Roja jidayikbûna pêxemberê îslamê hezretî Mihemed Mistefa li hemû misilmanan pîroz be!

Em bi minasebeta roja jidayikbûna(Mewlîd) pêxemberê îslamê Hezretî Mihemed Mistefa, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê dikin.

Em hêvî û daxwaz dikin ku roja jidayîkbûna pêxemberê îslamê, ji gelê Kurdistanê re bibe destpêka yekitî, tifaq, jihevhezkirin, lihevxwedîderketin, xweşbînî, hevrêzî ya navxweyî û xurtkirina hişmendîya neteweyî, niştimanî, pêkvejîyanê û parastina hemû destkeftîyên kurdan; bibe destpêka aramî, bextewarî, azadî, serfirazî û aşitîyê.

Em hêvî û daxwaz dikin ku roja jidayîkbûna pêxemberê îslamê ji tevahîya gelên cîhanê re jî bibe destpêka azadî, wekhevî, xweşbînî û pêkvejîyanê û bibe destpêka xêr û xweşî û aşitîyê, pêkanîna mafên mirovan û parastina jîngehê.

15.09.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *