Rap-Muzîka Kurdî 1: Reqso û muzîka wî

Mela Mihyedîn

DUVAR – Di nava muzîkan de ya herî zehmet jî ez bawer im muzîka rapê ye. Li ser muzîk, jîyan û berhemên wî me li gel hunermend Reqso sohbet kir. Me pirsên xwe ji cenabê wî kir û wî jî bersiv da pirsên me.

Tu dikarî hinekî qala jîyana xwe bikî? Reqso kî ye?

Ji bajarê Sêrtê ji navçeya Misircê ji gundê Eyndarê ji taxa jorê bixwe me.
Piştî sêzdeh salîya xwe bi malbata xwe re me koçî Stenbola malmîrat kir, niha jî di produksîyonekê gelemperî a kurdî de dixebitim muzîk û xebat bi hevre diherikin.

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev çend sal in tu karê muzîkê dikî?

Ji dema ku bi xwe hesîyame muzîk ji bo min her û her hebû ez di nav de dijîyam; di biçûkatîya xwe de bêhtir sewtên rîtmîk weke ku li ber tava havînê bayeke hênik hesteke geş dida rih û guhê min.

Bi taybetî ji xemlên dengbêjî û ji folklora kurdî, herwiha bi muzîkên bîyanî jî bi stûnên sûd wergirtinê bi bingeheke pirxeml ava bû. Gav avêtina min a ewil bi saya pêşbazîyeke çêbû û êdî min got ‘hey reşiko biherike’ û her ku min serê xwe hildida rêya ku ez tê de bimeşim çav ji min re diqirpand, wek meqletîzê min bi bervî xwe ve dikişand. Ji sala 2012an ve geh bi konser geh bi derfetên ku min bi destxistine bi daxwaz û hewildanên xwe min berhemên xwe bi her awayî pêşkeş kirin. Heta sihet rih û bedena min li ser xwe be ji bo armanca xwe wê zend û bendên min her bilivin!.. Ji qewlê nizanim çîko ve yan man yan neman!

Muzîk ji bo te çi îfade dike?

Ji hemû serpêhatî, jiyîn, hest û ramanên kesayetan di nav behra xwe ya bê ser û ber de dihewîne û vê atmosferê ji cihanê re bi hûrgilî dihone, bi hemû estetîkbûna xwe dike derman û berbelav dike, bi hemû awayî ravekirineke esseh e ji bo min. Bi kurt û kurmancî mûzîk her û hertişt e!

Dema te biryar da ku tu yê muzîka rapê bikî ji malbat û derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Ji te re bûne alîkar?

Ez bawerim hemû ciwanên kurdên ku hewil didin hunerê bikin di vê mijarê de ji alîyê malabatên xwe ve ji bo piştgirîyê bêpar in, ji ber ku dema te got ez ê bi kurdî hunerê bikim ji çar alîyan ve pihîn ji bo te amade ne! Divê tu bixwe bingeha xwe amade bikî ji ber bingeheke ku tu li ser hunera xwe pêşkeş bikî kêm in hama bêje tune ye. Îcar ez bawer nakim haya derûdorê jî ji vê yekê hebe û herwiha te bi yên ku di televîzyon û navdarên di hişê xwe de mezin û kirase kirine de didin berhev ka ji wan kirî hertiştê ji bo wan ji bo te jî pêkan e! Bi çepikan alîkarî û piştgirî nabe heyran dema ku ev yek hat fêhmkirin bila wê demê hemû bêderfetbûn asteng derkevin pêşberî te dîsa jî xem nake.

Çavên me li rê ye, gelo xebatên xwe wekî album tu yê kengî derxînî?

Ez hêvîdarim wê ew roj jî werin, di dema niha de karê albuman pêvajoyekê berfireh jê re pêwîst e. Di vê rewşê de ez dixwazim bi formata single û ligel hunermendên hêja re projeyên hevkar çêbikim.

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Bi gelemperî hemû tarzên muzîkê guhdarî dikim. Her tarzek bi taybetmendîya xwe dewlemendîyeke ji bo guhdarvanan, ji ber ku gelek alîyê hestên insan hene her şêweyek cûda jî bersiveke ji bo kesayetan. Ez bi giranî Rap guhdarî dikim herwiha R&B, Elektro Muzîk, Rock Metal, Pop û hwd. Herwiha ji bo hunermendan jî Şivan Perwer, Ciwan Haco, Karapetê Xaco, Tahsîn Taha, Ayaz Yûsif, Serhado, Xatar, Migos, A$ap Rocky û hwd.

Te di bernameyên ‘Kurd Îdol’ û ‘Min Cîyazwazim’ de cih girt û ketî pêşbirka muzîkê. Gelo tecrûbeyek çawa bû?

Mincîyawazim pêşbazîya yekem bû ku ez beşdar bibûm min gelek dost û hevalên hêja nas kirin ji ber wê zaf kêfxweş im, lê pêşbirka ‘Kurd Îdol’ bêhtir taybet bû ji bo min.


Piştî asta yekem derbasî başûr, Silêmanîyê bûm ji çar alîyan ve beşdarvanên kurd hatibûn çend hefte me bi hevre wext derbas kir. Tiştê ku min bi hizira xwe helseg kir alîyê rojhilat bêhtir muzîkên folklorîk û herêmî, alîyê başûr bêhtir arabesk û pop, alîyê rojava bêhtir gelerî, alîyê bakûr jî dixwaze ji tiştê heyî sentezeke ava bike.

Di nava Albumên muzîka Kurdî de bi te albuma herî serkeftî kîjan e?

Di vê serdema dawî de albuma ‘Bihûşta Xeyalan’.

Tu dixwazî bi kîjan hunermandan re bixebitî?

Bêhtir bi kesayetên afirîner û xwedî taybetmendîyê şîyaneke be, divê kirin û hewildan bi pergal werin honandin kû kedek derkeve ser holê û mirov jê re bêje huner ji ber wê rêbaz û disîplîn pêwîstîya sereke ye ji bo hertiştî.

Berê komên muzîkê hebûn û piştre her muzîkjen ji komê vediqetîyan diketin ser rêya xwe. Niha komên muzîkê kêm bûne, heta meriv dikare bêje ku nemane. Li gorî te sebeba vê yekê çi ye?

Berê avakirina koman bi gor şert û mercên xwe ji niha hêsantir bû, jixwe mebesta koma nayê wateya ku heta hetayê wê bi hevre bimeşin, piştî demekê yên ku dixwazin repertuara xwe biguherînin biryara xwe bixwe didin jixwe re rêyeke din hildibijêre ev rewşeke asayî ye. Niha yên ku bixwazin komek ava bikin û her endamên komê xwedî cîyawazîyek be jî ji ber ku piştî demekê weke herkesî berpirsîyarîyên mirovan zêde dibin keda ku didin jî çerxa wan nezivirîne şûna ku biçin qehwê okey bilîzin yan jî li kolanan strana bistirînin helbet wê alternatîfeke din jixwe re peyda bikin. Gelek sedemên sosyolojîk hene jixwe mebesta komê jî muzîkeke baş biafirîne ye, heger mirov bi tena serê xwe jî vê yekê pêk bîne wê demê ha kom ha jî xweser kî çi dibêje bila bêje lêxe.

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Muzîk ewqas xwedî taybetîyeke cûda ye jî li ber çavê civat û sazîyên kurdî ne ewqas bi nirx in, girîngîya çand û hunerê di nav fikirên xwe de di cihekî baş de nehonandine. Heger huner di rêza sisê û çaran de be wê demê civak jî ji gelek tiştan bêpar dimînin. Dema ku ziman, çand û huner bû pêwistîya sereke wê demê têgihiştineke bi wate dê derbikeve ser holê. Wekî din mirov dikare bi saetan li ser vê meselê birre-bir û felsefê bike.

Hin kes hene tenê stranbêjîyê dikin û tiştekî naafirînin. Tenê keda muzîka Kurdî dixwin û ev kes jî ne meqam dizanin û ne jî dengê wan xweş e. Lê gava li medyaya civakî meriv binêre bêtir şopînerên wan hene û muzîkên wan bêtir tên guhdarîkirin lê ligel vê yekê muzîkjênên baş kêm tên guhdarîkirin û şopînerên wan yên hesabên medyaya civakî jî kêm in. Gelo sebeba vê yekê çi ye?

Bi awayê teknîkî tu çiqas pispor be jî heger di muzîk de rih tûne be weke ku deh metre di binê erdê de yek gazî te dike û tu pê nahesî. Muzîka bi hest yan jî ya bê hest heye ji bo min. Heger zingila dilê te bilerizîne ehaa tu niha li ser govendê destmala xwe dihejînî, ya bê hest jî wek çayeka sar e tu naxwazî vexwî.

Herkes dikare starnan bêje û bibe hunermend?

Herkes dikare strana bêje ev dibe huner, lê te nake hunermend.

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî/e Kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Çawa ku dara xwezîya şîn nabe ev yek jî ji bo dema niha ne pêkan e mixabin.

Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Ziman, perwerde, aborî, piştgirî, platform û piçek jî hişmendî.

Ji bo pêşerojê projeyên te çi ne?

Karên komxebat hene bi surprîzên cûrbecûr ez ê li pêşberî we bim, li bendê bin.

https://www.gazeteduvar.com.tr/kultur-sanat/2020/04/11/rap-muzika-kurdi-1-reqso-u-muzika-wi/

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *