Siddik Bozarslan
Li ber destê min, Kitêba ”İç Anadolu Kürtleri Konya – Ankara – Kırşehir” heye ku ji alîyê Nuh Ateş ve hatîye nivîsîn. Birayê xoşevîst Nuh, di rûpelên 70 –75an da cî daye politika Ankarayê jibo zimanê kurdî û di bin sernivîsa ”DİL, DİN, SOSYAL ve KÜLTÜREL YAŞAM” (Jîyana çandî û civatî bo dîn, zimên) da bi kurtayî û bi xetên qalind raxistîye pêşberî me xwendoxan û bi taybetî jibo kurdên Anatolyayê. Kekê Nuh, di du rûpelên dawîyê da (r. 140 – 141) bi xîtabê ”Değerli Okuyucu” (Xwendoxê Hêja) da gazîyê Kurdên Çorum, Yozgat, Samsun, Sakarya, Amasya, Tokat, Kayseri, Nevşehir, Eskişehir, Afyon, Kırıkkale, Niğde, Aksaray dike da ku di derbarê herêmên xwe da haydarîyên pêwist (ew çi wext hatine û ji kê derê û di çi wextî da hatine, navên eşîrên wan, dîn û mezheb û zimanê wan û nuha girêdayê kîja bajarî cîwar bûne û wd.) rêkin. Ji ber ku lêkolîna wî tenê bi Kurdên Konya – Ankara – Kirşehir ve sînorkirî maye, loma ew xwedîyê kêmasîyan e. (2)
Piştî van haydarîyan ez dikarim li jêr bi kurtayî 5 rûpelên ku bi tirkî ye û di derbarê ziman û politika Ankarayê da ye, pêşkêşî wê hêjayan bikim.
Em behsa pêvayoyeke 200 salî dirêj dikin ku di navberê da 10 nifş derbas bûye. Ji despêkê heta rojên îroyîn, dewletê zimanê kurdî qedexe kirîye; digel wê qedexeyê teda û zulum û heqaretên rojane xistine jîyana gelê kurd ku wek nufûs jî di nava hindikayîyê da maye. Wek em pê dizanin, di despêka koçberkirin û cîwarkirina kurdan di van herêman da politika dewletê ew bûye ku civata kurd li gora %5 – 10yê nufûsê were bicîkirin. Yanî di nava 100 tirkan da 5 ango 10 kurd werin bicîkirin ku di demeke kurt da kurd bi tevayî werin helandin / asimilekirin / kedîkirin. Digel wê politika dijwar jî di radeya daxwazên dewletê da kurd nehatine pişaftin / asimilekirin ku ev jî jibo kurdan serketinek e û cîyê pesindayînê ye.
Kurdên Anatolya Navîn, bi salan bi awayeke girtî jîyane. Wan têkilîyên xwe yên bazirganîyê, dan u sitandin û zewacê di nava xwe da çêdikirin ango bi gundên cînar ra sînorkirî hiştine. Lewra wan heta salên 1950yî dikaribûne ziman û kultûra xwe biparêzin. Heta wê demê li herêmê tenê kurdî hatîye axifîn, sitran bi kurdî hatine gotin / sitirîn, çîrok bi kurdî hatine gotin. Bi tabîreka dî rabûn û rûniştina wan bi tevayî kurdî bûye. Lê di salên paşîyê da ew urfadetên berê yên jîyanê bi lezgînî ber bi xirabûnê ve çûne; çandinî /zîreet bû xebatên sereke yên debarê û makîne bi girseyî bûn alavên çandinîyê. Di vê merhaleyê da koçberîya ber bi bajarên mezin û derve / Ewrûpayê despêkir. Li gundan mekteb çêbûn, radyo, televizyon, rojname ketin jîyana gundan; van guhartinan, jîyana girtî ya civatê serubino kir û herî zêde zimanê kurdî tesîrên neyênî, para xwe jê sitand. Bi tabîreka dî kurdî ket ber êrîşên tirkî û êdî nikaribû xwe biparêze. Êdî di şûna guhdarîkirina çîrokên kurdî da rêzefilmên tirkî di TVyan da tên temaşekirin.
Lê ev pêvajo hat qonaxek ku wek mîsal êdî li hin herêmên girêdayî Qeza Çeltikê ya Konyayê li Hesenêbiçûk û Hesenêmezin û girêdayî Kaman a Kirşehirê li Hirfanlarê kurdî nayê axifîn û di şûna kurdî da tirkî tê axifîn. Serdestîya tirkî û qedexekirina kurdî, li hemî qadên jîyanê yên Kurdên Anatolya Navîn xwe nîşan dane û jibo asimilisayonê / pişaftinê / kedîkirinê, dibistanên seretayî mirov dikare nîşan bide. Hema bêje di hemî herêmên Anatolyayê ku kurd lê jîyane û birayê xoşevîst Nuh bûye şahidê wan, resma tabloya giştî weha bûye:
Mamostayên dibistanan, berpirsîyarî û vatinî didan wan şagirtên ku bi wan bawerî anîne ku ew wek ajanan kar bikin. Ew ajanên ku ji dibistanan hatibûn hilbijartin; bi haceta zîyaretan ew diçûn malên şagirtên dibistanan û wan kontrol dikirin ku kê li malê kurdî axifîye, navên wan dinivîsandin û rojtira dî wan navan didan mamostayên xwe û mamosta jî li gora rewşê ceza didan wan zarûkan. Cezayên zarûkan jî li gora rewşê dihat guhartin; hin ji wan lêdana bin pîyan ango lêdana nav destan, rawestina wan li ser pîyek (lingek) li pêşîya textê reş yê nivîsînê heta dawîya wê dersê (qasî seetek), sitandina pere û yan jî dixistin odeyek ku jibo ceza hatibû veqetandin. Piştî cezadayînê dor dihat ser sozdayînê bi Quranê sond dixwarin ku careka dî ew kurdî neaxifin. Bifikirin ku dê û bavên wan zarûkan jî wê demê tirkî nizanibûn û bi tenê zimanê malê kurdî bû. Eger mirov bi awayeke dî bifikire jibo gundekî kurd ku xênî ji kerpîçan an ji keviran çêbûne, li orta wan xênîyeke bilindtir ku ji bêtonê çêbûye û jê ra dibistan tê gotin û her sibehan mamosteyek ku di destê wî da gopalek an çovek heye, sekinîye û bi zarûkên ku xistîye rêzê, merşa; ”Ez tirk im, li ser rîya rast im, zîrek im…” dide gotin. Di despêkê da ev mamosta wek bîyanîyekî /xerîbekî bi îşaretan bi zarûkan ra tiştên tirkbûyînê dide famkirin. Dibe ku hin kes bêjin, ev tablo, kevnar e, lê ew şopên ku li pey xwe hiştine, nayên jibîrkirin û qedexeya li zer zimanê kurdî, bi awayek didome. Bavên zarûkan ku ji wan ra welî tê gotin, car carna acizîya xwe nîşan dabin jî, bi giştî bêdengîtîya xwe hildibijêrin. Heta hin ji wan jî difikirin ku zimanekî qedexekirî, dê çi xêrê jê bibînin û bikin bela serê xwe û loma ji zarûkên xwe ra dibêjin; ”Bixwînin, bibin wek mamostayên xwe û wd,,”
Zarûkên Kurdên Anatolya Navîn, di navendeke bi duzimanî mezin bûne. Zarûkên kurd, heta dema despêka dibistanê, tenê zimanê dayîya xwe zanibûne û pê mezin bûne. Di wê temenê da bi tesîra derdorê be jî hin gotinên tirkî hîn bûne; lê giranî kurdî bûye, yanî tirkî wek zimanekî duyemîn ketîye nav jîyana wan û di pêvajoya dibistanê da her ku çûye tirkî bûye serdest û di encamê da tirkî bûye zimanê yekemîn û kurdî jî bûye zimanê duyemîn ê bindest û qelsketî. Bi tabîreka dî qonaxa duzimanî cîyê xwe daye qonaxa yekzimanî. Pêkanîna vê politika pişaftinê / asimilasyonê, di pratikê da bûye sedem ku zimanên nîvkurdî û nîvtirkî hatine meydanê ango tirkîya temam û kurdîya nîvco çêbûne. Hînbûn û axifîna zimanêdayîkê bi awayeke azad, mafeke bingehî yê rewa ye jibo her kesî. Astengkirin û ;qedexekirina zimanek, sûcê mirovanîyê ye. Binpêkirina vî mafî, bi xwe ra nexweşî û seqetîyên derûnî tîne meydanê ku ew kesên nasnameya wan ya nejadî û neteweyî birîndar dibin, tên radeyek ku ew ji xwe ra bibin bîyanî û jibo dahatûya xwe bikevin nava tirsa ewleyîyê û ev jî li ser jîyana rojane jibo wan kesan wekhevîtîya civatî ji hoê radike û bi xwe ra dijminatîya zimanî û etnîkî tîne meydanê. Berewajê wê, avakirina bingeheke li ser wekhevîyê ku nasnameyên cuda hembêz bike û di heman şertên azad da têkevin jîyanê, ew dê bingehê wekhevî û demokrasîyê jî ava bike ku ew bibe dahatûya aştîya gelan û civatan. Mixabin Turkîye ji politikayeke demokratik hê jî gelek dûr e.
Piranîya Kurdên Anatolya Navîn, kurmancî diaxifin; lê xwendin û nivîsîna wan tune ye, ji ber ku kurdî qedexe bûye û îmkan çênebûye ku ew di çarçoveya xwendin û nivîsînê da kurdî hîn bibin. Bi tabîreka dî ew di nav malê û malbatê da wek di jîyana rojane da û bi sînorkirî be jî di têkilîyên bazarê da kurmancî axifîne. Di dema nuha da eger em ji nifşê / neslê nû ji kurdekî Anatolya Navîn bipirsin û derî nîşan bidin ku ew çîye; em dê bersiva ”va kapı ye” bistînin. Ji ber ku di nava pêvajoyeke dirêj da gelek gotinên tirkî cî sitandine û gotinên kurdî yên muqabilê tirkî winda bûne. Êdî ev hatîye merhaleyek ku di nava tevayîya Kurdên Anatolya Navîn da bûye tiştên adeta normal ku tirkî têkelê kurdî kirîye û bûye serdestê kurdî.
Lê beşeke giring yên Kurdên Haymanayê, bi lehşeya Şêxbizinî diaxifin ku ev lehçe nêzîkî lehçeya soranî ye. Jibo muqayesekirina hin peyvên Şêxbizinî û Soranî, Mahmud Lewendî nivîsarek nivîsîye û ew di Kovara Berhemê da derçûye (Binêrin, Mahmud Lewendî, Du sitran û çîrokek Bi Kurdîya Şêxbizinî, Berhem, s. 42,43); kek Nuh jî wek numûne wê di rûpela 71ê da pêşkêşî me kirîye. Vaye numûneya çend gotinên Şêbizinî / Soranî û Kurmancîya wan: Min gewrem (Şêxbizinî) / Min gewrem (Soranî) û Kurmancî / Ez mezinim. Min vitim (Şêxbizinî) / Min wit/witim (Soranî û Kurmancî / Min got. Maleman (Şêxbizinî) / Le malman (Soranî) û Kurmancî / Li mala me. Îme xuman (Şêxbizinî) / Ême xoman (Soranî) û Kurmancî / Em bi xwe.