Politika kolonyalistên Kurdistanê jibo zimanê kurdî

Siddik BOZARSLAN

Dema Mîrekîyên Kurdan li ser erdê xwe xwedîyê rêvebirîya civata xwe bûn; zimanê kurdî jî bi awayek piçek azad dihat bikaranîn. Wê demê dewletên Osmanî û Îranê, zimanên xwe yên resmî (osmanî û farisî) di baregahên eskerî û sivîl da (mekteb û daîreyên dewletê) bikar dianîn û wan nekiribûn merkezî (navendî) serwer bikin. Ji ber ku wê demê van her du dewletan nikaribûn politikayên xwe yên zimên bi awayeke navendî birêvebibin.

Ev rewşa serbestîyê, li ser zimanê kurdî bala Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî jî kişandine û loma wan, zêdetir di derbarê tade û zulma ku van du dewletan li kurdan kirine, dane ber tîrên xwe yên rexnekirinê. Ji ber ku ew baş dizanibûne ku eger civata kurdî li ser erdê xwe nebe desthilatdar, zimanê wan jî nikare di her warî da bi serkeve. Ji ber ku di jîyana civatî da gotina pêşîyên me ku dibêjin: ”Tu nanê kê bixwî, tu şûrê wî dikişînî!” derdikeve meydanê ku ev bi aborîyê ve girêdayîye û dibe çîmentoya pêşketina civatê. Lê ev rewşa zimanê kurdî, piştî dawîya sedsala 19. an hat guhartin. Bi taybetî piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, yanî piştî 1918an, avakirina dewletên merkezî despêkir û ev jî bû semedê rexnegirtin li ser van dewletan (Îran, Türkiye, Îraq û Surîye).

Piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn ku Kurdistan bû çar parçe û dewletên Îraqê û Surîyê jî hatin damezrandin; di derbarê zimên da jî politika van dewletan, bi tevayî bûn navendî ku hedefa wan ya sereke, pişaftina zimanê kurdî û kedîkirina neteweyê kurd û welatê wan Kurdistan bû. Divê em binê nuqtayek çixêz bikin ku her çar dewletên dagirkerên (Tirkîye, Îran, Îraq û Surîye) welatê me, li ser zimanê kurdî politika pişaftinê (helandinê- asimmilasyonê) pêkanîne û bi deh salan e ku wê politika hovîtîyê domandine. Bi kurtayî divê em li ser wan politikayan piçek bi hûrgilî rawestin.

Çawa ku piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, di politika Fransayê da jibo Surîyê hat dîtinê, li Îraqê jî politika Îngilistanê jibo Îraqê, kêm zêde di heman çarçoveyê da xwe raxistîye meydanê. Her du dewlet jî herêmên bin destê xwe wek Manda bîkar anîn û dema ew ji herêman dûr ketin; dewletên wek Surîye û Îraq hatin damezrandin. Wek di damezrandina Tirkîyê da jî hat dîtin, van dewletan jî hemî kar u barên xwe ji navendekê ve bi rêve birin. Bi tabîreka dî rêvebirîya Tahran, Ankara, Şam û Baxdayê di gelek nuqteyan da digihan hev. Ewil, karanîna zimên, perwerde, masmedya (radyo, Tv, rojname, kitêb û wd. ku wek çapemenî jî tê binavkirin), dîn, zanîngeh (universite), li ser esasê yekzimanî û ji alîyê navendekê ve (wek Şam, Baxda, Tahran û Ankara) û di çarçoveyeka diktatoriyê da hatine bikaranîn ku bingehê wê jî li ser avakirina yek millet, yek dewlet, yek netewe, yek ziman û heta yek dîn û yek mezheb hatîye danîn.

Di derbarê giringîya zimên û perwerdeya bi zimanê kurdî da nivîsareka balkêş ji alîyê Baban: Îsmail Hakki ve hatîye nivîsîn û ew di jimareya 3yan a Kovara ”Kürd Teavün  ve Terakki Gazetesî”yê da di 19yê kanûna pêşîn 1908an da derçûye. Nivîs tirkî ye û ji alîyê M. Emîn Bozarslan ve hatîye wergerandin bo kurdîya xwerû; di dawîya nivîsê da pêşnîyarek hatîye kirin ku ev weha ye:

”Bi kurtayî, hîmê yekemîn jibo silametîya neteweyî, hînbûn û perwerdekirin e, kilîta perwerde û hînbûnê jî ziman e. Derîyê medenîyetê jî bi vê kilîtê vedibe. Ez ji însanên me yên ku zanîn û hêza wan hebin tika dikim ku vê nuqteya giring ji nûha ve bidin pêşîya xwe.” (Kürd Teavün ve Terakki Gazatesi 1908-1909, r.164, Wergêr ji tîpên erebî bo latinî û kurdîya xwerû M. Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng 1998, Uppsala Swed)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *