PEYMANA LOZANÊ – 3

Siddik BOZARSLAN

Wek min di nivîsereka berê da dabû xuyakirin, bi saya pêkanîna Kongreyên Erzirom (23 temûz – 7 tebax 1919  û Sêwasê (4ê îlonê- 11yê îlonê 1919), Dewleta Turk hatibû avakirin. Ji 5 bajaran (Trabzon 17, Erzirom 23, Sêwas 11, Bedlîs 3 û Wan 2, tevayî 56) bi tevayî 56 nûner beşdar bûne. Di kongreya Sêwasê da hemî biryarên Kongreya Erzurumê tên pejirandin û qebûlkirin; lê di şûna prensibên Kongreya Erziromê ku ”Heyeta Temsîlê, tevayîya Anadoluya Rojhilat temsîl dike” da, ”..tevayîya welat temsîl dike” tê guhartin.

Divê ez bidim xuyakirin ku M. Kemal, jibo herêma Xerzan-Sasunê jî nameyek ji Pişarê Çeto ra rêkirîye û tê da daye xuyakirin ku di kongreya Erziromê da yekîtîya xelkê Şerqê yê Anadolê pêk hatîye, tespîtên siyaseta hundûr û derve hatîye çêkirin û nîzamnameyek hatîye îmzakirin. Wek di pratikê da tê dîtin, Kongreyên Erziromê û Sêwasê, dibin çîmentoya dewleta turk û sînorên wan ên ”Mîsak-î Millî” û ew şopên xwe li Mudanyayê, li vekirina meclisa ewil û li Lozanê nîşan dane. M. Kemal jî di vê pêvajoya 23yê nîsana 1920î da û paşê jî di 29yê oktobirê 1923yan da serokatîya xwe ya eskerî, siyasî û civatî bi hev girêdaye û pejirandîye.

Gelek balkêş e ku M. Kemal di 15yê îlona 1915an da bi rîya Mutasarrifê Malatyayê jibo Haci Kaya û Şahzade Mustafa xeber şandîye. M. Kemal di çarçoveya canbazîyê da van dîtinan ji H. Kaya û Ş. Mustafa ra pêkêş dike da ku ew di navbera kurdan û M. Kemal da bibin navberkar; bi gotineka dî bibin alîkarê M. Kemal. Balkêştir jî ev e ku di heman demê da M. Kemal jibo Fermandarê Alaya Malatyayê Îlyas Beg ra  vê fermanê dide:

”Divê meqamên kurdevînîyê ji kokê ve werin birîn û avêtin, revokên (qaçaxên) xaîn ku bi rîya perên ingiliz kurdan dixapînin da ku li dijî padîşah û esker xelkê fît dikin, yên ku ketine nav wê hewildanê, bi awayeke herî dijwar divê werin cezakirin û ji navê rakirin, jibo wê divê bilez ev ferman ji her derî ra were rêkirin.” (Nutuk III. Cilt, 1919- 1927 Belgeler, Belge no: 68, s. 40, jêdergirtî F. Başkaya, Paradigmanın İflası r. 63)

Divê were zanîn ku M. Kemal, jibo xapandina kurdan çi ji destê wî hatîye kirîye, ketîye nav gelek hewildanan û di van xebatên xwe yên xapandin û cambazîyê da bi dehan giregirên kurd ra nameyan şandîye û piştgirîya wan sitandîye. Wek numûne em dikarin nameya M. Kemal ku ji Şêx Mahmud Berzencî ra, di tarîxa 13.8.1919an da rêkirîye; di heman demê da ji Şêxê Norşînê ra jî name şandî ye, nîşan bidin. Xîtabên nameyan jî balkêş in û weha ne: Ji Hezretî Şêx Mahmud Efendî ra” û Ji Hezreti Şêx Ziyaeddin Efendi ra

Axiftineka M. Kemal li TBMM jî gelek balkêş e. Beşeka axiftina M. Kemal ku di gulana 1920an da li TBMM kirîye, weha ye:

”Ev zewata (civata) ku vê meclisa we teşkîl dike, tenê ne turk e, tenê ne kurd e, tenê ne laz e, tenê ne çerkez e; hemî ji anasirê (pêkhatîyê) Îslamîyê murekkep (pêk tên) in. Ev mecmuayeke (resmeke) samîmî (ji dil) ye. Her weha ev neteweyê ku ne ji unsûrek pêk hatîye, em ewleyî û parastina wê dikin. Her unsûreke îslamî ku ji vê mecmuayê ye, ew birayên me ne û hevwelatîyên me ne ku menfeetên wan muşterek in.” (Nutuk, belge 52)

Eger mirov bala xwe bide van hewildanên M. Kemal; mirov vekirî dibîne ku M. Kemal û hevalên xwe di her hewildanên xwe da dualî tevgerîyane û jibo piştgirîya kurdan werbigrin, timî qertên parastina hukumranîya xelîfetîyê û yekîtîya musulmantîyê dane pêşîya xwe û bi qerta ermenan jî kurdan birine nav sefên xwe. Di alîyê dî da jî hem behsa otonomiya Kurdistanê kirine; lê di heman wextê da wek li Koçgirîyê (Sêwas) hatîye dîtin; berê orduya xwe dane wê derê û li herêmê teda û zulm û qetlîam çêkirine. Dîsa di alîyek da nameyan ji serokên kurdan ra şandine û piştgirîya wan sitandine;  lê di alîyê dî da ketine nav hewildanan ku rêxistinên kurdan ji navê bibin.

Tiştên ku M. Kemal di 01.11.1922an da li TBMM gotine gelek vekirî û girîng e. Di vê nutkê da M. Kemal, behsa hebûna 100 milyon turk dike ku li cîhanê hene û wan li Asyanavîn gelek dewletan damezrandine. Ew behsa qehremanî û mêrxasîya Cengizxan û Hulagû dike ku di tarîxê da bi xwînxwarîyên xwe meşhûr û navdar in. Ew pesnê Hulagû dide ku dema wî Baxdayê fetih kirîye, 800 hezar kes kuştîye. Ew di nutkê da îlan dike ku dewleta hatîye çêkirin, dewleteka turkî ye. Ji ber ku pêdivîya wan êdî bi kurdan û gelên dî nemaye.

Bi van kirin û hewildanên xwe M. Kemal, kesekî  zîrek û 24 eyar nejadperest-faşist û canbazek bûye û loma di wê canbazîya xwe da kurdan xapandîye û bi serketîye. Divê em bi awayeke vekirî bidin xuyakirin ku li hemberî wê cambazîyê siyasetvanên kurd bi şiarên osmanitîyê û musulmantîyê hatine xapandin û bûne qurban û koleyên Sistema Ankarayê.

Di 11ê oktobirê (çirîya pêşîn) 1922an da Konferansa Mudanyayê di navbera Turkîye û Yunanistanê da hatîye îmzakirin ku ew lihevhatin di navbera wan her du dewletan da dawî li şer anîye. Di wê encamê da Îngilistanê jî kontrola xwe ya li Stanbolê, Trakya û Boxazan bi dawî anîye û bê şerkirin ji wan deran vekêşîyaye.

Di 28ê oktobrê 1922an da Dewletên Îtîlafê bang li TBMM û  Hukumeta Osmanî kirin da ku beşdarîya Konferansa Aştîyê ya Lozanê bikin. Li ser wê bangewazîyê TBMM acizîya xwe nîşan da ku çima bangê Hukumeta Stanbolê jî kirine. Loma TBMM ket nav hewildanên cuda. Hukumetê di 31ê oktobirê 1922an da da biryarek sitand û heyeta ku here konferansê nîşan da û wê hewaleyê TBMM kir. TBMM, ewil di 1ê çirîya paşîn da biryarek da ku xilafet û saltanatê ji hev cîyê kirine û dawî li saltanatê anîne. Dewletên rojavayî jî wê biryara turkan bi kêfxweşî pejirandin û wê wek hewildaneke pêşverû qebûl kirin. Bi wê hewildana TBMM. pêşî li beşdarkirina Hukumeta Stanbolê girtin.

Hukumet û TBMM hê berîya konferansê amadekarîya tespîta heyeta ku here Lozanê, ketibûn nav hewildanan. Loma di 26ê oktobirê 1922an da di hukumetê da guhartin tê çêkirin û li gora wê, Gelwekîlê (mebûsê) Edirneyê Korgeneral (ferik) İsmet İnönü dikin Wezîrê Derve da ku serokatîya Heyeta Turkîye bike. Ji ber ku heyet hatibû kifşkirin; di roja 3yê çirîya paşîn da li TBMM navê heyeta ku herin, tek û tek tên xwendin û li ser wan biryar tê sitandin. Li gora wê lîsteyê: İ. İnönü, dibe berpirsê nûnerên Turkîyeyê; gelwekîlê Saruhanê (Manisa) Celal Beg (Bayar) û gelwekîlê Sinopê Dr. Rıza Nur, wek sê delege (nûner) tên hilbijartin digel ku acizîyeke mezin li hemberê R. Nur û Celal Beg hebûye jî. Digel wan 3 nuneran, 4 mebûs û 21 şêwirmendên medyayê (basın danışmanı) wek Yahya Kemal Bayatlı, Ruşen Eşref Ünaydın û çend katib, wek heyeta giştî tê amadekirin. Tişteke balkêş ew e ku dema lîste tê amadekirin; li hemberî hêzên derve, eger İ. İnönü yê Bedlîsî wek kurd neyê qebûlkirin, Zilfo yê Dîyarbekirî (Gelwekîlê Dîyarbekirê Zülfü Tigrel) wek kurdekî dixin wê lîsteyê. Ev Zilfoyê ku di heyeta şêwirmendê da cî girtîye û xulamîyê ji M. Kemal ra kirîye; roja ku dora wî ya axiftinê hatîye, wî xwe wek nexweşekî îlan kirîye û wekaleta xwe daye Îsmetê ker û ew roj ji odeya xwe derneketîye derve.

Piştî ku hukumeta Ankarayê û TBMM biryar sitandin ku saltanatîyê betal kirine; Hukumeta Tevfîk Paşa ya Stanbolê, di 4ê çirîya paşîn da îstîfaya xwe îlan dike û bi wî awayî dawî li Dewleta Osmanîyê tîne û di 17yê çirîya paşîn 1922yan da jî Padîşahê Osmanî yê herî dawî Padîşah Vahdettîn jî bi keştîyeke ingilis direve Maltayê. Bi vî awayî Turkîye, li ser navê hukumet û TBMM tenî beşdarîya Konferansa Aştîyê ya LOzanê dike.

31.07.2023  / Nivîsar didome

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *