Roavayê Kurdistanê Çima wenda kir? 

Şeyhmus OZZENGIN

Her nexweşîya ku di dema xwe de çareserîyek ji bona wê neyê dîtin, başkirina wê zahmet dibe.  

PKK, ji destpêkê de wek nexweşîya penceşêrê ket laşê Kurd û Kurdistanê. Ji bona di herêmê de bicîh bibe û bihêz bibe, çi metod hebûn bikar anî. Bi hêza BAAS, a “Emîn Dewlê” re di têkilîyê de, ev karesatên xwe li angora metodên liberçav û milîtarî bikar anî.

Tevger û Partîyên ku li herêma Rojavayê Bâşûrê Kurdistanê hebûn û xwedî dîrokek kevnar bûn, xist bin tomet û metodên paramilîtêrî. Kujt, bi rê ya “Emîn Dewlê” da girtin, da kujtin û bi terorîze kirina van partî û tevgeran re, rê li ber xwe vekir(!)

Piştî demekê, bû qîre qîra van hêzên ku ketin bin teror, metirsî û karesatên PKKê, ya ku bi “Newala Beka” ve girêdayî bûn; lê dengên wan ji beşên din yên Kurdistanê têra xwe nehat bihîstin. Her di nav rewş, çewtî û bêçaretîya xwe de neçar bûn. Vê qêrîn a wan cîhê xwe negirt.
Partî û rêxistinên Başûrê Rojavayê Kurdistanê; di bin metirsî û terorîze kirina partîyek ku milê xwe dabû “Mûxaberat a Sûrîyê” de, li çareserîyê gerîyan. Hinek hêzan çare di nêzîkbûna vê hêzê de dît, hinekan li henber sekinîn û pir tişt dan ber çavên xwe. Qadroyên wan yek bi yek hatin îhbarkirin û ketin zîndanan. Hinek ji wan hatin kujtin û derketin dervê welat. Malbatên Kurd yên xwedî bandor, welatê xwe terkirin, an jî ketin bin emrê PKK.

Bi emrê İstîhbarata Sûrîyê û PKK PYD hat damezirandin. Damezirînerên PYDê, li “Newala Beka” bi Serokê PKK Abdullah Ocalan re ev metod û stratejî çêdikirin û metod berfireh dimeşandin. Di destpêkê de PKK berê daxwaza wan xortên şerkir yên Rojavayê Başûrê Kurdistanê da Qendîl û “şerê li bakurê Kurdistanê”(!) Di vî warî de pir şervan jî ji Başûrê Roavayê Kurdistanê derxist ji PKK re. Di nav cangorîyê PKK de bi hezaran ciwanên roava hene. 

Çi metoda ku bi navê „apoçîtîyê“ li Bakûrê Kurdistanê hat bikaranîn, eynî metod li Sûrîyê jî hatin bikaranîn. Ev jî îspat dike ku MÎT a tirkan û Emîn Dewla Sûrîyê li ser PKK û A. Ocalan hevpar û bihev re kardikin.

Bi destpêkirina şerê nav xwe yê Sûrîyê re PYD, bi carekê de wek hêzek çek didest de derket qada şer. (Helbet yê ku ev çek û hêz da wan Dewleta Sûrîyê bû.) 

 Rêxistin, tevger û partîyên ji dervê PYD ku kevnarê dozêne li B.Roavayê Kurdistanê; ne ji karesatên PYD û ne jî ji dîroka bûyerên çend salên ku li ber wan bû, ders dernexistin. PYD wek „partîyek Kurd û Kurdistanî“ didîtin. Bi vê partîyê re li çareserîya pirsgirêkan digerîyan û tedbîrên xwe ne distendin. Di vê pêvajokê de çend qadroyên hêja bûn hedefa gule û kemînên PYDê. Ev metirsî bû sebeb ku pir serok û qadroyên Başûrê Rojavayê Kurdistanê, derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û ji bona dîtina çareyekê xwe bi hêvî kirin.

Di virde jî metod nerast bûn. Hêzek derketîye û bi çekan herêmê terorîze dike, dibe sebeba metirsîyê û hertiştî dixe destê xwe û bingehek totaliter ava dike. Hêzên kevnar, yên ku bi salan li vî beşê Kurdistanê karên xwe kirine, ji dêlva li ber xwe bidin, rîya revê dan ber xwe! 

Çareserî ne ewbû ku ji vê hêzê birevin, an xwe bidin alî û xwe ji şer dûrbixînin. Divê pir tişt bidana ber çavên xwe û li henber PKK/PYDê qozikên xwe bikar û bingeha xwe biparastana û wan jî di herêmê de hêza xwe a parastinê derxista holê. Sînga xwe ji êrîşan re vekira û welatê xwe biparastana.  

Di nav şerê li henber El Nusra, El Kaîde û DAİŞ de cîh bigirtana, îro ewqes bi hêsanî PKK/PYD ew ji ser axa wan sirgûn nedikir! 

PKK/PYD, bi rehetî ji bona rizgarkirina deverên ereban ji DAÎŞ, wek Raqqa, Heleb, İdlib û Dêre Zor bi dehhezaran ciwanên Kurd da kujtin. Îro yek ji van deveran di destê PYD/PKK de nîne. 

Ji ber hinek sebeban karên parastinê ne meşandin û karên ku piştî demekê li Başûrê Kurdistanê derxistin holê jî, ji bona derbaskirina Başûrê Rojavayê Kurdistanê, PYD bû asteng û ji wan re eşke got: “eger hûn bixwazin werin li rojava şer bikin, pêşî divê hûn bi me re şer bidin berçavên xwe. Em bê şer nahêlin hûn werin Rojava!”(!) 

Van hêzan xwestin hinek pêşmergên xwe derbasî Başûrê Rojavayê Kurdistan bikin, “Asayîşa PKK/PYD” ew girtin, binçav kirin û çekên wan ji destê wan girtin.

Ev helwesta PKK/PYDê, bû neçareyek ji bona derbaskirina Hêzên Pêşmergên Roavayê Kurdistanê!

Dan û stendin û lihevhatinên ku li Başûrê Kurdistanê di bin çavdêrîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî de pêk hatin jî, yek bi yek ji bona „meşrû kirina PYD“ hat bikar anîn(!) PYD, dema ji Başûr bi “programa ênîyek Kurdistanî” vegerîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê; di heman demê de got; “vaye Tev-Dem heye, YPG heye. Werin di nav van sazîyan de hin karê civakî û hin kar û barên leşkerî bimeşînin, hewcedarîya ênîyek din a hevpar tuneye!” û dest danîn ser Dolar û ambûlansên ku Başûrê Kurdistanê dîyarîyî programa ênîyek kurdistanî kiribû.

Ev dihat wateya ku “em nahêlin hûn li vir bibin xwedî hêz û kar û barên siyasî û muhalîf bimeşînin. Xwedîyê rojava emin û ji me pêve ti hêz nikarin livir xebatê bikin.”(!) Ev helwesta PYD, biryara PKK bi xwe bû. Ji bona di asta Sûrîyê de bi rehetî peyatîya rejîma Sûrîyê bikin, diva bû bi tena serê xwe bimana. Ev gav, xizmet ji kurdan re nedikir. Îro sebebên têkçûna derfetan û wendakirina Kurdan li vî beşî ev helwest bû. 

Xeta PYD, xeta PKK bû. Tevgerek ku li ser erkên “yek partî, yek îdeolojî û yek serok”(!) hatibû damezirandin. Tu şensê xetek din, bê ku bi wan re şerr bide berçavê xwe û li herêmê bicîh bibe tunebû. Lê hêzên dervên PYDê, ev rastî baş nenirxandin û her wek hêvîyekê girtin destê xwe.

Piştî ku PYD/PKK bi tena serê xwe, bi metodên ne meşrû, bû “xwedîyê Başûrê Rojavayê Kurdistanê!” Ji %70 nifûsa herêmê, herêm terk kirîye. PYD û asayîşa xwe dest danîne ser mal û milkên van kurdên ku herêm terikandine. Difroşin Ereban û Ereb li dewsa wan di herêmê de bicîh dibin. Demografîya herêmê têt guhertin. Hêzên mayî jî terorîze kirine. Niha lîstik û metodên xwe dikişînin “gerdena cizîrê” ku bingeha Kurdperwerîyê bû.  

Ji hêlekê de bi bombe û teqemenîyên DAİŞ laşên zarokên kurdan ji hev perçe perçe dibin, ji hêla din ve jî PYD bi quweta çekan zor danîye ser kurdên mayî û wan bi; “ya hûnê di bin emrên me kevin, yan jî hûnê herêmê biterikînin!”re xistine bin metirsîyê. Bi navê „Ciwanên Şoreşger“ hêzek BAAsî damezirandin. Ev hêz êrîşê tîne ser kurdan, keç û xortên wan, zarokên wan direvîne û kesên ne ji wan terorîze dike.
Bûyerên êrîşên ser ofîs û cîhkarên partî û rêxistinên Kurdên Başûrê Roavayê Kurdistanê, girtin û kujtin, revandina zarokên wan zelalîya karesatên wan bi xwe ye. 

Wek ku em dizanin: Di van êrîşên ser ofîs û çalakîyên van partîyan de Ala Kurdistanê binpê dibû, ser boyax dikirin û li dîwarên van vargehan, bi sloganên nebaş û peyvên tehdîdkar şiyar dinivîsandin. Bi şev û roj bi navê „Ciwanên Şoreşger“ hêzek tarî, êrîş tanî ser malên wan û ew çavtirsandî dikirin. 

Di daxuyanîya xwe de jî gotibûn; “emê wan bigirin û bi sûcê îxanetê wan ceze bikin, bavêjin zîndanan, dervê welat û dest deynin ser mal û milkên wan”(!)
Piştî vê gotinê bi rojekê jî, „Asayîşa Qamişlo“ ya ser bi PYD’ê ve, êvarkî Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro û Berpirsê Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê Silêman Osê girtin. Bi qasî agahîyên ku wê wextê ketinibûn berdest, Silêman Osê piştî rojekê, êvarkî berdan û İbrahîm Biro jî bi şev avêtin dervê sînor û sirgûn kiribûn Başûrê Kurdistanê. Berê jî ev metod hatibûn bikaranîn.  

Ev gavên PYD ku bi emrê qendîlê dimeşandin; ya ew kurdên ku ne PYD/PKK ne, welat biterikînin û her tiştê xwe, welatê xwe ji wan re bihêlin, yan jî divê vî şerê Kurd bi Kurdan re bidin ber çavê xwe. Ev jî xeterîyek mezin bû derket pêşberî tevgera Kurdistanê. Ji ber ku di wexta xwe de pêşî li vê nehat girtin, tevgera Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi carekê de têk çû. 

Li Başûrê Roavayê Kurdistanê bi milîyonan Kurd ne PYD/PKK û ne jî kirinên wan diparastin. Ma wê gişan ji welatên wan derxînina û bavêtana zîndanan? Dijminên Kurdan ev kar bi hêsanî nekirîye, wê PYD/PKK serkeftî çawa ev kar bikira? 

Bipaşde gavavêtina hêzên bi ser ENKSê ve, bingeh ji têkbirina tevgera Başûrê Roavayê Kurdistanê re çêkir. Eger ew hêz li ser axa xwe bicîn bibûna PYD/PKK ewqes bi hêsanî bingeha îro nikarî ava bike û vî beşî bêçar bihêle. 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *