Lokman POLAT
”SERPÊHATIYÊN ZANA Û HIN ÇÎROKÊN BI QAFIYE”
Lokman Polat
Di xortaniya xwe de min nave Mele Xalit wek kurdekî welatparêz bihîstibû. Wê demê ji xelkê hineka ji bo kurdên siyasî, yên ku doza netewa kurd diparêzên re ”Kurdçî” digotin. Dema behsa kurdekî weha siyasî û welatparêz dihat kirin, digotin filankes Kurdçî ye. Mele Xalitê Licî jî yek ji wan welatparêzên kurdçî bû.
Navçeya Licê ji dema serîhildana Şêx Saîd Efendî heta îro navçeyeke keleya welatparêziyê ye. Di nav navçeyên tevahiya Kurdistanê de navçeya herî navdar e. Navçeya ku ji alî hêzên dewleta dagirker ve sê car hatiye şewitandin û cara yekem generalekî artêşa tirk li navçeya Licê hatiye kuştin. Gundên girêdayê navçeyê hatine valakirin û şewitandin. Li Licê malbata ku zilamên wan neketine, neketibe hepis û zîndanan tuneye. Liciyan bi riya qaçaxiyê çek û sîlah, fişek birine başurê Kurdistanê û paşê birine rojhilatê Kurdistanê, alîkariya têkoşîna van herdu parçeyan ya li dijê dagirkeriyê kirine.
Gelek rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên Licî yên navdar hene, Wan ji bo çand, wêje û zimanê kurdî kar û xebatên hêja kirine. Bi sedan pirtûkên kurdî yên nivîskarên Licî hene. Wek mînak çend ji rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên Licî ev in: Helbet pir in lê ez ê navên çendan bibêjim;, Katibê Şêx Saîd Efendî, Fehmiyê Bîlal, Mele Ahmedê Xasî, Mehmed Emîn Bozarslan, Tarik Ziya Ekîncî, Amed Tigrîs, Hakî Balta/B. Welatevîn, Sidîk Bozarslan, Zekî Bozarslan, Mele Xalitê Licî, û hwd. Sê Licî yên ku bûne serokên partiyên siyasî jî hene. Ew jî Mistefa Fîslî, serokê Kukê bû. Bayram Ayaz berê endamê polîtburoya PSKê bû û paşê bû serokê Pdk/bakur. Bayram Bozyel berê aerokê Hak-Parê niha jî serokê Pskê ye.
Mele Xalit di sala 1934an de li Licê ji dayik bûye. Ji heft saliya xwe hetanî dibe bîst salî li ba meleya perwerdeya olî dibîne, dixwîne, Quranê xitim dike. Paşê li gundekî Licê dibe Îmamê mizgeftê, paşê dev ji Îmamiyê berdide û dere Diyarbekirê dikaneke tamîra, çêkirina saatan vedike û wek Mele Xalitê Saatçî jî tê binavkirin. Dikanê wî dibe cihê serlêdana kurdên siyasî ên welatparêz.
Di sala 2011an de pirtûka wê ya bi navê ”Serpêhatiyên Zana û hin çîrokên bi qafiye” di nav weşanê ”Avesta” de li Stenbolê derdikeve. Pirtûk 255 rûpel e. Bi alîkariya dirafî ya ”Enstîtuya Kurdî ya Parîsê” hatiye çapkirin. ”Enstîtuya Kurdî ya Parîsê” ji weşanên Avesta re gelek bûye alîkar, bûye sponsor û bi weşanxaneya Avesta re alîkariya aborî kiriye. Naveroka pirtûkê ji 3 beşan pêk tê. Li dawiya pirtûkê jî divê Ferhengok hebûya, lê tune. Xwedêgiravî dê di rûpela 257an pêve Ferhengokê dest pê bikira, lê pirtûk di rûpela 255 de dawî dibe. Axir weşangeriya amatorî weha ye. Bi rêk û pêk karê weşangeriyê pêk nayê. Di hêla warê teknîka weşangeriyê de yek ji wan weşanxaneya qels jê jî weşanên Avesta ye. Gelek bi amatorî kar û xebata weşangeriyê pêk tînin.
Beşa yekem a pirtûkê sernavê wê ”Tetwan” e. Beşa duyem sernavê wê ”Roviyê Fenek” e. Beşa sêyem sernavê wê ”Şadî” ye. Beşa yek û du bi qafiye hatiye nivîsîn. Beşa sê wek çîrok bi şêweya pexşanê hatiye nivîsîn. Ez ê bi kurtahî behsa naveroka pirtûkê bikim.
Di beşa yekê de rêwîtiya mihaciriya malbateke ku ji ber şerê êrişa rusan reviyaye, ji herêma Serhedê hatine herêma Amedê tê qalkirin. Bi zimanê helbestkî serpêhatî nivîsîn jî hunereke. Serpêhatî û çîrokên di pirtûkê de ne hemû jî bi qafiye ne. Mele Xalitê Licî daye ser rêça nivîskarên klasîk û bi şêweya berhemên klasîk yên kurdî berhema xwe afirandiye. Ji xwe mirov tehm û lezeta xwendina berhemên klasîk ên kurdî di pirtûka Mele Xalitê Licî de dibîne.
Di ravekirina serpêhatiyên Nezan de bûyerên lehengî pêk tên û lewre jî nivîskar/vebêj wî dişibîne Ristemê Zal. Di beşa sernavê wê ”Roviyê Fenek” de çîroka Roviyê fenek tê qal kirin. Li navçeya Licê di nav gel de, di dema berê de, dema ku ez biçûk bum di nav xelkê de bi sedan çîrokên roviyan dihatin gotin. Bapîra min û Apekî min çîrokên gelêrî yên folklorîk û xebroş/çîrçîrok ji me biçûkan re digotin, lê piraniya wan çîrok, çîrçîrok, çîrvanokên yên li ser roviyan bû.
Di beşa serpêhatiyên Şadî de, serborî û serpêhatiyên çîroka Şadiyê feqiyê medreseyê tê qal kirin. Ev çîrok ne wek helbestkiye, wek pexşan e. Çîroka evîna Şadî xwe bi mirov bi dilxweşî dide xwendinê.
Ez gotara xwe bi çend malikên ji pirtûka ele Xalidê Liceyî dawî tînim.
Herba rusan û tirkan
Tev li eşîrê kurdan
Dest pê kir hat zivistan
Em bûn warger ji gundan
Rûs gihaşte Ixdirê
Ciwan tev çûbûn erê
Nav gund bû wek mehşerê
Wek bikin ceng û şerê
Ew roj heta bû hêvar
Ji gund derketin sî mal
Bavê min çû malê diyar
Hinda kekê xwe yê kal
Jê re dibê gundî tev
Sê payê wan kire rev
Ê man xeber dane hev
Ew jî dê herin îşev
Gundî ji ber êrişa artêşa rûsan neçar dimînin û ji Serhedê koç dikine têne herêma Amedê/Diyarbekirê. Di şerê Împaratoriya Osmaniyan û Çarê Rûsan de yê ku herî pir zerar dîtin gundiyên kurd bû. Yên ku li hemberê rûsan şerê giran kirin jî dîsa kurd bû, alayiyên Hemîdiyeyê bû. Mîralayê wan jî Xalifd Begê Cibrî bû. Rûsan hetanî Bedlîsê dagir kirin, di gêliyê Pasurê/Kulpê de berê xwe dane herêma Amedê, lê ji bo ku li Rusyyê şoreşa Oktobirê pêk hat, Bolşevîkan artêşa rus ji paşve kişandin.
Giha me xortek ciwan
Li ser bûn bedlê cilan
Siwarê hespê rewan
Dipeyiviyan wek axan
Got me hûn ne mirtib in
Ne bêrtî û koçer in
Dibêm ne ehlê vir in
Gelo hûn kuda derin
Bavê min got em macir in
Revokê ceng û şer in
Ji herêma Serhed in
Ji bo we cî digerin.