PWKê li Parîsê Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Kir

Piştî Kongra xwe ya Yekemîn di 9ê çiriya paşîn a 2023yê de pêk anî û Komîteyeke nû hilbijart, PWK-Fransayê çalakiya xwe ya yekemîn jî bi pîrozkirina Alaya Kurdistanê, bi beşdariya piraniya heval û hin dostên Partiyê, di 17ê çileya pêşîn de, li restorana Firatê, li Parîsê pêk anî.

Piştî civîna yekem a Komîteya PWKê û biryara germkirina têkiliyên di navbera heval û dostên Partiyê de, li ser pêşniyara endama Komîteyê Elîf Ronahî, biryara pîrozkirina roja Alaya Kurdistanê hate girtin û çalakî di 17ê çileya pêşîn de, li Restorana Firatê, li Parîsa 11ê pêk hat. Mêvan ji bo çalakiyê piştî saet 19ê bi ala û rozetên alaya Kurdistanê li hev civiyan.

Di civînê de, Elîf Ronahî bahsa girîngiya Alaya Kurdistanê kir û got ku ev alaya ji aliyê Xaybûnê ve, di 1920ê de, hatiye çêkirin, di 1927ê de, dema serîhildana Agiriyê li çiyayê Agiriyê, ji alî Îhsan Nûrî Paşa ve hatitye hildan, paşê Komara Mehabadê jî ev al bikar anîne û piştî wê jî Qadî Muhamed ev alaya daye General Mistefa Barzanî û bi qanûneke Parlamentoya başûrê Kurdistanê jî, 17ê çileya Pêşîn weke roja Alaya Kurdistanê hatiye qebûl kirin.

Paşê Xurşîd Mîrzengî jî li ser giringî, mana rengên alayê û dîroka wê wiha axivî: Dîroka Alaya Kurdistanê dighê heta dema Medan. Rengê kesk ê vê Alayê xwezaya Kurdistanê, rengê sipî aştiyê, yê sor xwîna şehîdên Kurdistanê, roj û rengê zer hêviyê temsil dikin û 21 tîrêjên rojê jî serê sala nû ya Kurdan temsîl dikin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *