PWK: WERIN EM NAMZEDÊN XWE BI HEV RE TESBÎT BIKIN, EM BAJARÊN XWE BI HEV RE ÎDARE BIKIN!

Meclîsa Partîyê ya PWKyê (Partîya Welatparêzên Kurdistanê):
WERIN EM NAMZEDÊN XWE BI HEV RE TESBÎT BIKIN, EM BAJARÊN XWE BI HEV RE ÎDARE BIKIN!
 
Werin di hilbijartinên herêmî yên Adara 2024an de, em namzetên xwe yên hevbeş bi hev re tespît bikin. Werin em bajarên xwe bi hev re îdare bikin!
 
Di 31ê adara 2024an de wê li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê hilbijartinên şaredarîyan pêk werin.
 
Ligel liberçavgirtina hemû tecrûbeyên heta niha yên di warê hilbijartinên şaredarîyan de, divê em bi awayekî nû û nexşerêyek taybetî, xwe ji bo hilbijartinan amade bikin.
 
Bi vê armancê, em dikarin li Bakurê Kurdistanê, li hemû parêzgeh, qeza û beldeyan namzedên serokê şaradaran û namzedên meclîsên şaredaran, bi beşdarîya partîyên siyasî, rêxistinên meslekî, sendîqa, dezgehên sivîl yên civakî û kesayetîyên di nava civatê de xwedî rûmet û bi bandor in re, li her bajar û qeza û beldeyan civînan amade bikin.
 
Li hinek wîlayetên Tirkîyeyê jî bi heman armanc û şêweyî, em dikarin platformên hevbeş pêk bînin; namzetên serokê şaredaran û encûmenan tespît bikin an piştgirîya wan namzedên demokrat bikin.
 
Ji bo tespîtkirina nexşerêyeke rasteqîn û berhemdar, divê em ji niha ve û bê ku em bi derengî bixin, li hemû bajar, qeza, beldeyên Bakurê Kurdistanê ku wê hilbijartin lê çê bibin, civînan pêk bînin.
 
Bi vê armancê; weke gava pêşî em dikarin ji Diyarbekirê dest pê bikin. Di vê paralelê de, li gorî nexşerêya ku bê tespît kirin ev dikare li hemû wîlayetên Bakurê Kurdistanê pêk were. Weke destpêk, bi banga ”Platforma Piştgirî û Parastina Şaristanê ya Dîyarbekirê” dikare civîneke berfierih bê amadekirin.
 
Divê ji bo vê civînê, nûnerên partî, tevger û grûbên sîyasî yên li Diyarbekirê, endamên Platforma Piştgirî û Parastina Şaristanê ya Dîyarbekirê, hemû dezgehên sivîl û meslekî, yên civakî û girseyî yên derveyî Platforma Piştgirî û Parastina Şaristanê, komeleyên mehelî, sendîqa, kesayetên civakî yên xwedî bandor, nûnerên dezgeh û komeleyên jinan, serokên berê yên şaredarîyan, endamên encûmenên wîlayetan yên xwedî tecrûbe, perwerdekar, akademîsyen, pisporên birevebirina şaristanîyê, pisporên plan û hawirdora şaristanîyê, zanyarên dîrokî, zanyarên kultur û zimên, hiqûqnas, ekonomîst û sosyolog, bêne dawet kirin.
 
Di vê civîna pêşî de, em hewil bidin ku di warê awayê tespîtkirina namzedên hevbeş de, hevbeşîyekê pêk bînin. Piştî wê, ji bo tespîtkirina taybetmendîyên namzetan, çerçeweya siyasî ya hevbeş û prensîpên birêvebirinê, em dikarin biryarê bidin ku piştî 7 rojan civîna duyem amade bikin.
 
Di civîna duyem de; divê em hewil bidin ku ji bo tespîtkirina taybetmendîyên namzedan û prensîpên sîyasî û yên birêvebirina şaredarîyan de çerçeweyeke hevbeş pêk bînin.
 
Di civînên piştî wê de, divê bi hevbeşî namzetên berbijêrên serokên şaredarîyan, namzedên berbijêrên encûmenên wîlayet û qezayan bêne tespît kirin. Namzedên ku ji nav namezedên berbijêran û bi awakî hevbeşî bêne hilbijartin; wê li gorî rewşa etnîkî, olî, mezhebî, civakî û kulturî û bi awakî demokratîk, hevahengî û rêzlêgirtina maf û azadiya hemû beşên civatê; şaredarîyeke pirzimanî û rasteqînî bi rê ve bibin.
Divê şaredarî bi vî awayî, bi vê bîrûbawerîyê û li ser vî esasî bê birêvebirin:
 
Di şaredarîyên bajarên Bakurê Kurdistanê de, divê şaredarî nasnameya kurdî û zimanê kurdî bi awakî resmî qebûl bikin. Divê navê bajar, navçe û hemû cîh û warên bi kurdî, li gel navên bi tirkî bêne bikaranîn. Divê şaredarîyên me bi awakî çalak bixebitin ku, perwerdeya bi zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî-zazakî), mafên azadiya ramanî, olî, bawerî, xwerêxistinkirin û xweîfadekirinê di Qanûna Esasî de bê qebûl kirin û bi qanûnên pêwendîdar bê misoger kirin; cîhê mezelê Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza, Seîd Nûrsî û hemû kesayetên Kurd yên ku cîhê mezelê wan ne dîyar in, ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve bêne aşkere kirin. Ango di rêvebiriya şaredarîyên bajarên Kurdistanê de, divê pirzimanî, pirkulturî, pirrengî, pirdengî, şefafî, xweşbînî û hevahengîya civakî bibe rêziknameya easî. Ev dikare bibe protokola me ya siyasî ya hevbeş da ku em bikaribin bi îradeya hemû pêkhateyên Kurdistanê bingehê îdarekirina bajarên xwe ava bikin.
 
Divê namzetên hevbeş yên serokatîya şaredarîyê ji kesên ji wî bajarî ku ji alîyê civatê ve naskirî, jê tê hez kirin, layiqî wê wezîfeyê, şaîbe li ser tuneye û bi awakî şefaf bê tespîtkirin. Sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya tayînkirina qeyûman û destdanîna ser îradeya xelkê bi tu awayî nayê qebûl kirin; qeyûm tune hesibandina îradeya gelê wî bajarî ye. Helbette ku, mafê her partîyê ye ku bikaribe bi serê xwe beşdarî hilbijartinan bibe. Lê li gorî me, ya herî rast, pêkhateyên herî berfireh yên wî bajarî bikaribin li ser bernameyeke hevbeş namzedên xwe bi hev re tesbît bikin. Lê aşkereye ku, di tesbît kirina namzedên şarevanîyan de, divê tu kes namzedên ne ji wî bajarî ne û rêzê li pir zimanî, pirolî, pirmezhebî, pir kulturîya wî bajarî nagirin li ser kesî ferz nekin û divê rê vekin ku bi awayekî hevbeş, azad û demokratîk namzed bêne tesbît kirin.
 
Programa xebatê, prensîbên birevebirîyê ya namzedên hevbeş û kadirên birevebir jî li gorî wan taybetmendî û kirîterên li jor hatine diyar kirin û bi awakî hevbeş divê bêne tespît kirin.
 
Piştî lihevhatin û mutabaqateke bi vê bîr û bawerîyê, namzedên hevbeş dikare bi hev re bê tespît kirin. Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) wê hûrgilîyên bîr û bawerî û pêşniyarên xwe yên di derbarê bername, prensîp û nexşerêya, di şerdên heyî de birêvebirina şaredarîyên Bakurê Kurdistanê de, di rojên pêş de, bi raya giştî re parve bike.
 
Em dikarin hilbijartinên şaredarîyan yên 2024an bikin destpêka ava kirina bingehê ”Şerdê Xweserîya Birêvebirîya Herêmî ya Ewropayê”; bi vê bîr û bawerîyê em dikarin siyaset û xebatek hilbijartinê ya berfireh û hevbeş bimeşînin û divê em bimeşînin.
 
Em dibêjin, werin em bi vê bîr û bawerîyê û bi hev re, di hilbijartinên şaredarîyan yên 2024an, helwestek hevbeş pêşve bibin!
Em bangî hemû dezgehên sivîl, partî, tevger û grûbên sîyasî û kesayetên qebûlbar yên bajarên xwe dikin ku ji bo destpêkirina pêvajoyeke weha em bi hev re gavê bavêjin! 03.01.2024
 
Meclîsa Partîyê ya PWKyê (Partîya Welatparêzên Kurdistanê)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *