Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê (PKK) banga 27ê Sibatê ya rêberê xwe Abdullah Ocalan pejirand û 12emîn kongreya xwe di navbera 5 û 7ê Gulanê de pêk anî.
Hemû alî niha li bendê ne ku PKK xwe fesix bike û paşê dest bi danîna çekan bike.
Baş e ji îro û pê de wê çi be? Dewlet piştî vê qonaxê divê gavên çawa biavêje?
“Divê di warê ziman û birêvebiriyê de gav bên avêtin”
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê xwestekên gelê Kurd wiha anîn zimên:
“Ji bo hebûna gelê Kurd, ji bo zimanê gelê Kurd, ji bo di herêmê de xwe bi rê ve bibe, di hêla rêveberiya herêmî de lazim e gav bêne avêtin.
Ev hemû xwestekên gelê Kurd in. Di bangewaziya Birêz Ocalan de jî ev hemû daxwaz hene.”
Li gorî Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) ku di heman demê de pêkhateyeke DEM Partiyê ye tekez kir gavên esasî divê derbarê zimanê Kurdî û nasnameya Kurdî de bêne avêtin.
“Divê hebûna Kurdan di destûrê de bê qebûlkirin”
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek bandê dewleta Tirkiyeyê kir ku ji bo Kurdî û nasnameya Kurdan gav biavêje û got:
“Gerek dewlet gav biavêje. Êdî dewlet nikare bêje ‘Ez di bin siya çekan de, di bin bandora çekan de nikarim di meseleya Kurd de gav bavêjim’, kerem bike bila gav biavêje.
Çi gavî bavêje? Pêşî divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê.
Dudoyê wê bila meseleyê bîne meclisê, sisêyê wê bila di destûra bingehîn de hebûna miletê Kurd bê qebûlkirin.”
Li gorî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî, çekdanîna PKKyê bi serê xwe dê atmosfereke erênî ava bike û ev yek dê bandoreke erênî li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bike.
“Eger PKK çekan deyne dê Rojava zûtir bigihîje statuya xwe”
Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel dayîna mafên Kurdan bi faktorên derve ve girêda û wiha anî zimên:
“Eger PKK çekan deyne dewlet dê mafên Kurdan bide, tiştekî wisa tune ye. Ne peyameke dewletê ya wisa heye û siyaset jî wisa nameşe.
Ev bi xebatê dibe, ev bi têkoşînê dibe. Helbet bi faktorên derve ve girêdayî ye.
Eger Rojava li wir bigihije statûyekê dê tesîra xwe li ser Bakur hebe.
Eger pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê rabin ew dê tesîra xwe ya pozîtîf li ser Bakur hebe û berdana çekan a PKKyê jî dê bandora xwe ya pozîtîf li ser pêvajoya Rojavayê hebe ku zûtir bigihije statûya xwe.”
Ji destpêka qonaxa nû ya aştî û çareseriyê ve, saziyên mafên mirovan dixwazin beriya her tiştî divê bi awayekî lezgîn hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan.
Paşê jî yek bi yek gavên din bêne avêtin. Lê heta niha jî nehatiye eşkerekirin ka dê kengê çi gav bêne avêtin. (Rûdaw)