Nêçîrvan Barzanî: Werin em bi hev re ji bo berjewendiya welatê xwe bixebitin

Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta Cejna Remezanê peymek belav kir û got “Werin em hemû bi hev re ji bo berjewendiya gel û welatê xwe bixebitin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Remezanê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

“Ez cejna Remezanê bi germî li hemû misilmanên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê û bi taybetî li malbat û xizmên serbilind ên şehîdan pîroz dikim.

Ji her kesî re cejneke tijî aştî, aramî û bextewarî dixwazim.

Ez hêvî dikim ku hûn cejneke xweş derbas bikin.”

Di beşeke din a peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî wiha got:

“Bila ev cejn û wateya wê, armanc û peyamên lihevkirin, lêborîn, nêzîkbûn, aştî, xêr û hevgirtinê be.

Bila ji bo her kesî bibe derfetek ji bo nûkirina têkilî, lêborîn û bihevrebûnê û ji bo em hemû bi hev re ji bo qenciya gel û welatê xwe bixebitin.

Cejna Remezanê li we hemûyan pîroz be, ji we re jiyan û paşerojeke baştir dixwazim.”

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *