ev hatîye nivîsîn:

”Jibo ku Kurdan hişyar bike û bihewisîne (teşwîq bike- hewes bide wan) desxistina pêşeyan (çêkirin û karanîna makine û sazgehan) nuha di pazde rojan da carek tê weşandin, rojnama Kurdî ye.”

Di jimareya 24´an da û ji wê pêve, di peyva Tirkî da guhertineka piçûk çêbûye û ew peyv weha derketîye:

”Ji mehê carek tê weşandin, rojnama Kurdî ye.”

Di jimareya 25´an da û ji wê pê ve, di peyva Kurdî da jî ew guhertina piçûk çêbûye û peyv weha hatîye çapkirin: ”Heyvê carekê derdikeve, cerîdeya Kurdî ye.”

Li alîyê rastê navê rojnamê û navê sazkar û xwedîyê wê bi Kurdî hatîye nivîsîn; dîsa bi Kurdî vê peyva ha cî girtîye: ”Her car du hezar cerîdeya bê pere ez´ê rêkim Kurdistanê, de bidin xelkê”.

Li alîyê çepê navê rojnamê jî ev peyva jorîn bi Tirkî digel navê sazkar û xwedîyê rojnamê hatîye nivîsîn; her weha bi Tirkî hatîye ragîhandin ku heqê abonetîya rojnamê ya salewext 80 quriş e.

Jêrenot: Pêwist e ez li vir bidim xuyakirin ku 5 jimareyên ku neketine destê Seydayê Bozarslan; ji wan du jimare, yanê jimareyên 17 û 18 ji alîyê Malmisanij ve di 1992´y an da ji nû ve hatine çapkirin. (Malmisanij, Avdurrahman Bedirhan ve ilk Kürt Gazetesi Kürdistan Sayı 17 ve 18 –1992, Weşanên Jîna Nû, Stockholm/Swed)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *