Şerefxan Cizîrî diyar kir, “Bişaftina ziman hovitî ye û divê li hemberî vê Kurd yekitiya xwe ava bikin.”
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî beşdarî bultena Rûdawê ya taybet ji bo Bakurê Kurdistanê bû û têkildarî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî û xebatên platformê nirxandin kirin.
“Divê em zimanê Kurdî di rojevê de bihêlin”
Şerefxan Cizîrî diyar kir ku xebatên ziman li gelek bajaran berdewam dikin û got:
“Li vir a baş ne hejmara beşdaran e. Bi ya min a girîng ew e ku em zimanê Kurdî di rojevê de bihêlin.
Çiqasî zimanê Kurdî di rojevê de be, were nîqaşkirin, Kurdên me xwedî lê derkevin ewqasî baş e. Armanca me jî ew e.
Divê em ziman bikin xeteke sor û bikin beşek ji nasnameya xwe.
Wekî me got, di pirsa ziman de rojeva me çiqasî tov be, rojeva me çiqasî girîng be ewqasî hişmendiyeke zimanî çêdibe.
Pê re jî hestên neteweyî xurttir dibin.
Bi ya min rojên dawî nîşan da ku gelê Kurd di aliyê ziman de bi awayekî hêsan dikare bi hev re bixebite.
Di hinek pirsgirêkan de dibe ku ne zelalî hebin, ew jî bi demê re em dê gav bi gav çareser bikin.
“Em bi hev re hevbeş dixebitin”
Kesên ku endamên platformê ne, em bi hev re siyasetê dimeşînin.
Em biryara daxwazên xwe bi hev re didin û pêşkêş dikin.
Divê mirov erkê xwe jî derbas neke û xerabî bi karê xwe re neke.
Em ne bi ser partiyên siyasî re ne. Em beşek ji partiyên siyasî ne. Me partiyên siyasî anîne cem hev.
Eger gotin di cih de be em nikarin femanê bidin partiyên siyasî.
Em dikarin bi hev re biryaran bigirin û ew partiyên ku endamên me ne li gorî feraseta xwe, li gorî baweriya xwe, hişmendiya xwe, li gorî derfetên xwe ango çiqasî pê bawer bin ew divê karê xwe bikin.
Platform tenê koordînasyona vî karî dike. Ti endam û qadroyên me yên zêde, zêde nînin. Bi rêvebiran re em 9 kes in.
Heta ku ji me tê em hewl didin xebatên ziman koordîne bikin û bi hev re kar bikin.
Em ne bi ser partiyên siyasî re ne, em di xizmeta wan de ne. Em tînin bîra wan.”
“Divê her kes xwedî li ziman derkeve”
Şerefxan li ser bernameya platformê got:
“Em dixwazin bi serok û rêveberên partiyan re civînekê li dar bixin.
Herwiha em bangî saziyên ziman, rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, xemxwarên zimanê Kurdî dikin: Werin dîtinên xwe parve bikin.
Eger ku di asta serokan de û di asta rêveberan de pirsa ziman bê kirin, em dixwazin di demên pêş de stratejiyeke ziman bi hev re tesbît bikin.
Ne ku her kes bi aliyê xwe ve bikişîne, em dê bi hev re vî karî bikin.
Em dê bi hev re dokumeteke hevbeş derxin pêş û em dê vê bikin bingeha xebatên platformê.
Em dê ji saziyên sivîl, partî, şaredarî û rewşenbîrên xwe çi bixwazin, dê zelaltir bibe.
Pirsa ziman ne pirsa partiyekê ye. Pirsa çînekê, ya bajar, eşîr, cinsekê, ya me hemûyan e.
Kesên ku dibêjin ez Kurd im, divê xwedî li ziman derkevin. Pêwîst e em hewaleyî hev nekin.
Eger em bêjin bila medya vî karî bike, eger medya bêje bila partî vî karî bike, ji berpirsyariyê revîn e.
Divê em bi hev re vî karî bimeşînin.
“Em çiqasî statuyê didin zimanê Kurdî?”
Pirsgirêkek din heye, em Kurd bibêjin em ji bo zimanê xwe statuyekê dixwazin. Em ji dewletê dixwazin.
Em dibêjin bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Divê em ji xwe bipirsin em çiqasî vê statuyê didin zimanê Kurdî?
Civaka me, siyaseta me, rewşenbîrên me, ew rewşenbîrên ku bi Kurdî nenivîsîne ez wekî mînak dibêjim, saziyên ku serokê wan bi Kurdî nizanin, parlamenterên wan bi Kurdî nizanin divê ji xwe bipirsin.
Rast e, em dê ji dewletê bixwazin lê divê em bixwe nirx bidin zimanê Kurdî.
Di vir de em çiqasî hevbeş bibin ewqasî dê xeta me zelal bibe. Em dê bi wê re biçin parçeyên din ên Kurdistanê.
Li Başûr, Rojava û li Rojhilat jî ev pirsgirêkên ziman hene.
Divê em gav bi gav zimanê xwe ber bi hev ve bînin.
Şerm e! li Ewropayê beriya 300 salî akademî û saziyên ziman ava bûne yê me hîn akademiyeke me saziyeke me ya hevbeş nîne. Ev sosretek e.
Divê em bikarin di vir de gavek biavêjin. Eger em gav neavêjin wê pirsgirêka ziman li pêşiya me bibe pirsgirêkeke gelekî mezin.
Yên ku pê dilîzin jî pir in. Hinek dê bibêjin em Zaza ne, dê hinek bibêjin em Soran in, Hewreman in û yên din dê bibêjin em Kurmanc in.
Dijmin jî dê bi van bilîzin. Divê em karibin di pirsa ziman de standarteke çêkin.
Divê em karibin hevdû fêm bikin û yekîtiyekê ava bikin.
“Divê ziman bibe xeta sor”
Wexta me platform ava kir me got sê lingên platformê hene.
Ya yekem daxwaza me ya ji gelê me ango E’em ji Kurdan çi dixwazin?’ bû.
Di vî warî de me xwe zelal kiriye. Gelek caran me daxuyanî dan, me nîqaş kirine, me bi we re, bi medyaya Kurdî re dîtinên xwe bi eşkereyî parve kirine.
Em dibêjin divê ziman di nava Kurdan de bibe xeta sor.
Ya duyem em ji dewletê çi dixwazin? Di wir de jî divê em zelal bin.
Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, bila bibe zimanê perwerdeyê, bila saziya zimanê Kurdî ava bibe, bila navên Kurdî li kolan û taxên me werin vegerandin.
Ev tenê têr nakin divê em bikarin di asta navneteweyî de bixebitin. Divê em doza ziman bikin.
Di Neteweyên Yekbûyî, UNESCO, Pena Navneteweyî de û di gelek deverên din divê em bikaribin daxwazên xwe bînin ziman.
Niha derfetên me zêde tune ne. Mirov niha dikare li ser sê stûnan vê xebatê bike.
Bi ya min ya herî girîn a di nav me de, ya di nav Kurdan de ye. Divê em Kurd bibin yek û daxwazên xwe bikin yek.
Helbet em dê ji dewletê jî tiştan bixwazin, em li vir dijîn em neçar in.
Ango divê em di asta navneteweyî de bînin ziman ku dijbertiya li hemberî ziman hovane ye.
Dema vê derbas bûye. Çawa hûn nahêlin zarokên Kurdan bi zimanê xwe bixwînin, nahêlin nexweşek derdê xwe bi zimanê xwe bîne ziman?
Ev hovitî ye. Kî bike hovitî ye.
Divê em li dijî bişaftinê xebateke birêkûpêk bikin.
Wekî mînak, Serokkomarê Tirkiyeyê gelek caran derdikeve derveyî welêt, li Almanyayê û li deverên din dibêje ‘Asîmlayon sûcê mirovahiyê ye’ lê dema tê welatê me ji bîr dike.
Divê em karibin vê durûtiyê bi rehetî bînin ziman.”