Bernameya Diyasporayê ya Tora Medyayî ya Rûdawê vê carê bal kişand ser rewşa koçberên Kurd ên li Danîmarkayê.
Hejmara şêniyên Danîmarkayê zêdetirî 5- 6 milyon kesan e.
Li gorî rapirsiyan, gelê Danîmarkayê gelê herî bextewartir ê cîhanê ye.
Xizmetguzariyên hikûmetê û şêwazê jiyanê sedemên bexterwariyê ne.
Danîmarka di nava welatên herî dewlemend ê cîhanê, di rêza sêyem de cih digire.
Li vê behiştê bi hezaran Kurd dijîn. Gelo behişta Kurdan heye û li wî welatî rewşa Diyasporaya Kurdî çawa ye?
Hêmin Ebdulla di çarçoveya bernameya Diyasporayê de çû Kopenhaga paytexta Danîmarkayê.
Hêmin Ebdulla bi 6 ciwan û çalakvan û kesayetên diyar ê li nava diyasporaya Kurd gotûbêjek kir.
“Wan digot in Kurd çî ye?”
Serokê Federasyona Komeleya Kurd a Danîmarkayê Ednan Axacanê ku di heman demê jî de serokê dibistanê ye 38 sal in li Danîmarkayê dijî.
Ednan Axacan da zanîn ku Danîrmakayiyan berê Kurd nas nedikirin û got:
“Beriya 37 salan hatim Danîmarkayê, min got ez Kurz dim, wan digot in Kurd çî ye?
Lê belê niha ez di wê baweriyê de me ti Danîmarakayiyek nîne ku nizanibe bê ka Kurd kî ne.
Divê Kurd li nava partiyên siyasî çalak bin, parlamentarên wan hebin û herwiha li ser siyaseta welat bibin dengekî karîger.”
“Li Danîmarkayê rola diyasporaya Kurd ne mezin û bi hêz e”
Denîz Berxwedan Sarinci, xelkê Bakurê Kurdistanê ye lê belê ew li Danîmarkayê ji dayîm bûye û niha nivîskar û rojnameger e.
Denîz Berxwedan Sarinci li wî welatî, bi zimanê Danînamarkî 11 berhem nivîsîne û di malpereke de nûçeyên derbarê Kurd û Kurdistanê bi zimanê Danîmarkî belav dike.
Denîz Berxwedan li ser rola Kurdan a li li Danîmarkayê wiha axivî:
“Nêzîkî 50 hezar Kurdî li Danîmarkayê dijîn lê rola diyasporaya Kurd a li Danîmarkayê ne mezin û bi hêz e.
Berê 3 Kurd parlamenterên Parlamentoya Danîmarkayê bûn lê belê niha girîngiya wê kêmtir bûye. “
“Hejmara Kurdên li Danîmarkayê ji 60 heta 70 hezarî ye”
Ednan Axacanê ku nêzîkî 40 sal in li Danîmarayê dijî derbarê jimaa Kurdan a li Danîmarkayê wisa got:
“Piraniya Kurdên niştecihên Danîmarkayê Kurdên Anatoliyayê ne û di salên 1960î wekî karker hatine Danîmarkayê.
Ew kes mane û piştre mal û zarokên xwe jî anîne. Piştî Kurdên Bakurê Kurdistanê, Kurdên Başûrê Kurdistanê pir zêde hene.
Piştî şerê di navbera Îraq û Îranê hatine Damîmarkayê.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî piştî hatina DAIŞê hatine Danîmarkayê. Herwiha li Danîmarkayê jimara herî kêm jî ya Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê ne. “
Herwiha Axacan derbarê nebûna amareke fermî ya derbarê jimareya Kurdên li Danîmarkayê jî wiha got:
“Bi giştî ew Kurdên hatine Danîmarkayê wekî Kurdistanî nehatine tomarkirin. Belkî weke Îraqî, Îranî, Sûreyeyî û Tirkiyeyî hatine tomarkirin.
Lê belê ligor amarên nefermî jimara Kurdên li Danîmarkayê nêzîkî 60-70 hezar kesî ye.”
“Zarokên Kurd fêrî Kurdî nabin”
Mehabad Kerîm jineke çalake e û perwerdekara geşesitandina zarokan e.
Mehabad herwiha di medyaya civakî de çalak e. Bi rêya tomarkirin û belavkirina kurtevîdeyoyan hevkariya perwerdeyeke baştir dide.
Sîstema perwerdeyê Danîmarkayê gelekî baş e û Danîmarka di vî warî di nava welatên herî baş de ye lê bav û dêyên Kurd zarokên xwe fêrî Kurdiyê nakin.
Mehabad Kerîmê li ser sedemên vê yekî destnîşan kir:
“Wekî zarokên Danîmarkayî şansê zarokên Kurdan jî heye ku bextewar bijîn û derfeta perwerdweya herî baş heye ku perwerdeyeke gelekî cuda ye ji ya Rojhilata Navîn.
Lê belê pirsgirêk ew e ku di nava xwendina Danîmarkayê de girîngeyeke zêde bi zimanê dayikê nayê dayîn.
Li Danîmarkayê ji bo hemû neteweyan ew derfet nîne ku zarok fêrî zimanê xwe bibin û zarokên Kurdan jî fêrî Kurdî bibin.
Sîstema perwerdeyê ya Skandînawyayê yek ji sîstemên herî baş ên perwerdeyê ye lê belê di wî warî de kemasiyên wê hene.
Pêwîst e li malê dayik û bavik zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin, wekî nimûne keça min bi Kurdiyeke baş diaxive. “
“Hevjînê min Danîmarkayî ye lê bi Kurdî gelekî baş dizane”
Li aliyê din, Ednan Axacan da zanîn ku zarokên wan bi derfetên xwe fêrî Kurdiyê bûne û pê de çû:
“Hevjîna min Danîmarkayî ye lê belê zarokên min tenê bi hewlên xwe pir baş fêrî Kurdî bûne.
Li her şaredariyeka Danîmarkayê, heke 12 xwendekar daxwaza zimanê dayikê bikin ji bo wan pol tên vekirin. “
“Dayik û bavên wî bi Kurdî nizanin, ew mamostayê Kurdî ye “
Denîz Berxwedan Sarinci jî li Danîmarkayê li dayik bûye û dayik û bavên wî bi Kurdî nizanîbûne û wan peyvek jî fêrî kurên xwe nekiriye lê ew niha ew bi xwe xelkê fêrî zimanê Kurdî dike.
Denîz anî zimên ku stranên Şivan Perwer bandoreke gelekî zêde lê kiriye û berdewam kir:
“Bandora stranên Şivan Perwer li ser min hebû wisa kir ez fêrî Kurd bibim.
Heta temenê min 15 sal bû min peyveke Kurdî nedizanî.
Piştre bi rêye guhdarîkirina stranên Şivan Perwer û xwendinê êdî bi başî fêr bûm.
Niha dikarim bi Kurdî pirtûkan jî binivîsim û xelkê fêrî zimanê Kurdî jî dikim. “
“Danîmarkî me wekî Kurdîstanî tomar nake”
Dilniya Pîrî jî 10 sal in li Danîmarkayê dijî û ji Kamêrana Rojhilatê Kurdistanê ye, tenê salek maye bibe rahêner ji bo perwerdeyê.
Dilniya Pîrî jî derbarê rewşa Kurdan a li Danîmarkayê wiha axivî:
“Danîmarkayî dizanin bê ka Kurdistan li kû derê ye û Kurd kî ne.
Lê belê pirsgirêk ew e ku dema em diçine wî welatî û daxwaz dikin wekî Kurd bêne tomarkirin, yasayên wan rê nadin û neçar in me weke Îraqî, Sûriyeyî, Îranî û Tirkiyeyî tomar bikin.”
“Yasaya tûnd a koçberiyê peyamek e ji bo koçber berê xwe nedin Danîmarkayê”
Cewahîr Mihemed, nişteciha Danîmarkayê ye niha xwendekara qonaxa dawî ye.
Ew xelka bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û 9 sal in li Danîmarkayê dijî.
Ji bo niştimaniyên xwe bi dilarî dixebite û bi taybetî ji bo wan koçberên ku hatine Danîmarkayê û ji xwe re li stargehekê digerin û rastî pirsgirêkan dibin.
Cewahîr Mihemedê bal kişand ser rewşa koçberan û diyar kir:
“Rast e hemû ew Kurdên xwedî nasnameya Danîmarkayê ne kêfxweş in lê belê gelek kes jî hene ne kêfxweş in.
Bi taybetî jî koçber, hin koçber hene 10 sal in li kampan dimînin û nizanin bê ka wê çarenivîsa wan çi be.
Ev çi kêfxweşî ye? Sedema wê jî ew yasaya tûnd a penaberiyê ye. Yasa wisa dike ku koçber berê xwe nedin Danîmarkayê.”
“Danîmarkayê 2015an ragihand ku ew dê koçberan qebûl neke”
Dilniya Pîrî jî derbarê pirsa penaberan de agahiyên bi vî rengî dan:
“Danîmarka welatekî biçûk e û naxwaze bibe welatekî qerebalix. Ya duyemîn jî Danîmarkayî rijd in ku çand û kelepora xwe neguherin, lewma naxwazin bi hatina koçberan çanda wan biguhere.
Naxwazin ji ber koçberan serwet û dewlemendiya xwe winda bikin, ji ber vê yekê ji sala 2015ê û vir ve dibêje ku ew koçberan qebûl nakin.
Yên heyî jî dê adapteyî nava komelgeha xwe bikin û deriyên xwe ji koçberan re daran.”
Danîmarka yek ji wan welatên Skandînavyayê ye ku li naverasta bakurê Ewropayê cih digire.
Rûbarê Danîmarkayê 43 hezar kîlometre çargoşe ye û ji sedî 86ê niştecihên wê Danîmarkayî ne û ji sedî 14 jî koçber in ku bi tenê 5 milyon û 800 hezar kes li wî welatî dijîn.
Dahata salane ya Danîmarkayê 370 milyar dolar e û dahata takekesî jî zêdeyî 63 hezar dolaran e.
Rûdaw