Rapora NY: Li Îranê herî zêde Kurd û Belûç têne tepeserkirin

Komîteya Peydakirina Rastiyan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li zer zilm û zordariya Komara Îslamî ya Îranê li ser neteweyên bê maf û kêmaniyên olî raporek belav kir.

Di rapora ku Komîteya Peydakirina Rastiyan a Neteweyên Yekbûyî (UNFFM) roja duşemê belav kiriye de, tê gotin ku li Îranê herî zêde Kurd û Belûç hatine tepeserkirin û zilm li wan hatiye kirin.

UNFFMê bal kişandiye ser, protestoyên “Jin Jiyan Azadî” û diyar dike, rastî tepeserkirinê hatine û ev jî encama cudakariya ji mêj ve ye.

Komîteyê li ser darvekirinan daye xuyakirin ku cinayetên têne kirin li dijî mirovahiyê ne.

UNFFMê gelek belge li ser binpêkirinên mafên mirovan li Îranê di raporê de parve kirin ku hatiye gotin, bi awayekî eşkere mafê mirovî yên wek kuştinên neyasayî, bidarvekirinên serweyî yasayê, bikaranîna hêza nehewce ya bikuj, binçavkirinên xoserane, îşkence, destdirêjî, bêserûşûnkirina bi zorê û azardana zayendî tê kirin.

 Komîteyê daye xuyakirin ku zarok ji wan xisarên hertimî parastî nebûne â daxwaza guherînê û hewldanên bo qerebûkirin û neçarkirina berpirsan li asta navnetewî ji bo dayîna mafê qurbaniyan û bi taybet jin û zarokan hate kirin.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *