Polîsan îro li Amedê bi ser mala Hevserokê Şaredariya Peyasê û çend kesên din de girt.
Li gorî nûçeya MAyê hêzên ewlehiyê îro li Amed, Stenbol, Mêrdîn û Şirnex jî di nav de li gelek bajaran bi ser malan de girt.
Polîsan bi ser malên Hevserokê Şaredariya Peyasê ya Amedê Cengîz Dundar, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û rojnameger Ahmet Sunbul, derhêner Ardîn Dîren, mamosteyên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) de girt.
Lêgerîna li malan berdewam dike.
Cengîz Dundar, Roza Metîna, Ardîn Dîren û çend kesên din hatin desteserkirin.
Li Mêrdînê jî di operasyona bisergirtina malan de Mehmet Şîmdî, Mehmet Nûr Şîmdî, Medîne Şîmdî û Ronî Şîmdî hatin desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê kesên hatin desterserkirin birin Birêvebiriya Ewlehiyê ya Bajar.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî hêzên ewlehiyê bi ser gelek malan de girt û çend kes desteser kirin.
Her wiha li Amedê jî rojnameger Erdogan Alayumat û Bîlge Aksu hatin desteserkirin.
Rûdaw