Politika Ankarayê ya Qirkirinê li ser Zimanê Kurdî -4

Siddik BOZARSLAN

Ji despêka damezrandina Komara Tirk heta roja îroyîn, li ser qirkirinên hovane timî siyaseta înkar û derewan hatîye bikaranîn û loma dîrokeka derewîn hatîye çêkirin. Bingehê vê sîyaseta qirêj ji alîyê Talat Paşa ve di 1916an da hatîye avêtin. T. Paşa di axiftina xwe ya Kongreya Partiya Îttîhat -Terakkîyê da di 1916an da daye  zanîn ku wê demê qirkirina ermenan hê dom dikir. Em li xwemikurîyê jî li derêk bihêlin; li gora T. Paşa, ew xirîstîyanên ku tufan anîne serê wan, ew berdewamîya dewletên bîyanî ne û ji alîyê wan dewletan ve hatine fîtkirin û ew jî mecbûr mane ku wan qir bikin. Ew dibêje, di dema şer da ermenan ji paş ve êrîşê eskerê osmanî kirine û ew jî mecbûr mane ku ermenan bikujin û surgûn bikin. Talat Paşa heman tişt di Kongreya Dawîyê ya Îttîhat û Terakkîyê da di 1918an da jî dubare (tekrar) kirîye û gotîye ku semedê wan bûyeran, xirîstîyan bixwe ne. (Y. H. Bayur,Türk İnkilap Tarihi, c. III, Kısım III, Ankara: Türk Tarih Kurumu,1983, s.44)                                                                                                                                                

Ev politika inkar û derewan di 1919-1922an da ji alîyê Mistefa Kemal ve hatîye dubarekirin û tekrarkirin. (İsmet Görgülü, Atatürk’ten Ermeni Konusu, Ankara: Bilgi Y. 2006 

Ev politika gemarî, di rojên ewil ên hevdîtinên Lozanê yên 1922an da ji alîyê nûnerê tirk Îsmet İnönü ve jî hatîye tekrarkirin.  Ev bûye bingehê bêbawerîyê li hemberî Komara Tirk û loma tu dewletek bawerîya xwe bi dewleta tirk  nayne. (M. K. Atatürk Nutuk, c. III, Vesikalar, İstanbul, Devlet Matbaası, 1934 s. 257)

Di 1931an da di bin rêbirîya M. Kemal da kitêba Xetên Sereke yên Dîroka Tirk hatîye amadekirin ku 611 rûpel bûye.  Li ser bingehê vê kitêbê 4 cild kitêbên Dîroka Tirk wek kitêbên dersê hatine amadekirin jibo perwerdeya li mekteban. Di van kitêban da kurd û yên nemusulman wek ”dijminê hundur”  û semed û berpirsên hemî felaketên ku çêbûne, hatine nîşandan. Di van kitêban da jibo ku dîtinên înkar, qedexe û qetlîaman bipejirînin ji Nutuka Ataturk jî gelek jêder bikaranîne. Ev politika rastê tarîxa 1930yî tê. (Tercan Yıldırım, “Tarih Ders Kitaplarında ‘Öteki’ Kurgusu: 1930´lı Yıllar Üzerine Bir Değerlendirme”, Türk Tarih Eğitimi Dergisi 3, 1, 2014: s. 62-89)

Encama pêkanîna vê politika gemarî, jîyan jibo yahudî û xirîstîyanan nehat hiştin û hat wer merhaleyek ku xirîstîyan û yahudî bi ”dilxwazî”ya xwe welat biterkînin û bi vî awayî li gora nufûsa 1927an ku xirîstîyan û yahudî %2,8 mabûn, wer bû ku îro hema hema kes ji wan nemaye. Di heqê vê politikayê da M. Kemal di 1923an da jibo esnafên Adanayê weha dibêje:

”Ermenan dagirkirina navendên sen´et pêkanîbûn û xwe wek xwedanê vî welatî dihesibandin. Bê guman neheqî û bêedebîya ji vêya zêdetir tiştek nabe. Tu mafeke ermenan li vî welatê bibereket tune ye. Welatê me, yê we ye, yê tirkan e. Di dîrokê da ev welat tirk bû, herweha tirk e û dê timî (daîmî) wek tirk bijî… Li vê derê tu mafeke ermen û yên dî tuneye. Van derên bi bereket welatê tirk yê xalis e.” (Atatürk´ün Söylev ve Demeçleri, Cilt II, Ankara; Türk Tarih Kurumu,1989, s.130)

Îro Erdoğan jî politika Talat Paşa û M. Kemal didomîne ku ev politika, ewil di dema Îttîhat- Terakkiyê da û paşê ji 1920 û 1930yî ve hatîye meşandin. Eger îro li Tirkîyê behsa heq û huqûq, mafên mirovî, edalet û wd. were kirin; di serî da ji Talat Paşa, M. Kemal, İsmet İnönü û Tayyip Erdoğan û hemî berpirsên dewletê û hukumetan divê   hesab were pirsîn. Heta ku ev hesab û muhasebeya bi dîrokê ra neyê kirin; demokrasi jî, dewleta demokratik jî çênabe û civatek demokratik jî nayê avakirin.

Numûne, AKP di derbarê qirkirina Dêrsimê da di 2011an da bi awayeke sînorkirî şolê anî rojevê û mexseda wan jî tenê hesab pirskirin jibo CHP bû. Vekirîye ku hesabên qetlîaman dema were pirskirin; divê ne tenê partiya ku wê demê li ser hukum bûye, digel wê jî hemî berpirsên dewlet û hukumetê û yên eskerîyê hesab were pirskirin.

Di tebaxa 1930yî da di seremonîya (merasima) vekirina Xeta Trênê ya Sêwasê (Sivas) da ku rastê pênc salîya Bizava (hereketa) Neteweyî ya Araratê (Agrî) hatibû, Serekwezîrê wê demê İsmet İnönü weha xîtabê kitleyê (xelkê) kirîye: 

”Serhildana ku pênc sal e li bajarên me yên Rojhilatê pêkhatîye û koka wê ji derve hatîye fîtkirin, îro nîvê hêza (qeweta) xwe winda dike. Li vî welatî tenê neteweyê Tirk xwedî mafê nejadî û etnîkî ye ku bixwaze. Ji bil wê mafê tu keseke weha tune ye.”

Balkêş e ku Wezîrê Dadwerîyê (edaletê) Mahmut Esat Bozkurt jî di îlona 1930yî da li Ödemişê di axiftineke xwe da bi awayeke zelal weha dibêje:

”… li vî welatî tenê Tirk xwedîyê wê ye û efendîyê wê ye. Li vî welatî yên ku ne ji nejada Tirk in, yek mafeke wan heye; mafê xizmetkarîyê ye, mafê koletîyê ye. Dost û dijmin heta çîya jî vê heqîqetê bila weha bizanibin.” (KMND- R. 177) 

Eger em bala xwe bidin van gotinên serekwezîr û wezîrê dadwerîyê yên Hukumeta Ankarayê ku min li jor pêşkêşê we xwendoxên hêja kir; gotinên van du berpirsîyarên hukumet û dewleta Ankarayê pir vekirî û zelal nîşanê me didin û ew hev temam dikin ku ew ideolojiya resmî (fermî) ya Dewleta Tirk e û bîstuçar (24) eyar nejadperest e.  (Binêrin, Devrimci Doğu Kültür Ocakları (DDKO) Dava Dosyası 1, Komal Yayınları Ankara1975, r. 202)   

Eger îro di nav civata tirk da bi anketek lêkolîn were kirin; bê mubalexe wê  % 90-95ê civata tirk, kurdan ji xwe ra wek dijmin bibîne. Ji ber ku sed sal e ew bi wê ideolojiyê hatîye perwerdekirin û mejîyên wan bi wî jehrî hatîye paqijkirin û hemî laşên wan hatine jehrîkirin û genî bûne, yanî bihn bi wan ketine. 

Balkêş e ku di encamên van hewildanan da Şêx Evdilselam Barzanî di 1914an da li Musulê û Mela Selîm jî li Bedlîsê dîsa di 1914an da tên bi dardakirin. Ev her du hewildan jî di herêmên biçûk da (lokal) dimînin û bi awayê gelemperî giregirên kurd piştgirîya wan hewildanan nakin. Ji ber ku gelek giregirên kurdan enerjîya xwe jibo dewleta osmanî û dînê wan xerc dikirin û dixwestin osmanî xurt bimînin ango li ser pîyan bimînin.  Berewajê kurdan, tirk li bermayîyên osmanîyê bûn xwedî û di encamên piştî şerê yekemîn da li ser pişta kurdan dewleta tirk ava kirin û paşê li kurdan badan û wan ji xwe ra kirin koleyên nebinavkirî. Encamên hewildanên Koçgirî, Şêx Seîd, Agrî û Dêrsimê li ortê ne ku ev pêvajo (1919- 1938) derdora  20 sal girtîye û bi xwînê hatîye avdan.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *