PWK Mêrdîn li goristana Kurdên Başûr darê Berûyan çand -Video

Wek tê zanîn ku di sala 1988an de, Saddam Huseyn bi çekên kîmya di serî de Halepçe çend deverên Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Beşek Xelkê Başûrê Kurdistanê, ji ber êrîşên kîmyawî yên firokên Iraqê revîyan beşê Kurdistinê yên Bakur û Rojhilat. Kurdên li van beşan, li gor karinîya xwe alîkarîya xûşk û birayên xwe kirin.

Beşek ji penaberê Başûrê Kurdistanê li Qosera Mêrdînê hat bicîhkirin. Kesên li vir jiyana xwe wenda kirin, li goristanek taybet hatin bingor kirin.

Endamê Partiya Welatparêzê Kurdistanê bi pêşniyara Apê Ahmed Kurdî, Nedîm Onler, Mahmut Bilen û hevalên xwe goristan paqiş kirin û li goristanê darên Berûyan çandin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *