PIRTÛKEK BALKÊŞ DERBARÊ EXLAQ DE

Lokman Polat

Pirtûka serokê PSK (Partiya Sosyalîst a Kurdistanê) birêz Bayram Bozyel a bi nave ”Ahlak Uzerine / Li ser Exlaqê” pirtûkek balkêş e û bi ya min dive her însan bi taybetî jî kesên bi siyasetê re mijul in, dive bixwînin.

Pirtûk di nav weşanên ”Deng”ê de li Amedê derketiye. Pirtûk 69 rûpel e. Berga wê rengîn e û wêneya fîlozofên Grekiyan/Yunaniyan heye.  Ango tabloya xweparastina fîlozof Sokrates e. Ev pirtûka 135an e ku weşanxaneya Dengê weşandiye.Wek tê zanîn navenda weşanên Dengê li Amedê ye. Gelek weşanxaneyên kurdan ku berê navenda wan li Stenbolê bû, niha navenda xwe birine Amedê û hinek bajarên din ên Kurdistanê. Herweke bajarê Wanê, Rihayê, Entabê.

Dema min di Înternetê de dît ku waye ev pirtûk derketiye, pirtûka bi navê ”Sosyalîst ahlak Uzerîne” hate bîra min. Ew pirtûk bê îmze, bêyî navê nivîskar derketibû. Bi texmîna min pirtûkê Kemal Burkay nivîsîbû. Ji xwe piraniya pirtûkên Riya Azadî yan Kemal Burkay Yan jî Huseyîn Beysulen nivîsîbû. Pirtûkên bê îmze yên li ser nave partiyê weke dîtinên fermi ên partiyê dihat weşandinê.

Di fuara pirtûkan a li Amedê de ez çûm serlêdana standa weşanên Deng û min çend pirtûk kirî, Birêz Bayram Bozyel jî li wir bû, me hev dît, sohbet kir û pirtûka xwe ji bo min îmze kir. Min pirtûkê bi xwe re anî Swêdê û xwend. Bi kurtahî be jî ez dixwazin derbarê pirtûkê de çend gotin binivîsim û hinek behsa naveroka wê bikim.

Pirtûk pirtûkek zirav e, rûpelên wê hindik in, lêbelê naveroka wê xurt e, dewlemend e. Mijarên tê de pirrengîn in û pêwîste mirov li ser biaxife.

Di naveroka pirtûkê de 34 sernivîsên cuda cih girtine. Her sernivîs mijarek cuda rave dike, lê mijar hemû wek helqeyên diyalektîkê bi hevûdu ve girêdayî ne. Ez ê behsa mijarên hemû sernivîsan nekim, behsa çend mijarên ku bala min kişandine bikim.

Di destpêkê de, ji bo çi ji me re exlaq pêwîst e, tê şîrove kirin. Exlaq çiye tê analîz kirin. Têkiliyên exlaq û etîkê, yasayên/zagonên exlaqê yên fîlozof  Kant, vîna azad, exlaq û kesayetî/şexsiyet, exlaq û demokrasî,  çima û exlaqek çawa? Û gelek mijarên têkilê bi exlaq ve tê qalkirin.

Di pirtûkê de derbarê exlaqê kesayetî de wek mînak qala Şêx Evdulselam tê kirin. Vê mînakê gelek bala min kişand. Exlaq û helwesta Şêx Ebdulselam divê ji alî kurdan ve were zanîn. Nivîskarê pirtûkê Bayram Bozyel baş kiriye ku vê mînakê daye. Kurdên bakurê Kurdistanê derbarê Barzaniyan de bi taybetî jî derheqê Mela Mistefa Barzanî û Şêx Abdulselam Barzanî de gelek tişt nizanin. Qalkirina mînakên weha wan bi mirov hîn baştir dide nasîn.

Nivîskar û herweha siyasetmedar Bayram Bozyel di beşa  ji bo kurdan çerçeveya peymaneke exlaqî de jî gelek dîtinên girîng û bi nirx aniye zimên. Di nav kurdan de sedemên girîngiya peymaneke exlaqî bi min jî pêwîst e.

Di pirtûkê de derbarê exlaq de, bi giranî dîtin û ramanên fîlozof  Kant heye. Hevokek gotinên kant jî gelek bala min kişand. Kant dibêje ”Tiştê ku tu naxwazî bi te bê kirin tu jî bi yekê ne. Gotinên ku tu naxwazî ji bo te bê gotin tu jî ji bo yekê wan gotinan neke, nebêje.” Belê heger mirov naxwaze yek li mirov heqaret bike, neheqî bike, divê mirov jî li yekê heqaret neke, neheqî neke.

Bayram Bozyel di pirtûkê de gotinên Îmmanuel Kant, Emîle Durkheîm, Karl Popper, John Mîll û hwd girtiye nav rûpelên pirtûka xwe lê qet yek gotinek, hevokek Marks û Lenîn negirtiye. Gelo wan jî herheqê exlaq de qet tiştek negotine. Dîtinên Lenîn di gelek waran de şaş in, ez wê li cihek bihêlim, lêbelê dîtinên fîlozof  Marks yên gelek rast hene.

Di pirtûkê de nivîskar dibêje ku; divê mirov têgihîştineke demokratîk û piralî biparêze, zimanekî exlaqî bikar bîne, adîl be, bi tolerans be, ji xweza û havirdorê re rêzgar be, li hemberê zilm û tehdeya li ser jinan be, divê di hemû qadên jiyanê de, jiyana civakî, çandî, aborî û siyasî de kapasîteya exlaqî zêde bike. Ev tiştên ku B. Bozyel dibêje li welatên skandînavyayê ji alî sosyal demokratan ve hatiye kirin û tê kirin.

Sosyal demokrat Marksîst in lê Lenînîst nîn in. Dîtinên wan ji dîtinên Lenîn rastir û baştir e. Dîtinên ku B. Bozyel jî di pirtûka xwe de tîne zimên di esasê xwe de dîtinên sosyal demokratan in.

Bi ya min divê PSK di kongreya xwe de navê xwe bike Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê. Û bi eşkere ji raya cîhanê, Tirkiyê û Kurdistanê re beyan bike ku ew partiyeke sosyal demokrat a Kurdistanê ne. Li bakurê Kurdistanê valahî û pêwîstiya partiyeke sosyal demokrat heye. Normên sosyal demokratan ji alî PSKê ve dikare were pêkanîn.

Bi hêviya ku ev pêşniyaz ji alî tevahiya PSKiyan ve were minaqeşe kirin û bi encam bibe.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *