PWKê LI BATMANÊ JENOSÎDA DERSÎMÊ (TERTELE) BIBÎRANÎ

Teşkilata Batmanê ya PWKê 04.05.2024an de li Batmanê saet di 14.00an de li avahîya PWKê Jenosîda Dersîmê bibîranî.
 
Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PWKê cih girtin.
 
Serokê PWKê ya Batmanê Aziz Özdemir bixêr hatin da mevanan û jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Şehîdên Dersîmê rêz hate girtin û sirûda netewî(Ey Reqîb) hat xwendin.
 
Daxuyanîya PWKê ji alî Serokê Åžaxa Batmanê ya PWKê Aziz Özdemirî xwend. Daxuyanî de:” 87 sal berê, roja 4ê gulanê biryara êrîşa leÅŸkerî ya qirkirina miletekî ku ji alîyê M. K. Ataturk û Fewzî Çakmak ve hatibû pejirandin, hate dayin. Li ser ‘Biryara Heyeta Wezaretê ya Tevgera Tenqîl ya Dêrsimê’ ku di 4ê Gulana 1937ê de hatibû stendin, di 12ê gulana 1937ê de hêzên leÅŸkerî yên Cumhurîyeta Tirkîyeyê Dêrsim îşgal kir û kevir li ser kevir nehiÅŸtin.
 
Di vê biryarnameyê de tê gotin ku ‘wê gelê herêmê bê komkirin û neqlî deverek din bê kirin. Ev operasyona komkirinê wê bigre ser gundan, hem çek û sîlehan kom bike û hem jî kesên hatine komkirin sirgûnê deverên din bike`.
 
Dîsa di biryarnameyê de tê gotin ku ‘heger em tenê bi êrîşê qîma xwe bînin wê tifik û çavkanîyên serhildanê di şûna xwe de bimînin. Loma jî divê em ew kesên ku çek bi kar anîne û tînin, di cîh de û ji binî de ji holê rakin, gundan bi tevahî wêran bikin û malbatên wan dûr bixînin’.
 
Bêgûman, ev biryarname ji ber bawerî û nasmeya wî, biryar û emrê jiholorakirina miletekî bû. Dewleta Tirkîyeyê bi navê hildana ji bo leÅŸkerîyê beÅŸekî mezin ji xelkê herêmê kir leÅŸker; kesên ku dikarîbûn rêberîya gel bikin û di nav xelkê de xwedî rûmet bûn jî kom kir û ji bo pêwendîyên wan bi hevdû nemînin, ew surgûnî bajarên cûda yên Tirkîyeyê kir û ew zorgeyî `îqameta mecbûrî` kir. PiÅŸtî wê jî operasyona qirkirinê dest pê kir û bê ku ferqeke di nav wan xîne, gelê Dêrsimê qir kir.”
 
Di berdewamîya daxuyanîyê de ” Di 87emîn salvegera destpêka Jenosîda Dêrsimê de, em Jenosîda Dêrsimê û hemû qirkirin û jenosîdên li hemberî gelê Kurdistanê pêk hatine protesto dikin û rûreÅŸ dikin. Em hemû ÅŸehîd û pakrewanên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Xebat û têkoşîna wan dê riya xebat û têkoşîna miletê Kurd ya ji bo serxwebûn, azadî û demokrasîyê rohnî bike. “
 
Dawîya daxuyanîyê de Aziz Özdemirî Jenosîda Dersîmê bi hurgulî semînerek da.
 
Bîranîn bi belgefilmek (Kara Vagon) bi hestîyarî bi dawî bu. 04.05.2024
 
Şaxa Batmanê Ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *