Qetlîama Dersîmê û Mithat Sancar…


Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di destpêka sedsala 20an de beşek berpirsîyarên kurdan xwe wusa qane kirin ku dema Atatirk û hevalên wan yên Îttîhad Terakkîyê desthilatdarî ji Osmanîya werbigrin, dê rewşa kurdan û Kurdistanê baştir bibe. Ozerkbûna Kurdistanê dê firehtir bibe. Li Kurdistanê neteweya kurd dê zêdetir xwedîyê maf be û desthilatdar û serwer be.

Loma jî di şerê desthilatdarîya Osmanîyan û Ataturk/hevalên wî de, ji Atatirk re piştgirî kirin.

Atatirk û hevalên wî ji bona ku şerê xwe yê desthilatdarî veşêrin, li hemberî Îngilîzan û Dewletên Ewrûpayî şerekî xeyalî û milî çêkirin. Ji Tirkan û kurdan re gotin ku “welat ketiye bin destê kufaran û gawuran, Ola Îslamî jî ji dest diçe.”.

Kurdan û Tirkan jî bi vê derewê bawer kirin piştgiriya Atatirk û hevalên wî kirin.

Tiştekî gelek aşkere hebû ku Atatirk û hevalên wî eleqeya wan bi misilmantîyê re tune bûn.  Ji bona vê jî piştî ku bûn desthilatdar, siyaseta wan ya stratejîk li dijî îslamê bû. Di esil de li dijî tevaya Tirkên ne burokratên sıvîl û leşker bûn.

Li Rûsyayê bolşewîkan di encama darbeyeke leşkerî de desthilatdarî di Oktobra 1917an de ji Çar girtibûn. Li Rûsyayê dîktatorîya xwe îlan kiribûn. Li dijî kapîtalîzmê û emperyalîzmê jî di nav şer de bûn. Atatirk û hevalên wî ji bona ku piştgirîya Yekîtiya Sovyetan bigrin, gotin ku “em li dijî emperyalîzmê ne.”.

Lenîn jî di derbarê Atatirk û hevalên wî de pesindar bû. Nivîsand ku “li Rojhilatê (li Şerqê) li dijî emperyalîzmê şerê yekemîn yê milî şerê Atatirk û hevalên wî ne.”

Atatirk bi siyaseta xwe ya dualî serkeftî bû. Ji alîyekî de ji Yekîtiya Sovyetan re dostanî kir, ji alî din jî piştgiriya Îngîltereyê û Ewrûpayê wergirt. Xwe li dijî emperyalîzmê  nîşan da, piştgirîya Yekîtiya Sovyetan wergirt. Hîn di nav şerê desthilatdarî de bû, hevalên Yekîtiya Sovyetan û berpirsiyarên Partiya Komûnîst ya Tirkiyeyê Mistefa Sûphî û hevalên wî di behra reş de bi destê Topal Osman dan kûştin.

Atatirk û hevalên wî (yanî burakrasiya sivîl û leşker) piştî ku desthilatdarî ji Osmaniyan girtin, demekî dirêj derbas nebû dîktatoriyek ava kirin. Di vê dîktatoriyê de li dijî piranîya gelê Tirk yên îslam û li dijî neyeweya kurd siyaseteke qirêj û xeter û stratejik ya tunekirinê meşandin.

Rejîma Dîktatorî ya Atatirk,  gelek aşkere diyar kir ku Kurdistan tune ye. Kurdistan axa wan e. Loma jî dagir kir. Tunebûna kurdan wek îdeolojîyeke fermî ya dewletê pejirand. Tirkbûna kurdan wek sistem û îdeolojî pêşve ajotin. Ew otonomîya Kurdistanê ya teng ya dema Împaratoriya Osmanî jî, ji holê rakirin. Hemû mafên milî yên neteweya kurd xesip kirin. Ew kesên ku ji neteweya kurd, Kurdistanê, hêjayiyên neteweya kurd qal kirin, siza kirin û kûştin. Gelek aşkere tunekirina kurdan û jenosîdeke xurt meşandin.   

Ji bona kurdan xebat û têkoşîna milî ferz bibû. Loma jî di sala 1919an de kurdan li Koçgiriyê ji bona mafên xwe ketin nav têkoşîneke neteweyî. Dewleta Atatirk ew serhildana bi qetlîamê temirand. Pişt re jî Serhildan û Têkoşîna neteweyî ya sala  1925an û Serhildana Agriyê û têkoşînên din yên neteweyî bi qetlîaman temirandin. Serokên wan tevgeran kûştin û îdam kirin. Kurd, ji Kurdistanê dûr xistin. Xwestin ku demaografiya Kurdistanê biguherin û Kurdistanê bikin Tirk.

Lê di ev stratejiya xwe ya qirêj, neînsanî, hov û barbar de bi sernektin. Mezinbûna neteweya kurd û têkoşîna neteweya kurd pêşiya tunekirinê girt.

QETLÎAM/KOMKUJIYA DERSÎMÊ…

Dersîm  di nav aramî de jiyana xwe didomand. Xwediyê jiyana otonom û taybet bû.

Lê Dersîmê bi awayekî bêdeng jiyan û sîstem û dîktatoriya Kemalîstan nepejirand. Ew sîstemna qebûl nekir.

Wê demê Dewleta Atatirk biryar da ku Dersîmê terbîye bike û teslîm bigre. Loma ji bona dest bi hereketeke leşkerî ya xurt bike, amadekarî kir. Rapor amade kirin. Ajan/sixûrên xwe şandin Dersîmê.

Piştî amadekarîyeke mezin li Dersîmê tevger û hereketek leşkerî ya dewletê dest pê kir. Raste rast dest bi qetlîamê kirin. Li Dersîmê jin û mêr, kal û pîr , ciwan û zarok bi metodekî barbarî û hov bi kar anîn.

Ji bona ku ev qetlîama xwe jî rewa û meşrû nîşan bide, diyar kir ku li Dersîmê serhildanek û îsyanek li hemberî Dewleta Atatirk heye.

Gelek aşkere bû ku li Dersîmê serhildanek û îsyanek tune bû. Dewleta Atatirk ji bona ku Dersîmê teslîm bigre, bike cîwarê Dewleta Atatirk resen dest bi tevger û hereketa leşkerî kiribû.

Hemû belge û helwesta serok Seyîd Riza û hevalên wî jî vê rastiyê nîşan didin. Eger niyeta Seyîd Riza hevalên wî serhildan û îsyan bibûya, wê demê ji bona ku pirsê çareser bikin nediçûn Erzîncanê û dîl nedahat girtin.

Lewra helwesta wî ya darvekirinê jî diyar dike ku ew kurdekî û serokekî çiqas eqit û bê tirs e. Heger serhildan hebûya, wî wê demê li çiyayên Dersîmê mirin û şehîdbûn dida berçav, li dijî Dewleta Atatirk serhildana xwe didomand. Di çiyayên Dersîmê de jî Dewleta Tirk ya wê demê nedikarî ku wî teslîm bigre.

Di şertên teknolojî de Dewleta Tirk 50 sale ku li Dersîmê nikare zora çend îsyankara bibe.  

Ji bona ku Dewleta Atatirk li Dersîmê qetlîam bike raporên dewletê bi xwe hene.

Di van salên dawî de serokwezîrê Dewleta Tirk R.T. Erdogan jî diyar kir ku li Dersîmê serhildanek tune bû, lê dîsa jî dewleta wê demê li Dersîmê qetlîam çê kir.

Beşek dîrokzanê dewletê dibêjin ku di qetlîama Dersîmê de biryar û rola Ataturk, an jî ya Îsmet Înonu tune ye.

Ev nêrîna dereweke mezin e û ji aliyê bûyer û belgeyan de jî derewîn derdikeve.

Keça Atatirk ya menewî Dersîm bi teyyareyê bombabaran kir.

Înonu, bi xwe li Dersîmê kontrola (mûrakabeya)  tevgera qetlîamê dike.

Di navbeyna Înonu û Ataturk de di mesela kurdan de cûdabûnek tune bû.. Nekokiyên wan li ser pirsên aborî bûn..

Dîktatorîya Atatirk ji bona ku li Dersîmê jî serhildanekê provake bike, gelek planên xirab çêkirin. Ew jî diyar bûne û derketine holê.

Ew nêrînan di TRT Kurdî û di gelek telewîzyonên Tirk de min anîne ser zimên, bi gelek kesan re niaqaşe me bûye. Gelek kesan jî piştgirîya nêrînên min kirine.

Serokê Neteweya Kurd Seyîd Riza, di 5 Îlon 1937an de dema ku ji bona aşitîyê diçû Erzîncanê, ew û 37 hevalên xwe dîl hatin girtin. Salên wî hat biçûk kirin,  ew di 15.11.1937an de li Elazîzê li Qada Bazara Genim hat derve kirin. Heman rojê kurên wî yê delal jî salên wî ji hat mezin kirin, hat derve kirin.

Wek Serok Seyîd Riza gotîye, ji vê yekê mezintir zilûm, hovîtî, barbarî nabe.

EW KESÊN PIŞTGIRIYA NÊRÎNÊN KEMALÎSTAN Û DÎROKZANÊN DEWLETÊ DIKIN, JI KURDAN RE ÎXANET DIKIN: MÎTHAT SANCAR VÊ YEKÊ DIKE..

Dewletê li kurdistanê xirabiyên mezin kir, qetlîam û komkujî pêk anî, lê ev yeka gelek bi hêsanî veşart. Bûyer manîpule kirin. Piştî demekê ji bona xwe dîrokzan çê kirin. Dîrokzanên dewletê rastî teorîze kirin. Ji bona xirabiyên dewletê, ji bona komkujî û qetlîamên li Kurdistanê îdeolojiyeke fermî ava kirin.

Di perwerdeyê de jî ev îdeolojiya fermî û dîrokzanîya fermî û dewletê, teoriyê ne li ser rastiyê ava bibûn xistin serê her xwendevanekî. Beşek jî ji van  kurd bûn.

Demeke dirêj piranîya wan kurdan bawerî bi nazarî û teoriyên fermî yên Dewleta Kemalîst anîn.

Beşek kurd jî ji tirsan re nikarî li dijî van teoriyên dewletê û îdeolojiya fermî derkevin.

Hîç şik tune ye ku beşek kurd jî, ji bona berjewendiya xwe ya burokratîk û akademîk û aborî û wekî din, ev nêrîn û teoriyên dewletê û îdeolojiya fermî parastin. Heta îro jî parastina wan dom dike.

Piştî salên 1965-69an ew derewên Dewleta Kemalîst  û teoriya wan a fermî û îdolojiya wan a ji aliyê kurdperwer û rewşenbîrên kurd, rêxistinê  û siyasetmedarên Kurdistanê ve hatin teşhîr kirin. Rastîya dîrokî derxistin derve. Lê dîsa jî dewletê û hevalbendên wan dev ji ev teorî û îdeolojiya xwe ya fermî ber neda.

Ew teorî û îdeoljiya dewletê ya fermî, xirabîyên li neteweya Kurd kiribûn jî, di telewîzyonên Tirkan de raste rast, bi taybetî jî ji aliyê min de hat ser zimên.  Kirinên dewleta Kemalîst hat rexne kirin. Hat teşhir û protesto û şermazar kirin.

Di van rojên dawî de di 20ê Nîsana 2020an de di avabûna sedsaliya Meclîsa Tirkan de Hevserokê HDPê Mithat Sancar bi nêrînên xwe bi her awayî  li neteweya kurd xiyanet kir.

Lewra dema ku ji Atatirk pozîtîf qal dike, ji serîhildanên neteweyî re, ji serokên serhildanên neteweyî re xiyanetê diyar dike.

Wî gelek aşkere tez û teoriya dîroka fermî û dîrokzanên dewletê parastin.

Herkes baş dizane ku Rejîma Atatirk û Kemalîstan Dîktatoriya faşîst, ototorîter û totalîter û li dijî demokrasiyê bû.

Wî got ku Rejîma Atatirk demokrat bû.

Tê zanîn ku Rejîma Atatirk li dijî kurdan û mafên kurdan bû. Meclîsê tu wext neteweya kurd temsîl nekirîye.

Wî got ku ‘‘Ataturk ji bona ku meseleya kurd çareser bibe, gelek hewil da, xwest ku reforman çê bike,‘‘ bi awayekî dizî got ku ‘serhildanên kurdan nehişt ku Atatirk karê xwe bike.‘

Gorî Mithat Sancar `karên Atatirk yên li kurdastanê kirine, meşrû ne û serhildanên kurdan ne meşrû û ne heq in.`

Wî muahaseba Atatirk û Meclîsa wî nekir ku wan li Kurdistanê biryara komkujî û qetlîamê wergirtine.

Wî pensnê Atatirk daye û Atatirk wek qehremanekî neteweyî diyar kiriye.

Dîrokzanên ku nêrînên dewletê naecibînin yên Tirk jî dibêjin ku Atatirk dîktator e. Atatirk tu dem qiymet nedaye serwerîya netewî..

Mithat Sancar dibêje ku Ataturk ji serwerîya gelan re rêzgirtibû û Meclîsa wî jî serweriya gelan temsîl dikir.

Divê kurd êdî îzin nedin ev teorî û nêrînên dewletê yên nav xwe. 

Loma jî divê her kurdek her dem Mithat Sancar şermazar bikin û telîn bikin û rexne bikin.

Diyarbekîr, 08. 05. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *