Referandûm Neba jî Wê Iraq Êrîşî Kurdistan Bikira

Piştî banga serokê Kurdistan Mesûd Berzanî, li her dera cîhanê Kurd rabûn ser pêyan, dest bi pêşandanan kirin.

Vê carêrê armanca Kurdan, ne ku ji dewletên emperyal tika û lavelavê bikin; armanca me Kurdan ew e ku em bidin zanîn em li pişt biryara serxwebûnê ya Serokê Kurd û Kurdistan Mesûd Berzanî ne!

Mesûd Berzanî, wek serokekî Kurd ku xwedî kesayetek netewî û demokratîk, baş têgehîştîye ku heger serxwebûna Kurdistan neyê ragehandin, gelê Kurd û hûrgelên bi Kurdan re dijîn tev ziman, ol û çanda xwe ji ser rûyê dunyayê wenda dibin. Çimku li herêma PêşAsya û Rojhilata Navîn, ev sed sal e gelê Kurd û hûrgelên heremê, bi serjimar, demografî, dîn, mezheb, ziman, çand û hemû hêjayîyên xwe ve di jenosîdekê re tên derbaskirin.

Hayê Amerika, Ewropa û hemû dunyayê ji vê barbarî û tûnekirinê hey e; lê dewletên emperyal yên cîhanê bi xwe mimarê vê tabloy ne û heta îro bi daxwaza wan ev zordarî û tunekirin didome. Bi peymanên Saykes Pickot û Lozan’ê bi xetkêşan welat parvekirin û li gor berjewendîyên xwe dewlet avakirin.

Ev sed sal e ku ev dewletên li ser asasê nîjad û mêtinkarîyê hatin avakirin, li gor berjewendîyên wan meşîyan. Lê dunya hat guhertin, hêzên cîhanê cîh guhert û pêwîstîyên sermîyandaran hat guhertin, loma divêt rejîm jî bên guhertin û dunya li gor pêwîstîyên emperyalistan têkeve kêsim û fesalek nuh.

Ji helwesta wan ya li hember doza gelê Kurd têgehiştin ku bi lêvkirina demokrasî û normên mafê mirovan ji alî dewletên emperyal ve ji durûtî û serpoşkirina mêtinkarîya xwe û pê ve ne tiştekî din e.

Lê ya pişta gelê Kurd şikandîye, xiyaneta nav xwe ye! Ne tenê ev sedsala derbas bû, bi sedsalan e ku ji alî împaratorî û dewletên mêtinkar, gelê Kurd bi rêya eşîret, dîn, mezheb bera ber hev daye. Piştî ku hêz û serwerîya vana qels bûye û netewîtî derketîye pêş, vê carê bi rêya partî û rêxistinan gel bera ber hev dane, heta li ser navê Kurdan partî ava kirine, serok û rêber tayin dikin û wek berpirs û rêvebirên Kurdan didin naskirin û her pêşketin û destxistina mafê Kurd vala derdixînin. Ev sed sal in ku gelê Kurd tevlî her şêwe berxwedan û serhildanê ku mafek bi dest nexistîye, encama vê sîyasetê ye.

Piştî şerê Kendavê û hilweşandina rejîma Saddam ji alî Amerîka, ku li İraqê bi pejirandina makezagona nuh herema Kurdistan jî wek heremek federal hat pejirandin. Lê dewleta Iraq, li hemberî herema Kurdistan tu demê nexwest mercên makezagona federal pêk bîne. Dest danî ser para butçeya Kurdistan, hêza pêşmerge wek hêzek parastinê nepejirand, maaş û alavên leşkerî neda wan. Li gori madeya 140 ya makezagonê, divîya li herêmên Kurdistanê yên ne bi ser herema Kurdistanê ve referandûm bihata kirin, hukumeta Iraq tu car xwe neda ber vêya; bi ser de jî ji dema hukumeta Malîkî de, xwestin herêma Kurdistan dagîr bikin.

Heger referandûma serxwebûna Kurdistanê nehata kirin jî wê hukumeta Iraq ya Şîa dîsa êrîşî Kurdistan bikira û destketinên wan ji dest wan bigirtana. Serok Mesûd bi vê zanîn û dûrbînê, biryara referandûma serxwebûna Kurdistan da. Çawa ba wê dewleta Iraq bi hevkarîya Îran û dewleta Tirk êrîşî Kurdistan bikira. Bi encamdana referandûmê, him helwesta Îraq û dewletên mêtinkar û him jî helwesta Amerîka û Ewropa ya durû derket holê.

Ji bo ku rejîma Iraq di bin kontrola dewleta Îran de ye, dewleta Îran di seranserê dîrokê de, azadî û serxwebûna gelê Kurd ji xwe re wek gef û xeterek dîtîye. Hebûna gelê Kurd, tunebûna xwe dihesibîne, loma her rê û rêbaza xayinane diceribîne. Ji bo ku gelê Kurd nebe xwedîyê desthilatî û serwerîya xwe, ji alîyekî xayinên Kurd yên her çar perçeyan ku bi xwe ve girêdayî û hem jî bi dewleta Tirk re jî temamê pirsgirêkên xwe da alîyekî û ket tifaq û şêwra tunekira desthilata herema Kurdistan.

Dewleta Iraq û Îran bi hevkarîya istixbarata Tirk, leşker û polîsên Iraq, Pastarên Îran û Heşda Şabî û bi hevkarîya xayinên Kurd DûzXormatû, Xaniqîn, Kerkûk û Şingal û der û dorê van bajaran dagîr kirin. Li van bajaran gelek mal, bazar û firoşgehên Kurda şewitandin, tenê li Tuzxormatû û Kerkûkê 600 meriv kuştin. Ne tenê li Kurdan, li Turkmen û Mesîhîyan jî tade û zordarî kirin. Kesê ku ji bo referandûmê karkiribûn û deng dabûn serxwebûnê, bi dijwarî hatin cezakirin. Lê bi vêya nesekinîn, hêza dagîrker berê xwe dan Hewlêr û Dihokê jî. Pêşmergeyên Kurdistan pêşî li wan girt û bi hemû dost û dijminan da naskirin ku ev gel û welat ne bêxwedî ye!

Li ser biryar û banga Serok Mesûd Berzanî, bi erêkirin û biryara rêxistin, partî û parlamana Kurdistan, gelê Kurd, li gor prensipên demokratîk û bi îradeya xwe ya azad, bi rêjeyek ji %93 biryara Serxwebûna Kurdistan pejirand. Êdî ji xeynî gelê Kurd, tu sazî û hêz nikare vê biryarê tune bihesibîne.

Serok Mesûd Berzanî bi biryara Referandûma Serxwebûnê, da zanîn ku tenê xemxurê doza gelê Kurd e. Li vê jîyanê yek armanca wî hey e: ew jî bi destxistina mafê gelê Kurd yê netewî û demokratîk e. Heta îro, tu serokî bi qwasî Mesûd Berzanî piştgirî ji gelê Kurd nesitendîye; loma wek serokê Kurd û Kurdistan, muhatabê dost û dijminê gelê Kurd Serok Mesûd Berzanî ye!

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir